| |
|
Waliyê Elezîzê û zîhniyeta
qirkirinê |
Waliyê
Elezîzê, bi rengê "PKK’yiyan li kî derê
bibînî dê tu şerjê bikî" daxuyaniyek da
û medyaya tirk jî ev daxuyanî weşand. Ê
ev daxuyanî dayî, waliyê dewleta tirk e
û nûnerê wî yê fermî ye. Ev walî, bi
pêkanîna polîtîkayên fermî yên dewleta
tirk re erkdar e. Ev daxuyaniya Walî,
mantiq û polîtîkayên dewleta tirk dide
der. Ger ev daxuyaniya wî ya şexsî bûya
û ji aliyê dewleta tirk ve nehatiba
pesendkirin, nehatiba teswîpkirin, wê
tevahî sazî û rayedarên dewleta tirk bi
lez daxuyaniyên ku vê mehkûm dikin bidan,
wê dawî li karê wî bianîna û wê doz lê
hatiba vekirin.
Dewleta tirk, di vê rewşê de careke din
li ser sûc hate zeftkirin. Daxuyaniya
walî, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta
tirk bi awayekî pir aşkera û pir zelal
datîne holê. Ji berê ve me digot,
dewleta tirk ji derveyî înkar û
tunekirina kurdan tu polîtîkayeke din
nafikire, tenê mirinê layîqî kurdan
dibîne, lê tu kesî bi vê bawer nedikir.
Ev daxuyaniya walî û ji ber tu sazî û
rayedarekî dewletê ev rexne jî nekir, ev
tiştên me gotîn ka çiqas rast in bi
terzeke ku her kes karibe fêm bike danî
holê.
Li gorî dewleta tirk, "kurdê herî baş,
kurdê mirî ye". Tişta ku bi salan e pêk
tîne û di pêkanîna wê de israr dike ev
e. Tenê tiştê ku dewleta tirk layîqî
kurdan dibîne, weke ku dar û heywan têne
şerjêkirin, şerjêkirina kurdan e. Ma
polîtîkayeke ji vê hovtir heye? Ma ev
polîtîka ne polîtîkaya qirkirinê ye? Di
vê zîhniyetê de kurd weke însan û gel
nayên dîtin, weke dar an jî heywanan
têne dîtin. Ma ev nayê wê wateyê ku vê,
bi aşkerayî û bêyî tu fikaran, datînin
holê? Derdikeve holê ku dewlet
şerjêkirina kurdan weke maf û erkekê
dibîne. Di vê zîhniyetê de ji kurdan re
maf û derfeta jiyanê nayê dayîn. Mîna
vê, ji bo şerjêkirina wan bi aşkerayî
bangawazî tê kirin. Ev bangawazî piştî
bangawaziyên Serokê Fermandariya Giştî
yên weke "divê neteweya tirk li hemberî
kurdan refleksa xwe dane holê" û "yê ku
nebêje ‘bextewar im ku ez tirk im’,
xayîn e" hate çêkirin. Ev bangawazî hev
temam dikin.
