| |
|
“Emrê min 75, ez jî tevlî
şehîdên Kurdistanê dibim, wê
torinên me tola me bigirin!” |
Serokê
giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dîsa dest
bi pêşandanên bi werîs kir. Kevneşopiya
werîsan, bûye sîmgeya kevneşopiya
komkujiyên ku ji osmaniyan vir ve didome.
Dema ku kurd dibin mijara gotinê, herî
balkêş dadgehên îstîklalê tê hişê mirov.
Di dadgehên îstîklalê de meseleya Kiliç
Elî bi nav û deng e, bajar bajar digere
û biryarên darvekirinan dide û paşiyê jî
darvekirinan temaşe dike. Hewl dan ku bi
werîsan hejandina Şêx Seîdan û Seyîd
Rizayan kurdan bînin hîzayê.
Îhsan Sabrî Çağlayangîlê ku ji bona
darvekirina Seyîd Riza ji Enqerê tê, di
bîranînên xwe de wan rojan raberî me
dike. Di ser de ew wêneyê ku li dika
darvekirinê bi zehmetiyan kişandiye
raber dike. Lewre diviyabû ji dîrokê re
tomarkirinek nemaye. Heta berî Seyîd
Riza, kurê wî tê daleqandin û tê
armanckirin ku zêdetir êş bikşîne.
Dema ku xeleka werîs dikeve stûyê Seyîd
Riza wiha diqîre; “Emrê min 75, ez jî
tevlî şehîdên Kurdistanê dibim, wê
torinên me tola me bigirin!” Helbet 150
hezar kurdên ku di serdemên 1925 û
1940’î de hatine qetilkirin û rêberê wan
nehatiye jibîrkirin. Torinên wî mezin
bûn. Bi gotina Nûrî Dersîmî; wê ji
berbangên sorî ciwanên egîd ên
Kurdistanê, li gorî pêwîstiya wesîyetê,
ji bona erka xwe ya dîrokî bilîze rabû
ser piya.
Serdemên 1940-70 bêdeng derbas dibe,
heta ku afirînerê kevneşopiya
berxwedaniya şoreşê derketin. Ciwanên
şoreşger ên mîna mahîran, denîzan,
îboyan rabûn ser piya. Dîsa Kiliç Elî
dikeve dewrê, dik têne sazkirin, werîsên
bi rûn dajon peyasê. Gotinên Denîz
Gezmîş; “Bijî biratiya gelên tirk û kurd”
ji dikê olan dide. Bi 18 deqîqeyan rih
sendinê tê xwestin ku tol bê girtin, ya
ku li hember Seyîd Riza jî hatiye kirin
heman şêwe ye.
Ev koma ku bûna navê înkar, tunekirin,
komkujî, darvekirin, şewitandin û
rûxandinê; ku ji mirovantiyê para xwe
negirtine û kiryarên wan ên di tevahiya
dîrokê de hê jî di bin hişan de ye.
Kurtemijarek jî, ji vegotina her tiştî
re têrî dike. Rêber Apo ku vê hişmendiyê
derxistiye holê, ev 35 sal in bûye mejî
û dilê mazlûm û yên ku birîna wan hene.
Dîrok hîn dike, perwerde dike û rê nîşan
dide. Yên mîna Kiliç Eliyan bi mahdekî
nepixandî hewl didin ku Rêber Apo darve
bikin. Bes rastiyeke ku hesabên wan xera
dike heye. Ji ber tola milyonan ku
dinyayê li serê wan xera bike, bi paş ve
gav avêtin.
Tevgera Apocî û ew milyonên ku meyl
daye, nêzîkatiya li hember Rêbêr Apo
wekî hinceta şer-aştî rave kir. Divê
Kiliç Elî, Elî Elverdîler û Çaglayanan
bizanibin ku, dest dana Rêber Apo sedema
mirina wan e. Pêkhatin bidin aliyekî,
bûyîna mijara gotinê jî, sedema çalakiyê
dihesibînin û di vê bingeha tolhildanê
de wê arastebûn çêbibe.
Darvekirina rêberên welatparêz, demokrat
û sosyalîstên ên mîna Şêx Saîd, Seyîd
Riza, Denîz Gezmîş, Hidir Aslan, Erdal
Eren û gelekên din, encax dibe sedema
tolgirtinê. Divê neyê jibîrkirin ku, di
vê wateyê de, tevgera Apocî ji bona vî
hesabî derketiye ser dika dîrokê.
Yên ku di şexsê Rêber Apo de êrîşê
hêviyên azadî û wekheviya gelê me bike,
divê baş bizanibin ku, wê kirinên wan li
cem wan kar nemîne. Bila Devlet Bahçelî
û kurmikên wî, neyên eşqê. Li hember ew
hêza ku faşîstan di xwîna wan de
bifetisîne, êdî dema hatine seadetê ye.
Hêleke bi xêr a ku wisa li qadan
hejandina werîsan nîn e. Wê piştre hinek
derên, te jî li werîs daleqînin û wê
haya te ji te çênebe.
Divê tu kes sebra tevgera Apocî
neciribîne. Dilê ku li Îmraliyê
hildavêje, ji bona azadiyê gel e. Yên ku
dest davêjin dilê ku ji bona gelê me
davêje, divê bizanibin ku, tolhildana
Apocî wê mezin be.
Yên ku bi werîsan radibin û rûdinên, wê
li werîsan bêne rêzkirin, bila ji vê
yekê haydar bin! |