| |
|
Cîhana Hestan; Jin |
Di
dîroka mirovahiyê de, her dem lêgerîneke bê dawî,
der barê vegotin û bilêvkirina mirovahiyê de
heye. Ev hemû hewl û kedên mirov, xwe baş şîrove
kirinê dide nîşandan. Pêwîstiyeke xwezayî ye ku
mirov, tiştên ku di dilê xwe de dijî yanê hest,
nêrîn, daxwaz, hêvî, şahî û xemên xwe bide
diyarkirin. Belkî ev hewl bi reng û awayeke cuda
pir hatiye bilêvkirin. Ev yek bi qîrîn û hin
tevgerên nepenî li cem mirovê destpêkê dihate
nîşankirin. Carna bi xîzikên li ser dîwaran,
carna bi wêneyan û carna jî bi dengên cuda wan
kesan beşek ji ramanên xwe vegotin kirine. Weke
domandina vê têkoşînê, bi hewldaneke mezin,
mirovan metodên nû derxistine holê. Bi pêşketina
mirovahiyê re, gelek alfebayên cuda derketin.
Mirov êdî beşek ji ramanên xwe bi axaftin û
nivîskî bilêv dikirin. Lê belê dîsa jî, ev metod
di nava beşekî de ma û çorçeveyeke zelal derbas
nekir. Di gel hemû metodan de, ev metoda nû di
nava sînor û bendan de, xwe nagihand her deverê.
Niha jî em digihêjin xala herî girîng, ew zimanê
ku tîp, gotin û bilêvkirinan nasnake. Bê qeyd û
bend, li her deverê derbas dibe. Ew zimanê hesta
ye.
Hest, rastiyeke mirovan a herî balkeş û baldar
dide nîşandan. Carna hestên veşartî, carna
hestên jiyanî, carna jî hestên zindî yê civakî,
xwe bi reng û dengên cuda derdixe pêşberî me.
Zimanê hest, zimanê raman û zimanê civak ku tê
bikaranîn ji hev pir cuda ye. Ev cudahî bi
awayeke nivîskî, bi awayeke hestî û bi awayeke
xêzîkî, bi awayeke wêjeyî derdikeve holê. Ger
mirov vê cewaziyê nebîne, nikare bi mirovan re û
bi xwezayê re peywendiyeke asayî derbixîne holê.
Hestên ku bi riya helbestan tê ziman cuda ye.
Hestên ku bi awayeke wêjeyî tê ziman cuda ye. Û
hestên ku bi heyber û wêneyan de tê xêzkirin hê
cudatir e. Çimkî her tişt bi rastiya xwe ve
digîhîje wateya xwe. Ev wate şêwazê di vegotinê
de veşartiye.
Çi ye gelo, ev ziman û çawa tê têgîhîştin ?
Mirovê ku fêrî vî zimanê bibin, êdî nema sînor,
riyên dirêj, dûrketin û peyvên biyanî nas dike.
Ger ku tu karibî hestên xwe baş fêrî vî zimanî
bikî, wê demê tê bikaribî bi her kesî re çi dûr
û nêzîk xeber bidî. Gelek lêkolînvanan di vê der
barê de lêkolîn çêkirine. Lê hê heya niha bi
awayekî zelal hêza van hestan ne hatiye
diyarkirin. Lê zanistiyê îsbatkiriye ku mirovên
nêzî hev, çiqasî dûrî hev bin jî hevdu hîs dikin
û hestên wan bi hev re diaxivin. Her wiha ev
ziman ne tenê di navbera mirovan de tê bikaranîn,
tu dikarî sînorên mirovan bi zimanê hest derbas
bikî. Tê karibî bi xwezayê re, bi dar û bexçan
re, bi çiya û newalan re, bi çivîk û bilbilan re
biaxivî. Wê demê pir hêsan e ku bi xwezayê re
bibe heval. Hevaltî û girêdana herî mezin di vir
de veşartiye. Bi taybetî jî bi vî zimanî, tu
dikarî zimanê xwezayê jî têbigîhîjî. Di dîroka
me de navê Feqiyê Teyran gelekî hatiye bihîstin.
Tê gotin ku, ew zimanê teyran dizanî bû û bi wan
re bi vê rê û şêwazî diaxivî. Mînaka herî balkêş
jî hestên dayikan e, ku her dem bi zarokên xwe
hîsdikin û di xewnên xwe de rewşa wan dişopînin.
