|
Derûdor bi toz û xubar e |
Serokê
genelkûrmay dibêje; “raye bide ez
bikevimê” Serokwezîr dibêje; “bi nivîskî
bixwaze ez bidim” Bi vî awayî operasyona
dersînorî binax dibe. Di navbera nîqaşên
operasyon bibe nebe de, çalakiyên gerîla
mohra xwe li pêvajoyê dixe.
Wisa dixuye wê nîqaşeke mesele derveyî
sînor e an hundirê sînor e zêde bibe.
Jixwe bi operasyonên ku bi mehan berê
destpêkiribûn, Kurdistan veguheziyaye
qada şer. Wê gerîla hatine tasfiyerkirn,
lê nebû. Di ser de jî bi lêdanê zêdetir
lêda. Bi edebiyata derveyî sînor,
hewldana têkçûna leşkerî ya ku tê
jiyandin tê veşartine.
Serokwezîr “bi lêdana def û zirnê”
dibêje nabe. Her dixwaze li ber lêdana
tembûr û orkestrayê bibe.
Di demên dawîn de, Bûyûkanit axaftinên
êvaran ji xwe re kiriye kurm. Ji 27’ê
avrêlê vir ve, ev wisa ye.
Kesayetiya Bûyûkanit, hêjayî nirxandinê
ye. Êdî vê yekê wê Bakirkoy bike an
Elezîz bike em nizanin, lê divê teqez bê
kirin.
Têxistina bin kontrolê, wê ji bona
tenduristiya gel baş bibe.
Hinek endamên çapemeniyê ku bi apolet
in; bi gotina “Paşayê min em li pey te
en” bi tempo dinivîsin û xêz dikin. Di
rastiyê de dibe ku têgehîkirinek ku rê
li ber şaş fêmkirinan veke, lê wehameta
rewşa datîne holê.
Ka em werin ser derveyî sînor; em ferz
bikin ku Bûyûkanit xwest û Erdogan jî
da. Piştre jî bi wîlewîle “Halla hallayê”
bi sed hezaran mehmedcîk ji sînor derbas
bû. Baş e, çi li benda mehmedcîk e?
Ev 25 sal in gerîla tiştek mîna sînor
nehiştiye. Jixwe bi hezaran gerîla
çeperên xwe girtine. C-4, A-4, TNT,
havan, uçaksavar, fûze, roketavêj û
“firokeyên” Çîllerê jî pê re be, divê
matmayî nemînin.
Divê mirov hema nebêje derveyî sînor û
derbas nebe. Çi heye çi tune. Yên ku
dizanin, dizanin. Divê mirov ji pîlotê
firokeya ku herî dawîn li Çelê ket
bipirse –ku ew jî jiyan bike- Tabî di vê
navberê de li derveyî sînor hinek
yekîneyên ku bi cî bûne hene, divê mirov
derûniya wan jî bifikire. Li derdora
navendên mîna Bamernî, Kanîmasî û
Amediyê ne. Baş tê zanîn ku, der heqê
wan de her cure îstîxbarat hatiye kirin,
tê zanîn ku bê xwestin wê bi tevahî ji
holê bêne rakirin.
Belê, divê hinek ji serokê genelkûrmay
re bêjin bes e. Berevajî vê yekê ji bona
ku mirov tiştên ku biqewimin bizanibe,
ne pêwîst e mirov kahîn be. Bendewariya
xwe ya “berteka girseyî” tîne ziman.
Wisa tê fêmkirin ku, jê re Zelandayiyên
Nû jî kêm hatiye.
Bi ya me dawiya rê xuya kir. Derûdor bi
toz û xubar e. Wisa dixuye ku wê zêdetir
tevlihev bibe. Wê berpirs kî be? Her hal
hatiye fêmkirin.
|