| |
Heft can, heft şitlê azadiyê, heft
rêhevalên rojê, heyvê û stêrkan ji nava
me koç kirin. Digirîn di nava xwe de
taht, zinar û vê xwezaya qedîm, li van
çiyayên azad, li bihûşta welatê me. Êdî
gul jî naxwazin bêhna xwe ji me re
bifûrînin û bilbil dev ji awazên xwe
berdane. Pel hildiweşin di dilê me yê
birîndar de, fena her carî. Di ronahiya
tavehîvê de, xwîna sor bi xwêdana eniyan
ron dibe. Di her qebaskirina lat û
zinarekî de, wan hêrsa xwe li guleyan
bar kir û li ser sînga dijmin de
reşandin.
Dîlan û govenda azadiyê dest pê kir.
Zîlanê bi rûyê xwe yê heyvesor, bû bûka
Zagrosê. Ew mîna gelê xwe penaber bû û
di penaberiyê de, dilê xwe kiribû pola.
Vaye Zîlan temeziya kesk û sor û zer
hejand.
Tilîlîlî!!!
Tilîlîlî!!!
Di bin gurmegurma qilêşan de, vaye tê
şêrê serê çiyan Latîf, xortê çeleng û
dildarê êgir, bi tevgerên xwe dîlanê geş
dike û xwe berdide meydanê. Dîsa mîna
her car rûyê wî bi ken e.
Dîlana azadiyê ye, ma hejmar têr dike.
Vaye tê bi mêrgasiya xwe Egîdê Amedî,
sergovendê taxa Elîpaşayê, tam li gorî
navê xwe ye. Dara azadiyê bi xwînê tê
avdan, her û her tî ye.
Rih û giyanekî din, Mazlûm! Bi kenekî
bilind, dixwaze tevlî govendê bibe û mil
dide hevalan.
Vaye xwendekarê me Levend! Bi dilê xwe
yê ciwan û tijî heyacan, bi dirûşma Bijî
Serok Apo dibeze.
Dengek bilind dibe û li zinarên Zagrosan
olan dide, dengê Seyvan e! Lawikê
Kirmanşahî û fermandarê Zagrosê! Ew jî
hevalên xwe, bi dilê xwe yê fireh hemêz
dike.
Şaho derdikeve û bang dike; “Heval min
tenê nehêlin, ez jî dixwazim, bi
lîstikên rojhilatê reng bidim govendê.”
û bi evîna xwe ya mezin govend temam
dike. Teqîn, qîrîn, qajîn e, di şeveke
reştarî de. Mîna stêrkên bêwar, her yek
ji wan dixuricin li ser axa pîroz û
birîndar.
Belê Zagros!
Ew çiyayê ku ji Îskender re nebû yar. Ew
çiyayê ku her dem bûye hêlîna
berxwedêran. Çarçela û Avaşîn lorîn û
zêmaran bê navber distrin. Vaye! Hemû
heval amede ne. Vaye! Tu tenê mayî, de
berdewam bike vê govendê! Vaye! Niha
xort û keçên qeşeng û çeleng, xwe
avêtine bextê te û dixwazin di ciyê mayî
de govendê temam bikin.
Çiya û zozanên Zagrosê, ji niha de,
bêriya ken û henekên we dikin. Ka ew
bişirîn û kenê we yê ku heyvaçardehşevî
dihesidand. Sosin û nêrgiz, di dîlanê de
ne û benda we ne, da ku hûn sergovendiyê
bikin. Li hemberî lehengiya we, ew
yezdanên ku xweşik dihesibînin, di
şibakeyên panteonê xwe de, ji xwe fedî
dikin.
We saqoyê xwe, li bin baranê raxist û li
hemberî vê sîstema hov serî rakir. Ji
bona aştiyê û azadiya Roja xwe, we xwe
ji çalakiyan paşve nehişt û hûn ketin
riya azadiyê û di kerwana azadiyê de, bi
sekn û girêdana xwe, we şivereyên herî
dijwar li dû xwe hiştin. Çend hevalên we
bûn mertal di dilê gelê xwe de, da ku
rûmeta gelê me ji xinis û hovan
biparêzin.
Belê!
Mertalên zindî yekem şehîdê xwe da. Di
vê destana berxwedanî û lehengiyê de,
Latîf Torak(Alî Şîmşek), mîna hevalên
xwe yên din, bû şehîdê aştiyê. Ew ji
bona aştiyê ketibû riyan. Ji bona
azadiya serokê xwe û seknandina
operasyonan, bi qasî sal û nîv berê
ciwanên kurd, bi stranên xwe û eşqa xwe
ya aştiyê berê xwe dan çiya. Lê sîstem
wan terorîst bi nav kir. Ew bi israr bûn
û bi dehan koman, ji her bajarî ketin
riyan û gelek ji wan ketin girtîgehan.
Wan digot: “ Em wekî ciwan, naxwazin li
serê çiyayên me operasyon lidarbikevin.
Em naxwazin tu kes bimire.” Wan ji bona
bala rayagiştî bikişînin ser pirsgirêka
kurd û rewşa tecrîdê, bûn mertalên zindî
û qasidê aştiyê û gotin; “Em naxwazin
bimrin û bikujin.”
Lê dewlet guh neda wan û bi hovîtî çû
ser wan. Wan dîsa got: “Em naxwazin
bimrin û bikujin. Ger rewş ev be, kîjan
alî aştiyê dixwaze emê li wê hêlê bin.”
Û refên xwe diyar kirin. Mîna teyrên
baz, ji gundan, bajaran û metrepolên
tirkan meşiyan ber axa pîroz û azad, ji
bona azadiyê. Sal 2005 û destpêka
havînê, di qileqija havîna sotîner de,
wan qefle bi qefle berê xwe dan, Herêmên
Parastina Medya. Daxuyanî dan û dem
danîn. Lê ji dewletê tu bersiv nehate
dayîn. Wan xwe wekî Tûgayên Aştî û
Azadiyê binavkirin. Û piştî demekê, bi
armanca aştî were Kurdistanê û ji bona
Rêberê Gelê Kurd bigihîje azadiyê,
beşdarî refên gerîla bûn. Wan rêgeha
ciwanan diyar kirin. Û piştî kom bi kom
ciwan berê xwe dan çiyayan, her kes wan
wekî beşdarbûnên Mertalên Zindî nas kir.
Yek ji wan jî, Latîf bû. hemû hevalên wî
jêre Şêro digotin. Ew bi vê ciwaniya xwe,
ji zû de bûbû rêhevalê riyên tarî û ev
mêrxasî û girêdana wî kir ku di demeke
kurt de, derbasî pratîkê bibe. Belê,
lawikê serhedî, li hemberî êrîşên li ser
serokatî, li derdora serokatî bû mertal,
ew ji bona rûmeta şehîdan biparêze û
armancên wan ên nîvco man temam bike bû
mertal, ew ji bona ku ji yê pey xwe re
rê vekin bû mertal. Ew bangek bû,
qîrînek bû, ji bona aştiyê. Û niha jî li
benda mertalên din e, da ku govenda
nîvco maye temam bikin…
Oxir be lawikê serhedî! Oxir be
sergovendên azadiyê!..
|