Hevalên dilsoz jî ji vî zimanî ne dûr in. Yanê
ger vî zimanî bê axaftin, di nava xwe de bi
hezaran şîroveyan hemêz dike. Lê sedî sed
fêmkirin, yan jî fêrbûna vî zimanî ne hêsan e.
Beriya her tiştî pêwîst e tu xwe ji hemû tiştên
nebedew qut bikî, rihê xwe ji nava tiştên madî
derbixî û ber bi rojê ve bilind bikî û bi
xwezayê re bikî yek. Di nava bend, qeyd û
sînorên civakê de nemîne û nefetise. Rihê te her
dem li jor be û ger tu nikaribî bilêvbikî,
destên xwe bi bigihîne wî rihî. Wê demê hestên
te wê fêrî vî zimanî bibin. Yek ji mercên
fêrkina vî zimanî jî ew e ku tu bibî xwedî
hestên hesas û dilovan.
Bêguman ev merc û taybetî di rastiya jinê de hê
bêtir xwe rûdidin. Destpêkirina mirovahiyê de li
ser cîhanê, ya ku têkilî bi xwezayê re danî û
dest bi çandiniyê kir, bi giha, dar û bexçan re
bû heval, jin bû. Mêr tim li derve di nava karên
çors de ku ji wan re ne hest, fîzîk pêwist bû
dima. Vê yekê bi xwe re bi awayekî objektif,
hestên jinê li pêş xist û di navbera zayendan de
cudahiyeke mezin afirand û bingehê afirandina
karakterê jin û zilam di vir de derdikeve
pêşberî me. Êdî ev rastî di cewherê jinê de hate
neqş kirin. Piştî wê demê û bi destpêkirina
desthilatdariya zilam, jin di nava pêvajoyên
gelek tarî de derbas bû. Pir hêsan bû ku zilam
hest û ramanên xwe li her deverê û bi her metodî
diyar bike. Bû helbestvan, hunermend, şervan û
mohra xwe li hemû beşên civakê xist. Pir bi
hêsanî dikarî bû der barê fîzîka jinê de, ne
tenê hest, daxwazên xwe yên zayendî jî diyar
bike. Vê yekê bi xwe ji bo zilam qutbûneke mezin
ji rastiya jinê re anî û newalên mezin di
navbera herdu zayendan de destpêkir. Ji hêlekê
ve ji bo ku zilam zora hestên xwe yên lewaz bibe,
zexteke hundirîn li hemberî xwe dida meşandin.
Ji hêlekê din ve jî carna bê pîvan daxwaza wan
hestên bê kontrol diyar dikir. Lê belê ji bo
jinê ev rewş pir cudatir bû. Qeyd û bendên
civakî, qedexeya li ser ziman û xwevegotina jinê,
bi xwe cîhaneke mezin a hundirîn anî. Êdî ew
hestên ku nikaribû di riya helbest, nivîs û hwd.
anîba ziman, di hundirê jinê de cîhaneke mezin
afirand û hestên wê pir bi hêz kir. Hemû xal li
hevdu kom dibin û rastiyekê dertînin holê, ev
ziman li ba jinê pir bihêztir e. Jin tiştên ku
nikarî bû bi axaftinê bîne ziman, bi hestên xwe
diyar dikir û bi vê awayê hestên xwe, ji xwezayê
re parvedikir. Yanê jin, hunermendek xwezayî ye,
helbestvan e, wêjevan e, dengbêj e. Wêje bi xwe
cîhana hesta ye. Carna şîfra zimanê hesta ye,
carna jî zimanê fermî ye. Wêje neqşkirina hestên
mirovan e. Ya ku herî bêtir hunera neqişkirinê
dizane jî jin e. Pir caran hêvî, daxwaz û azarên
xwe, bi helbestekê neqş dikir û bilêvdikir.
Hestên xwe yên pêçayî bi zimanê wêjeyan diyar
dike.
Dibe ku tabloyên pir cuda derdikeve holê, lê di
encamê de hin hêviyên pêçayî bi nazikî vedike û
mîna çivîkên nû ji dayikbûyî jiyanê bi rê dixe.
Careke din hevaltiya xwe ya bi xwezayê re dubare
dike û bi wî zimanê şîrîn ê ku her kes dikare
têbigîhê, nameyên hêvî, daxwaz û azadiya xwe li
her deverê belav dike. Jin û wêje cêwî ne. Ji bo
ku zimanê wêjeyî yê jinê bê fêmkirin pêwîst e
cîhana wê ya hestan were nasîn. Ew zimanê bê
sînor û bê qeyd, were famkirin.
|