| |
|
Mişextî(Tehcîr) |
Hefteya
borî nivîsa me ya li ser “herêma tampon”
rê li ber nîqaşan vekir. Li hundir û
derve, gelek derdor li hember pêkanîna
herêma tampon dijberiya xwe diyar kirin,
genelkurmay jî ya ku kirine hemû qadê
nagire nava xwe û ne herêma tampon e ye
paraste.
Encax hefteya borî yên ku hatin jiyandin,
nivîsa me piştrast kirin û vê biryara
herêma tampon bi hêztir kir. Wekî mînak,
zîrveya terorê ku genelkurmay û nûnerên
di asta jor de gihandin hev, daxuyanî û
teyisînên ku bûn, tê vê wateyê ku
hikûmet vê biryarê dipejrîne û pêwîstî
têne plankirin. Nexwe ev biryara ku ji
bilî jendermeyan artêşa ku li bajarok û
bajaran derfetên peywir digire, tê çi
wateyê? Ev zagona ku rayeyek zêde dide
polîs û hêzên ewlekariyê ji bona çi
hatiye derxistin?
Ji vê wêdetir, qey ew tîmên taybet ên ku
li herêmên kurdan e, kêm hatine dîtin û
biryara ku bi hezaran tîmên taybet ên nû
bişînin herêmê hatiye girtin. Baş e, wê
van tîmên taybet ên bi rûpûş û xwe
vedişêrin çi bikin? Her hal wê polîstiya
trafîkê nekin. Aşkere dixuye ku di
pêvajoyên pêş me de wê li herêmê
kuştinên kiryarên wan ne diyar,
şewitandina gundan û bi zorê sirginkirin
bêne jiyandin.
Jixwe nîqaşên di nava rêveberiya dewlet,
qedemeyên jorîn û serokên partiyan de tê
kirin nîşaneya vê yekê ye. “Di nava
sînorên Irak û Tirkiyê de çend terorîst
hene?” Yên ku hejmarê kêm dibêje, wekî
biçûkdîtina terorê tên sûcdar kirin; yên
ku hejmarê zêde dibêje jî, bi
propagandakirina terorê têne sûcdarkirin.
Çi xerîb e, wisa dixuye ku rêveberiya
dewletê hatine rewşa “nîçarvanê seriyan”
Ku em van hemûyan bigihînin hev, wisa tê
fêmkirin ku biryara ku gund û bajarokên
li ser sînorên herêma Tirkiyê-Îran-Iraqê
bê valakirin hatiye girtin. Tê
çavdêrîkirin ku bi rêveberiya Îranê re
jî hevbeş tevdigerin. Li ser navê
“herêma bi ewle”, bêyî ku nîqaş bibe, tê
xwestin ku “herêmeke bê mirov” bê
avakirin. Aşkere ye ku, ev tê tehcîreke
nû a kurdan. Ji ber vê yekê biryara ku
der barê nifûsa kurdan de hatiye girtin,
di rastiyê de biryara afirandina herêma
tampon e.
Tehcîr, civakekê an jî gelekî bi zorê ji
cî û waran koçberkirine. Helbet ev nayê
wateya ku berê ciyek hatiye amadekirin û
têne bi cî kirin. Tê wateye bi zorê ji
ciyê ku jiyan dike bê qewitandin, avêtin
û belavkirinê. Di dîrokê de tê zanîn ku
osmanî “tehcîra osmaniyan” kirine. Di
roja me ya îroyîn de, ya ku li ser navê
“qirkirinê” tê nîqaşkirin ev e.
Berê jî li hember eşîrên kurdan
pêkanînên tehcîrê bi pêş ketine. Wekî
mînak, li Dersîmê di salên 1938’an de ev
pêk hatiye. Hê jî hinek herêmên bi heman
navê têne bibîranîn wekî “herêmên qedexe”
îlan bûne û nufûsa li vir neçar hiştine
ku li herêmên din jiyan bikein. Di
rastiyê de yên di sala 1994’an de hatin
jiyandin, di cewherê de xwe de tehcîr e.
