|
Di
dawiya dawîn de serfermandarê tirk
gotina ku di devê xwe de digevizand
derxist. Got ku; “di operasyoneke
derveyî sînor de emê nikaribin PKK’ê
biqedînin, lê emê derbeyek lê bidin”
Demek mebesta wî lêdana derbeyê bûyê,
jixwe ji ber ku ew bixwe derbekar e ev
tê fêmkirin.
Ka em werin ser meseleya “lingê qazê”
bes mesele qet jî ne wisa ye. Bûyûkanitê
ku bi riya çapemeniyê ji derbeyan hez
dike, bes ji ber ku di pratîkê de gelek
derbeyan xwariye, hê ji ji bin bandora
şoqan derneketiye. Herî dawîn rabû
endamên çapemeniyê bir Egîrdîrê û bi
şova ku kire, xwest e ku zevahîrê xelas
bike.
Qaşo wê bi leşkerên profesyonel têkoşîn
bikin, wê mehane bidine wan, wê vanan
heta temenên xwe yên dawîn şer bikin!
Baş e wê ji wan nepirsin, vanan ji bona
pereyan wê herin mirinê an jî wê jiyana
xwe bavêjin xetereyê? Di ser de jî ji
yên ku ji bona pereyan dimirin re
“niyazî” tê gotin, her kes dizane ku
“şehîd” nayê gotin.
Em ferz bikin ku artêşeke bi pere ava
kirin û di ser de jî van leşkerên
teqawid û an niştavanperwerên(!) ku her
roj qirêjiyên wan dertê bazarê statûyeke
fermî bi dest bigirin, wê çibibe? Wê kî
bi çeteyên profesyonel re têbikoşe,
pirsa esasî ev e.
Dema ku Bûyûkanit fermandarê kolordûyê
bû, teşkîlata JÎTEM’ê birêve dibir.
Kuştinên ku “zarokên wî yên baş” kirine
gihîştiye hezaran, bi hezaran gund û
gundikan şewitandin. Bûyûkanitê ku
mîmarê şerê qirêj e, ji niha de di bin
navê artêşa profesyonel de, “hemû
zarokên xwe yên baş” bi maeş ve girêdaye.
Wisa tê fêmkirin ku mînakan çeteyên mîna
Atabey-Saûna-Enqere, pêwîst kiriye ku
tedbîrek wisa bigirin. Ev kirûyên ku li
hişmendiya rayagiştî dikevin, mîna ku wî
tengezar kiriye. Ger ku fermîbûyîn
çêbibe, wê vanan ji kategoriyan sûc
derên û kiryariyên wan resmî bibe.
Baş e wê vanan çi bikin? Wê li ser
mirovên sivîl û bê parastin terorê
bilavînin. Wê lez bidin kuştinên ku
kiryarên wan ne diyar in. Wê êrîş bibin
ser derdorên welatparêz û demokratên ku
bi gotina wan “noker” in.
Wê Bûyûkanit û çeteya wî ya profesyonel
di bin navê artêşa profesyonel de,
çeteyên xwe yên nelegal bigihînin
statûyeke qanûnî. Jixwe bi salan e
navendên perwerdehiya komandoyan ên
Qeyserî, Egîrdîr û Foçayê dixebitînin.
Her sal leşker amade dikin û dişînin
Kurdistanê. Di vê wateyê de jixwe tiştek
nû nîn e. Ya nû ev e ku, Bûyûkanit di
ser van de çeteyên nelegal gihande
statûyeke fermî û têxistiye dewrê.
Di ser komandoyên ku bi hezaran li
Başûrê Kurdistanê bi cî bûne, tê zanîn
ku li ser navê karsaz-razemenîker-senayîvan
û tendûristvananan “zarokên baş” ên
Bûyûkanit çeperên xwe girtine. Vanan
carnan bi bûyerên teqandinan, carnan bi
sûîkastan carnan jî bi riya tirkmenan
karên tarî birêve dibin. Heta hinek ji
wan bi parçeyên firokeyan jî hatine
girtin.
Bûyûkanit û çeteyên wî, jixwe dixwazin
li derveyî sînor zêdetir tiştan bikin,
lê nikarin bikin. Li dûrî sînor heta
bêjî tengav bûne. Bi nîşandina derveyî
sînor re, dixwaze xwe ji tengavbûna heyî
rizgar bike. Ev lîstik her diçe dirûvekî
xeter digire. Bûyûkanit û çeteya wî, li
sînor û li dûrî sînor, bi heman
zihniyetê tevdigere. Em bi feraseteke
ketandî ku ji bona pere mirovan dikarin
bikujin re rû bi rû ne. Ji van çeteyan
her tişt tê hêvîkirin. Ji ber vê sedemê,
divê em qet li ber wan nekevin. Ku cî
hatiye em dixwazin van derdorên ku
etîketa teqewidbûnê hildigirin û van
dijminên gel ku di warê zihnî de seqet
in hişyar bikin. Jixwe dema ku leşker
bûn, tiştên ku kirine têrî ceza girtinê
dike. Qe nebe piştî ku hûn teqawid bûn,
rênên li ciyên xwe. Her roj di
çapemeniyê de telên xwe nîşandayîn û
wîlewîla şerkirin, wê ne ji bona xêra we
be. Di ser de jî hûn beşdarî artêşa
profesyonel bibin, wê dawiya we ne baş
be. Bi kurdan dijminahî kirinê, wê
tiştek nekeve destê we, beravajî vê
yekê, wê we bi xetereyan re rû bi rû
bihêle. Dîroka şeran daye selmandin ku,
ev dibe artêşeke profesyonel be ev dibe
artêşeke bi pergal be, tu artêşek li
hemberî gerîla bi ser neketiye. Pratîka
şer a 25 salan vê rastiyê piştrast dike.
Daxwaz û hêviya me ev e ku, tu kes xwe
tevlî van lîstikên qirêj ên Bûyûkanit û
çeteyên wî nebin. Nexwe ewê heman
aqûbetê parve bikin.
Ji me gotin!.. |