| |
|
“Vegerin ciyên ku hûn jê
hatine!” |
Şevên
sayî ên li çiyayê azadiyê, li ber xuşîna
avê dolan, li ber biriqîna stêrkan, li
ber dengê çirçirokan û li ber şewqa
gûstêrikên ku li asîman firên reqase
dikin, temaşekirina asoyên bê binî bi
peyvan nayê vegotin. Li taldeyeke ewle,
çaydankê te yê çayê yê bi tenî ku li ser
kuçikekî çarberî be, wê demê dîmena heyî,
delaltir dibe. Li derdora van çarberan
şer û siyaset, bi hemû ahenga xwe di
nava diyalektîkeke bêhempa de tê
nîqaşkirin.
Dema ku ji radyoyê ajansan guhdar dikin,
em dibînin ku her derdor û hêz li gorî
berjewendiyên xwe li ser gerîla diaxive
û her yek tiştek dibêje. Her derdor û
hêz, hespê xwe Rojhilata Navîn dibezîne.
Di cudahiya van nîqaşan de ya cuda ev e
ku, êdî gelê kurd jî xwedî hesp in û ji
bona netewa kurd, bi cewhera hespê
Hedman, bi çargavê dibeze.
Li hember van pêşketinan, rayedar û
çapemeniya tirkan, dîsa ketine tatêlê.
Ya herî ecêb û sosret, çapemeniya tirkan
nû bi çekên me yên giran hisiyane. Wey
doçkayên wan hene, wey hawanên wan hene,
wey fûzeyên wan hene û hwd. Mîna ku
yekem car pê hisiyane û bi wêne û
nirxandinên televîzyona El Cezîre çarşef
çarşef derdixin pêş. Destpêkê em ji
çapemeniya tirkan re bêjin; “Rojbaş!” Ma
qet napirsin ev firokeyên wan ên têne
daxistin û lêdan, çawa dikevin? Û dîsa
nîqaşa em bikevin an nekevin. Wekî
tevger, gotina me soza me ye. Ne pêwîst
e em fortên xwe jî bavêjin. Em her dem
dibêjin, yên ku dixwazin kerem bikin! Bi
dehan caran artêşa tirk bi sed hezaran
ketiye herêmên parastinê û her carê jî
lêdanê giran xwariye û derketiye. Di
warê leşkerî de bila gumana gelê me nîn
be û gelê kurd bila bi zarokên xwe bawer
be.
Lewre ketin û neketina başûr, dîsa
bincilkirina rojeva eslî didome.
Serokwezîrê wan şehitî şehitî, hejmaran
tevlihev dike. Em hejmaran bidin aliyekî
bakur li ku dere başûr kîjan hêl e, êdî
tevlihev dikin. Heta donapêr digotin,
“me qedand”, îro jî ketine kêmkirin û
zêdekirina hejmara gerîlayan. Dîsa bi
riya hinek ajansên biyanî agirbest kete
rojevê ku hê me agirbesta berê
neqedandiye. Dirûtî û qirêjiyên rayedar
û artêşa tirkan wisa ji hola xwe dertê,
a rast madê mirov li hev dikeve. Mîna ku
me çar hezar gundên wan şewitandiye,
mîna ku bi milyonan gelê wan koçber bûye,
mîna ku em cenazeyên wan parçe dikin,
mîna ku em li Amedê tirkan lînc dikin û
mîna ku em dibêjin ji nû ve herin ew
Asyaya Navîn a ku hûn jê hatine. Lê ew
postê miyan ku bêhna xwînê jê difûre,
aşkere bûye, genî bûye û bêhn dide. Kî
ku rewş wisa bidome, îcar emê bi rastîn
bêjin, herin ciyên ku hûn jê hatine!
Di vê pêvajoya ku wê dîrok ji berxwedanî
û lehengiyan re şahîdî bike, gerîla û bi
giştî tevger ji her demê zêdetir zelal û
bi biryar e. Dema mirov li salên borî
binêre, ku gerîla asta çalakiyan bilind
dike, gotin û daxuyanîyên rayedarên
tirkan diguherin. Di sala 2006’an de jî
heman rewş hate jiyandin. Gerîla çend
meh li ser hev di çarçoveya parastina
rewa de çalakiyên xweparastinê li dar
xist, ji hikûmetê bigire heta derdorên
sivîl an berdevkên leşkeran ketin dewrê,
bangên agirbestê kirin, qaşo şer
bisekine wê gav bêne avêtin. Lê piştre
hate fêmkirin ku, armanc şikandin û
sistkirina çalakiyên gerîla bû û pê re
jî operasyonên tunekirinê zêdetir kirin
û li ser gel pêkutî derketin asta herî
bilind. Di van rojên ku hem qada leşkerî
hem qada siyasî dikele, wê careke din
zirûfên gavavêtinê nemîne.
Dewleta tirk di hemû propaganda û
dîplomasiyên xwe de, yên ku şer îlan
kiriye gerîla nîşan dide. Di operasyonan
de sedema mirî û birîndaran wekî teqîna
mayînan nîşan dide. Dewleta tirkan
herêmên tampon ava dike. Li aliyê
Rojhilatê Kurdistanê jî, dewleta Îranê
herêmên tampon ava dike. Ji niha de gund
têne valakirin û daristan têne
şewitandin. Li Bakurê Kurdistanê,
pêkanîn şerên qerij ên salên 90’î
têxistine dewrê. Zozan hatine
qedexekirin û bajarê kurdan kirine
girtîgeh. Kurdistan ji nû ve tê
dagirkirin. Ev jî wê bi xwe re
bablîsokên ku artêşên dagiker tê de
bifetisin derxîne. Gerîlayê ku xwedî
tecrûbeya sî salî ye, wê bêdeng nemîne û
di asta jorîn de parastina gelê me yê
rojhilat û bakurê Kurdistanê bike.
Bila her kes bizanibe ku, şer tercîha me
ya dawîn e, lê mîna her giyanewerî
xweparastin mafekî herî xwezayî ye. Ji
hêla serokatî û tevgera me ve her cure
gav hatin avêtin û hê jî têne avêtin.
Bila tu kes ji me cudatir gavek hêvî
neke. HPG artêşa fedayî ya Rêber Apo ye.
Yên ku dixwazin gav bêne avêtin, wê
herin serî li Îmraliyê bidin. Ji bilî wê,
wê gerîla riyek din û pêşniyareke din
nepejrîne. Sedema hebûn û tunebûnê,
sedema şer û aştî bi giravê re girêdayî
ye. Ev ji bona me rastiyeke jênavegere û
bi qasî erd û ezman rasteqîn e.
|