Di vê pêvajoyê de bi hezaran gund hatin
şewitandin û wêran bûne û bi milyonan
mirov ji cî û warên xwe hatine derxistin
û qewitandin. Îro li bajarên mîna
Stenbol, Îzmîr û Çukurovayê bi qasî heft-heşt
milyon kurd, bi zorê ji cî û warên xwe
hatine derxistin. Bi vî awayî ev nufûs
pêk hatiye. Genelkurmayê wê demê Doxan
Gureş ku xwediyê van pêkanînan e, bi
pêkanînên xwe her dem peznê daye û bi vî
awayî ketina wî ye meclîsê çêbûye. Li
herêmên ku mijara gotinê ne, ji sê beşan
yek ên kurdan wê demê bi pêkanînên
tehcîrê re rû bi rû mane an go bi zorê
ji ciyê xwe hatine derxistin.
Genelkurmay Bûyûkanit, dixwaze karê berê
yê genelkurmayê kevn Doxan Gureş temam
bike. Jixwe di bernameyeke TV’î de Doxan
Gureş gotibû; “Ku li Bûyûkanit dinêrim,
mîna ku li eynikê binêrim” Ev, di
pêkhatina tehcîra kurdan de, wisa
dixuyeke wê zêdetir wisa be. Diyar e ku
tehcîra ku pêk bê, wê ne mîna ermeniyan
bi tevahî be, tê xwestin tehcîra kurdan
herêm herêm û parçe parçe bikin. Tê
fêmkirin ku, ji ber pirbûna nufûsê û li
derveyî sînor in, wan ber bi
plansaziyeke wisa de dibe.
Li vir pêwîst e ku em xisûsê diyar bikin;
wê tehcîr nikaribe pirsgirka kurd çreser
bike û kurdan biqedîne. Îro pirsgirêka
kurdan ku li Tirkiyeyê belav bûye û li
derveyî welat rewiqiye, li ciyên ku lê
ne rêveberiyan tengav dike. Tehcîrên nû,
wê ji bilî mezinkirina pirsgirêkan
wêdetir tiştek din neke. Wê ev
berxwedaniya kurd bi rivîn bike, mezin
bike û bigihîne hev. Ji vanan jî wê herî
zêde Tirkiye zirar bibîne. Ji ber vê
yekê Tirkiye, ku polîtîkayên ku zirarên
wan di serî de belî ne, xwe dûr bihêle.
Helbet kurd van pêşketinan ji nêzîk ve
dişopînin û dizanin ku van polîtîkayan
ji bona wan bi tevahî ji holê rakirine.
Kurd vê yekê dibînin û fêm dikin.
Ji ber vê jî, divê neyê hêvîkirin ku, wê
kurd bêdeng bimînin û tenê temaşe bikin.
Wekî mînak; ber bi ku ve bêne
sirginkirin jî, wê li wir zêdetir
bigihîjin hev û ziman û çanda xwe bipêş
bixin. Dîsa wê bi xwestek û bi hêsanî
dev ji warên xwe bernedin. Ku
tengavkirin hebe jî, di şûna ku li
Tirkiyê belav bibin, ber bi herêmên
kurdan ên li Iraq û Îranê ve çûyînê
tercîh bikin. Her wiha kurdên ku li
Stenbol, Îzmîr û Çukurovayê belav bûne,
dikarin li axa xwe vegerê jiyan bikin.
Bi kurtasî kurd ne bê çare ne û wê dev
ji welatê xwe bernedin. Tehcîr bi talûke
ye. Ku carekê nufûs ji ciyê hat
qutkirinê û bi tevger bû, mîna ku di
serhildanan de wê bi ku de here û çawa
bibe, ji berê de ne belî ye.
|