|
Li ber tembûra Cem Sînan,
şevê bangî heyvê dikir |
Beşa yekem a kurteşanoyê ku agir û hêvî
bi hev re xiste nava dilê me û em dane
hizrandin, hevalê pêşkêşvan weke
sûprîzekê fermandarê Eyaleta Botan
hevalê Cemal vexwed ser dikê. Çepikên
hevalan coşa hevalên fermandar jî bilind
kir. Coşa heval di çavên wî yên kûr de
diteyîsî û tevahiya hevalan bi coşa
fermandarê xwe hîn bi coş bûn. Dibêjin
ku “Artêş siya fermandar e” Ev yek di
nava dîmenê şahiyê de mirov pir rehet
didît, piştî axaftina hevalê Cemal şahî
dîsa dewam kir.
A niha hevalek ji nava hevalan de ku me
ji wî re digot Cem Sînan, di destê wî de
saza xweşik û delal, pê re jî hilkişiya
ser dikê.
Çiqas xweş e, ne wisa!
Li serê van çiyan di destekî de saz di
destekî de çek. Bi taybet dema ku bejna
wî hevalî bi şal û şapik pêçayî be, wê
demê wê çiqas bedew be xemla gerîlayekî.
Cem Sînan, bi strana “Zerdê Zerdê
Zerdelayê” coşa hevalan gihande asta
herî jor, bi taybet dema ku têliyên xwe
di nava têlên tembûrê re dibir û tanî,
wek dayîka ku porê keça xwe bi şe teno
teno dikir.
Axx… xweziya we bizaniya ka çi awaz ji
nav wan têlên tembûrê derdiketin, bi
têlên tembûrê re têlên dilê hevalan jî
lêdida û çawa “Orkestraya” dilê çiya
çêdibû. Serê hevalan bêhemdî wan bi çepê
û rastê ve dihat û diçû. Biskê hevalên
keç jî li ber bayê sivik-sivik sema
dikirin.
Bila bişewite destê neyaran ku ew dest û
teliyên sazvan ji me veqetand. Wax
Sînano, Sînanê Kirîv! Ew destê sazê di
nava cengê de, bû destê hevalekî û şer …
Erê Sînano erê!!. Te jî di wê cenga
piştî 4 rojan de xatir ji min xwest
hevalo! Tu bûyî nîgar di tevna mejiyê me
de hevalo! Oxir be hevalo Oxir be.
Piştî şahî qediya, hevalê pêşkêşvan got:
“Dîlan serbest e” Dîlan bi stirana “wez
xelef im xelef im” dest pê kir. Lawan
digot, keçan li wan vedigerand, keçan
digot lawan li wan vedigerand. Teperepa
lingan, gurmînî bi azmanê jorîn dixist.
Dîlana Botanî em sermest kiribûn û dilê
me li tevahiya Botanê digerand. Li pişt
me Çiyayê Kato jî, li govenda gerîla
temaşe dikir û bi rengekî ji xwe razî û
piştrast wek xwedayê parastinê bi me
dida hîskirin û digot: “Şabin, şabin, ez
li pişta we me.”
Dîlana me xwe gihande şevê, lewra jî
şevê ji rojê re got:“Ji kerema xwe re tu
gelek bi wan re şabûyî, bihêle ez jî bi
coşa dilê van keç û lawan şabibim, çend
saet bin jî ez kerba dilê xwe bavêjim
aliyekî, ji xwe re têr û têr li wan
temaşe bikim.
Jixwe şev û roj weke xwişk û bira ne,
wek hevalên hev ên dirist in, timî ji
hev hez dikin. Heçkû cêwiyê zikekî bin.
Di vê navberê de, şevê bangî keça xwe ya
mezin heyvê dikir, hela were, ji xwe re
li van dilan binêre, çi dilên zelal û
pak in. Heyvê li dayika xwe vegerand û
got: “Ma ev dilê çiyane dayê”
Pêre heyvê elenda xwe avête nava dilên
çiya, şev dereng dibû. Heyva bedew, ji
xewa nikarî derengtir bimîne û bi xwe re
jî ev dîmenê xweşik nivandin. Azman çikî
sayî ye tenê ji stêrkan re maye. Şev bû
şeva lalan, tenê vizîniya bayekî hinekî
sar tê, çavê stêrkan diçirisin di
gulovera xwe de dizîvirin û bi hev re
peyvên xweşik dibêjin.
Piştî vê şeva xweşik, li berbangê em li
ser dengê heval Xişman û Dijwar rabûn
ser xwe, çavê me li Rojeke nû vebû.
cîhana stêrkan
di asmanekî sayî de
bi beriqandina stêrkan re
bi hev re awaza şevan digotin
ma gelo!
Rast e stêrk bi hev re dipeyivin?
carekî we re guhdar û temaşeke
biçe ser girek bilind
wekî katoyan
destê xwe yî rastê
deyne ser rûçikê xwe
bi destê çepê jî
çavên xwe
bi desmaleke spî pak bike
kûr kûr berê xwe bide
azmanê jorîn
bi qasî çend deqîqeyan
temaşeke
guhdarke
tê wî çaxî
peyvên stêrkan
awaza wan
di beriqandina wan de bibîne
çawa mirov
xwedî cîhanek bi hest û evîn e
cîhana stêrkan jî hîn xweşiktir e
ne kîn ne hesûdî
ne jî dilreşî
cîhanek tejî hêvî û baş temaşeke
tê bibînî
çiqas evîndar bi soz in
di her şevê de xwediyê soza xwe ne
soza wan
ji evîndariyê ne kêmtir e
ji soza Mem û Zînê
bû sozdarê welat û azadiyê
ji ber ku stêrk
ne nefs mezinin
bi kêfxweşî
di destên sibihê re
cihê xwe didin rojê
ma gelo
mirov ji vê cîhanê re nabe evîdar
lewra jî bila evîna dilê me
di cîhana stêrkan de be
bi vê hêviyê çavên xwe bigre
belkî wê demê
di xewna xwe de
tu bibînî
ku ez û te bibin stêrk
wê bidome...
<<<nivîsên berê>>> |