Li pêşberî vê daxuyaniya Walî û
bêdengiya tevahî sazî û rayedarên
dewletê, helwesta siyaseta tirk û (ji
derveyî partî û grûbên sosyalîst) ya
piraniya zêde ya partiyên siyasî yên vê
temsîl dikin jî îbret e. Partiyên ku
hema hema di her mijarekê de daxuyaniyê
didin û helwest diyar dikin, li pêşberî
vê daxuyaniya ku bi aşkerayî dibêje divê
kurd bêne şerjêkirin û vê teşwîq dike,
pêwîst nedîtin tu daxuyanî û helwestê jî
nîşan bidin. Ev bêdengî, zîhniyeta van
partiyan, kurdan çawa dibînin, çawa
nêzîkî kurdan dibin, çi layîqî wan
dibînin datîne holê. Ev, nîşan dide ku
ew bi temamî polîtîkayên dewletê yên
fermî esas digrin, pêk tînin, ev ne
demokrat û azadîxwaz in. Divê kurd êdî
rastiya van partiyan bibînin, di nav wan
de cih negrin, alîkariyê nedin wan,
bizanibin ku her yek rola celadekî
dileyîze û pêwîst e li hemberî van
helwest bigrin. Derketiye holê ku li
hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê
yên heta roja îro li hemberî gelê kurd
hatine pêşxistin nesekinîne, tevahî
êrîş, lînckirin, komkujî, girtin,
îşkence, cezakirin, zext û qedexekirin
pesend kirine, teşwîq kirine û dê ji
niha û pê ve jî bi israr bidomînin. Bi
helwestên xwe yên dawî jî li hemberî
daxuyaniyên hovane yên bi rengê
şerjêkirinê bêdeng mane. Danîne holê ku
ev polîtîka pesend kirine. Polîtîkayên
hilbijartinê jî bi temamî li ser
dijminatiya PKK û kurdan, li ser
tunekirina wan re pêş dixin, hewl didin
serkeftinên xwe bispêrin vê. Kîjan kurdê
bi wijdan dikare alîkarî û dengê xwe
bide van partiyên ku xwe ji celadiyê re
amade dikin? Her kurdê biwijdan, pêwîst
e rastiya van partiyan bi tevahî însanên
kurd bide fêmkirin, wan teşhîr û tecrîd
bike.
Em dibînin ku heta roja îro dadgeh jî
bêdeng maye, bi pêdiviya tu miameleyê
nedîtine. Daxuyaniyên walî li gorî
destûra bingehîn a tirk û zagonên tirk
bixwe jî sûc e. Dadgeha tirk ku li
hemberî vî sûcê hatîkirin neket hereketê,
ev nîşan dide ku dadgeh bi aşkerayî
polîtîkayên dewletê yên fermî esas
digire, pêk tîne. Di nava tu destûreke
bingehîn, zagon, têgihîna hiqûq û
edaletê de cihê şerjêkirina kurdan nîn
e. Şerjêkirina kurdan, teşwîqkirina wê,
li hemberî mirovahiyê pêkanîna sûc e,
ferz e cezayê wê jî pir giran be.
Dewleta tirk, siyaset, dadgeh û
çapemeniya wê tev bi hev re li hemberî
kurdan qirkirina herî mezin pêk tînin.
Pêwîste hêzên weke YE û DYA’yê bibînin
ku kî terorîst e, pêwîst e vê mora kirêt
a "terorîzm"ê ya bi bêmafî û temamî bi
bêînsafî li PKK’ê xistine bibînin û vê
sererast bikin. Pêwîst e ji ber hinek
berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî
nebin hevbeşê vî sûcê ku dewleta tirk li
hemberî mirovahiyê dike. Walî bi
daxuyaniyên xwe hem bi teşwîqkirina
şerjêkirina kurdan li hemberî mirovahiyê
sûc dike, hem jî bi zirardayîna yekîtî û
pêşeroja Tirkiyeyê sûcekî giran dike.
Helwesta medyaya tirk ecêbtir e.
Medyatirk mijarkir malê raya giştî.
Daxuyaniyên Walî ragihandine, lê pêwîst
nedîtiye ku rexneyeke herî biçûk jî lê
bike.
Li şûna ku rewşenbîr, nivîskar,
akademîzan, demokrat, lîberal,
demokratên civakî û welatparêzên tirk,
li hemberî vê zîhniyeta faşîst rabin ser
lingan, rexne bikin, mehkûm bikin, bang
li tevahî civakê bikin ku li hemberî vê
zîhniyetê li gel kurdan cihê xwe bigrin,
bang li dewlet, siyaset, dadgeh û
çapemeniyê bikin ku erk û
berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, em
heman bêdengiya wan di vê derê de jî
dibînin.
Divê kurd li her cihê lê dimînin vê
zîhniyeta faşîst û pêkanînên wê protesto
bikin, zanistiya xwe, yekîtiya xwe,
hevgirtina xwe, rêxistinî û çalakiyên
xwe yên azad mezin bikin, vê kûr bikin,
domdar bikin û têkneçûna xwe garantî
bikin. |