|
Ji Enwer Paşayên nû re mizgînî! |
Asta
şer her diçe bilind dibe.
Ji Kurdistanê her roj nûçeyên lêkdanan
tên. Ji qadan cenaze li ser cenazeyan û
lêkdanên bi şid têne jiyandin.
Artêşa tirk lêdan li ser lêdanê dixwe.
Ew generalên ku li pey têkuzkirina
sînorên Mîsak-î Mîlî ne, digel ku 500
hezar leşkerî ajotine Bakurê Kurdistanê
jî, windahiyan didin.
Gerîlayan ji zimanê ku ew fêm dikin,
dest bi axaftinê kirin. Artêşa tirk ku
ew qas bangên aştî û biratiyê hatin
kirin, vê wekî tirsonekî nirxandin û bi
rêbazên qirêt bersiv dan. Ez miraq
dikim, piştî ew qas pêşketinan wê çi
hincetan ji xwe re bibînin.
Gerîlayê me mêrxas û egîd e. Hetanî
dawiyê li pey gotina xwe ye. Dema ku em
bêjin aştî, heta dawîn, çiqas şert û
merc dijwar bin jî pêk tînin. Lê
sînorekî sebrê jî heye.
Ew maye em vebiguhezin kevirê sebrê. Ma
ev lewazî bû, helbet na. Lê bi xerabî
hate bikaranîn, hal ew e ku ev ji bona
başiya wan bû.
Bila baş bê zanîn gerîla li Kurdistanê
bêyî ku careke din bê qutkirin kok
berdaye. Gerîla û kurd du têgehên ku
bûne yek. Ji ber ku gelê kurd her tiştên
xwe wê bikaribin bi têkoşîna gerîla
bidin jiyandin. Ji niha û şûn ve gelê
kurd dizane ku, encax azadî bi gerîlayan
pêk bê û ji dil û can bi vê bawer in. Ji
ber ku yên ku li serê van çiyayan
têdikoşin, ji heyvê nehatine, zarokên
wan in.
Ji generalên tirkan re mizgînî! Ji Enwer
Paşayê nû yên Tirkiyê re mizgînî! Mîna
ku gulokeke nûrê şerek li ber derî ye.
Ji dewleta tirk re mizgînî, mîna guloka
nûrê Enwer Paşa li ber derî ne! Hûn
amade ne? Bi rastî jî hûn bi xwe bawer
in? Wê di nêzîk de şer were li deriyê we
bide, vê ji bîr nekin. Em naxwazin xewa
we xera bikin, lê di hişyarkirinê de
feyde heye. Ew generalên ku zarokên vî
gelî bi zorê dajon şer û vî welatî
kirine deryaya xwînê, vî şerî vê carê bi
hişkî wê li deriyê we bide. Rûtbeyên xwe
bavêjin û mîna leşkerek bi wêrekî werin
şer bikin. Yan hûnê mîna leşkerek werin
şer bikin an jî destê xwe yên qirêj û bi
xwîn ji hemêza van ciwanan vekişînin.
Di demeke nêz de ku vî gelî van
generalan lînç bike, matmayî nemînin. Ma
wê her dem vî gelî di bin solên wan de
binale. Vê carê wê gel van payebilind û
bipostalan di bin lingên xwe de
biecqînin.
Hêrs bilind dibe. Ev pêl bi pêl mezin
dibe.
Hele hêrsa li çiya qet nayê tarîfkirin.
Ev hêrsa li çiya naşibe tu aşût û bahoza
li tu derî. Ev hêrseke wisa ye, ku ew
bikevin kuna derziyê jî wê wan bibîne.
Ev hêrs, ji yên ku “heta ferda dawîn”
dibêjin re ye. Ev hêrs ji yên ku “Yên ku
nebêjin, ez çiqas bextewar im ku tirk
im, dijmin in” re ye û yên ku dibêjin
“wê her dem wisa be” re ye…
Ger ku riyeke din a jiyaneke bi rûmet
nîn be li vê dinê û li hemberî aştî û
demokrasiyê bi artêşeke milyonî
derketibe, wê ev guneh ne yê me be.
Gerîla tê. Şer tê. Qefle bi qefle û ji
giran bi bawerî tên. Ku ew bawerî biteqe,
wê ew teqemeniyên bi navê nizanim C-4’in
an A-4’in wê şîdeta wan bi rîhteran neyê
pîvandin…
Belê hûnê nikaribin bipîvin. Wê ji bona
pîvandinê ne mêzîna we, ne hêza we û ne
jî wêrekiya we têr bike.
Her gerîlayê ku tê ji serî heta neynûkê
xwe bi bawerî û hêrsê bar kiriye tê.
Pêleke mezin tê.
Derdekî û pirsgirêkeke me yî ku em bi we
re em jiyan bikin nîn e. Ev tercîhek bû,
lê we ev tercîh wekî lewazî nirxand. We
em neçar hiştin ku em rê û rêbazên dîtir
bikarbînin.
Hûn hê jî gorên hinekên din dikolin. Lê
hûn qet xeyal nakin ku hûnê rojekî
bikevin van gorên ku we daye kolandinê.
Jixwe hûn nikarin xeyal jî bikin.
Ev gel êdî bi hişmend e. Ev gel wê êdî
bi tu awayan vê bindestiyê qebûl neke.
Hûn hemû leşkerên xwe jî bajon mirinê,
hemû çekên xwe bikarbînin jî, hemû
cebilxaneyên xwe jî qerc bikin, wê
encama vî şerî neguhere. Wê encam
neguhere.
Hûn qet fikirîn, çima ev xort û keçên
kurdan xwe dikin bombe û di destê wan de
qilêş û xwe berdidin metrepol û
qereqolan?
Niha gelo we dest bi fêmkirinê kir,
agirbesta yekalî lewazî ye an fedekarî
ye? |