| |
Ez li xwe digerim |
De
guhdar bikin ezê ji we re bêjim. Li
stêrkê digerim. Na na li mirovahiyê.
Erê, erê li mirovahiyê digerim. Li we
digerim, li xwe digerim, li rastiya
jiyan, çand û zimanê xwe digerim. Li
hemû digerim, li her kesî digerim, li
rastiyê digerim, belkî jî li xwe digerim…
Niha hûn dibêjin ev çi dinîvisîne an jî
riya xwe şaş kiriye?
Na na!
Belovajî nehizirin, riya min diyar e. Lê
dîsa jî ez digerim di pirtikên xwe yên
jiyanê de ez perçeyên xwe yên azadiyê
digerim. Niha pirtikên min winda bûye,
li zarokatiyê heta niha digerim. Her ku
ez xwe nêzî wê dikim û ez dibêjim
gihîştim, dimeyzînim ku ji min pir dûr
ketiye. Carnan dibezim, carnan dimeşim,
carnan radiwestim, carnan dikenim,
carnan digirîm, carnan bi keser, carnan
jî bi kêfxweş im. Lê her dem ev lêgera
min domiya. Weke roj û şev, wek tarî û
ronahî, wek pevçûna dijwar a xwezayê.
Wek pirtikên atomê yê ku di nava wê de
wek proton; bi hêz û dijwar e, wek
elektron; di nav liv û libatan de ye.
Wek atoma cîhanê dikare ser û bin bike.
Ez digerim, gelo tu kes wê nedîtiye?
Ez zarok bûm, ez nezan bûm, hê çavên min
nebişkuvîbûn. Min tu der nedidît, ronî
tune bû, di hinava tarîtiyê de digevizîm,
di nav deryaya ku ji min re biyanî dihat
de, ez jî winda bûm...
Cîhana min biçûk bû, mejiyê min wek
tovek bû, bergeh û têgîna min teng bû;
ez ne dûh, ne îro, ne jî sibê digeriyam.
Min tu derê nedidît. Gelo mirov wisa
dijî an na? Ez wê jî nizanibûm. Gelo hûn
çi dibêjin, hûn dikarin bersivek ji bo
min bidin?
Weke keseke mirî, weke keseke li çar
diwaran de xwe jibîrkirî ye. Belkî navê
min jî nîn bû, ez nizanibûm bimeşiyam,
her tişt ji min re wek di nav xerîbiyê
de dihat. Hem cî û warê min hebû, hem jî
tu cî û war nebû ku ez bijîm. Piştre dem
derbas bû. Ez jî di vê demê de dimeşiyam.
Lêgerîna min hê jî didomiya û min
stêrkek dît!
Di demeke kin de her heft serzemîn bûn
qeşa; her cih di nav tarîtî û zilûmatê
de ma. Ez mam tenê, tirsiyam, tu kes û
tu tiştên ku min xwe pê bigirta tunebû;
tevahiya xwezayê, her giyanewer, her
şaxên jiyanê ji ber çavên min winda bûn.
Sûda tu tiştî, alîkariya tu kesî
nedigihîşte min. Ji hêla cinawiran, bi
her çar hêlan ve hatim dorpêçkirin, ez
tenê û xerîb mam… Xerîbî û tenêbûn, an
jî di nav cîhana biyanî de zarokbûn… Ez
digeriyam, ez digerim û hê jî ez di nav
vê rêwîtiyê de dimeşim…
Piştre min stêrkêk dît, an go min xwe
dît, min roj dît û hawirdorên wê de
tîrêj hemû jiyanê hemêz dikirin. Dilê
min şad bû, mejiyê min vebû û ez ketim
vê rêka rojê. Êdî min nav ji lêgerîna
xwe kiribû. Her tişt ji bo mirov di nav
sêkûçka azadî, nasname û çand de diçû û
dihat. Ez êdî êdî mezin dibûm,
digeriyam, dimeşiyam û caran
radiwestiyam. Min xwe dît û min
nedixwest ku ez dev jê berdim. Û min
berneda, heta niha jî wisa dimeşe.
Belkî hûn bipirsin çima destpêkirineke
wisa? Lê ev yek pir girîng e. Ger we jî
carnan xwe winda kir, dev ji tu tiştî
bernedin. Ger hûn di rêka rast de
bimeşin, ewê lêgerîn we bibe ber bi
armancê we re. Yê herî girîng mirov
rastiya ku tê de dijî bigere, bibîne,
nas bike di nav jiyanê de bi çand û
nasnama xwe ve bimeşe. Ji bo kurdan
dîtina azadî û xeyalên xwe di çiya de bi
pêş dikeve. Çimkî tu cî û warê jiyanê yê
ku kurd tê de bijî nemaye. Her tişt di
bin zext û zoriya mêtîngeriyê de diçe û
tê û tune dibe. Welatê me Kurdistan jî
ji destê me hatiye girtin. Werin em
xwedî rastî û welatê xwe derbikevin! Em
jiyana xwe biafirînin! Têkoşîna azadiyê
ji bo vê bingeheke mezin e.
Êdî cî û azadiya me heye. Warên ku bi
têkoşîna azadiyê, nirx û rûmeta mirovên
azad derdixwe heye. Êdî dîroka kurd a ku
bi têkoşîna azadiyê ve tê nivîsandin
heye. Her tişt bi têkoşîn û rûmeta
lehengan ve hatî afirandin. Cî û warê
lehengan, cî û warê ku kurd tê de azad
bijîn heye. Ev cî bi ramanê mirovên azad
ve hatî afirandin. Ger hûn jî li xwe
digerin, lêgerîna mirov pir dema
digîhîjîne rastiyê. |