|
DILÊ ME MEHKÛMÊ TE YE AMED!.. |
Em di kuçeyên te de, di bin bircên te
yên mezin de hîn bûn çîrokên te yên
hezar salan. Di deriyên te yên ku ji
dost û dijmin re vekiriye, em fêr bûn.
Bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan” ew
zarokên te yên ku ketin hundirê te û
heta extiyarên ku por û riyên wan
tevlihev bûne jî.
Amed, em di te de hîn bûn ku çinareke du
hezar salî ne dibe sêv an jî dibe hirmî.
Amed, te zimanek û çandek wekî razek di
dilê xwe de veşart û dema ku te serî
dida lê raz nedida li hemberî talankeran,
tu nebûyî evîndarê celadê xwe û te ev
yek li hember dinyayê selmand.
Ma tu neketî destê kê, te kîjan
talankerên gureboz, ereban, farisan,
rûman û tirkan nedît kî. Belê, te li pey
hev dît hemû zaliman. Ew winda bûn, lê
tu heta roja me û pêşeroja me bi qasî
bircên xwe zexm mayî.
Tu ji me re qîriyayî ku bi te gav nayê
avêtin.
Amed, rûmeta me tu yî!
Dibe ku zimanê me mîna her kesî hêsan
vegotinê hez nake, yek jî em zarokên te
vedişêrin di hundirê xwe û te û
hezkirina xwe, lê dilê me mîna agir
dişewite.
Helbet xwîn nabe av û sozên ku ji te re
hatiye dayîn nayê jibîrkirin. Merdî sozê
xwe girtine.
Helbet zarokên te jî bi qasî te merd in!
Helbet guleyên ku berdane te ji bîr
nakin. Emê ji bîr nekin ew zarokên
general ên ku li patika wan sator
dihejiyan û ew zarokên ku êşa wan a ku
axê bi xwînê av dide. Emê ji bîr nekin
sonda şikandina wan destên faşîst ku
porên dayîkên me girtine.
Tu dayîka me yî Amed!
Em bi şîrê te mezin bûn, em bi lorînên
te bûn mêr û jin. Her çiqas bi ser te de
biqîrin jî, tu bizanibe ji ber ku me tu
ji destê zaliman xelas nekiriye û ev ji
me re ye. Niha êşa me jî, rûmeta me jî
tu yî Amed!
Kê dizane, dibe ku tu xeyîdî bî jî Amed.
Dibe ku tu bêjî çima zarokên min li min
napirsin mîna dayîkên din, lê dîsa jî tu
baştir dizanî, yên ku namûsa wan di bin
lingan de be, mafê wan ê axaftinê nîn e.
Mîna ku wan zarokên te yên herî pîroz ku
li ser gorên xwe “deyndar in”
nivîsandine, em jî tenê ji bona ku deynê
xwe bidin jiyan dikin Amed!
Her çiqas dîtina te nebe nisîbê me jî,
tu bizanibe ku li çiyayên Kurdistanê, wê
hestiyên me li ber bayên te, azadiya te
biqirîn. Li dinyaya din jî, wê destê me
li hemêza zaliman de be.
Tenê tu xem neke Amed!
|