Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 
 
Artêşa tirk di sendroma binketinê de ye!

Aram Masîs

Di vê hefteya dawîn de ji hêla gerîlayên me ve lêdanên giran li hêzên dagirker ên dewleta tirk hate xistin. Li eyaleta Zagrosê gerîlayên me kobrayên tirkan têxistin dafikê. Firokeyeke kobra hate daxistin, yek jî lêdaneke giran xwar û bi neçarî li erazî danî. Ji ber vê çalakiya ku bi taqtîkên dewlemend û bi zanebûneke bêhempa hatiye li dar xistin, em hevalên xwe pîroz dikin. Dîsa li hemberî şehadetên ku Çirav û Dersîmê, serdegirtina qereqola Kocatepe, di warê taqtîk de gaveke mezin e. Ev çalakiyên ku di warê afirîneriyê de bi taqtîkên sûprîz hatine xemilandin, hemû hincetên dewletê ji dest wan girt û di eniya gel û gerîla de bû sedema moraleke mezin.

Serokatiya me di nirxandineke xwe de wiha dibêje; “Teknîka herî mezin, mirov e” Ev herdu çalakiyên dawîn, jiyanîkirina nirxandinê ye. Ji ber ku dema ku di warê bawerî de xwe xemilandin di asta herî jor de be, ne hejmar ne jî teknîk bi kêrî tiştek nayê.

Ev herdu çalakî mirov hêsanî dikare bêje, meyl da pêvajoyê. Ev destpêk bû. Ew qas dewlet tengav bû ku, ketina du kobrayan geh qebûl kir geh nekir. Dîsa bi hejmar û teqez di qereqola Kocatepe de herî kêm 19 leşker hatin kuştin. Artêş hejmara leşkerên mirî veşart.

Ev nêzî sî salî ye têkoşîna tevgera azadiyê, bêyî ku rawest e ala têkoşînê her û her dihejîne. Ji bona çareseriya bê şer û xwîn çi ji destê me hat, pêk hat û me di her carê de got ku; nêzîkahiya serokatiya me nêzîkatiya şer û aştiyê ye.

Bila her kes bizanibe ku PKK’yî an apocî dema ku gotinek gotin, êdî bila bizanibin ku ev pratîk e. Vaye pratîk destpêkir. Gerîlayên me bi rihê apocî û fedayî li her derê çeperên xwe girtine. Em ne li başûr, li her deverên bakur û Tirkiyê hene.

Em wekî gel û tevger di pêvajoyeke awarte de derbas dibin. Dewleta tirk dest konsepta şerê qirêj kir. Li hemberî gelê me yê welatparêz hewldanên lîncê destpêkirin. Herêmên Parastina Medya dan ber hawan û obûsan û bi wîlewîla ketina başûr, rojevê di nava toz û xubarê de hiştine. Dîsa bi awayekî provakatorî li Kurdistanê bi taybet jî li Ameda rengî wê mîtangan li dar bixin. Ev hewldanên dawîn ên artêşa tirk, hewldanên tengezariyê ne. Kesên mîna Dogu Perînçek, wekî seyan ji bona ku tevdanê bikin derdixin pêş. Em bi ciwanên Amedî bawer im ku wê bersiva van seyên xwefirotî bidin.

Kurt kurmancî bila gelê me vê baş bizanibe ku, gerîlayek ku xwe bi felsefe û ramanên Rêber Apo xemilandiye li serê çiyayên azadiyê û li her bajarî ji bona parastinê amade ne. Yên ku banga lîncan dikin, wê bê bersiv nemînin. Yên ku wîlewîla ketina başûr dikin, mîna tirsonekên ku di ber goristanan de diçin difîkînin. Ne kobrayên wan, ne qereqolên wan û ne jî hawan û obûsên wan bi kêrî tiştek tê. Heta di hêlekê de feyda xwe jî heye. Ji ber gurmîn û zirmîna hawan û obûsan, berhevkirina tûyan hêsantir bûye. Em pêşniyar dikin, van bomberanên xwe di dema guzan berhevkirinê de jî bikin, wê bikêrhatîbe.
 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)