| |
Xweza û rastiya mirovan |
Mîna
ku heval Viyan dibeje; “Hetanî fêkî
nestewe û negihîje dema xwe ya pijandinê,
pêwîst e neyê jêkirin. Ev nêzîkatiya
heval Viyan taybet ji bona têkiliya
navbêna xweza û mirovatiyê de bû, ji ber
ku mirovatî di roja me ya îro de
gihiştiye astek herî jor, lê çawa tê
birêvebirin? Û li ser kîjan bingehan.
Însan, di roja me ya îro de çawa
nêzîkatiyê ji hev re raber dike? Her
wiha ji xwezayê re û ji hemû zindiyan re
jî. Dema ku texrîbat di nava xwezayê de
têne çêkirin heman demê de bandora xwe
li ser mirovan dide kirin, bêguman
tevahî aloziya di nava xwezayê de
derdikeve bi destê mirovan. Em dikarin
bêjin ku “mirov bûye gurê mirov” ev
xezeb-barî an go gurîtî nahêle ku
afrandinên mezin derkevin holê, ta ku
bikeve xizmeta tevahî zindiyan.
Di serî de sererast kirin ji mirovan re
gerke, ta ku xweza jî sererast bibe,
heya hemû zindî bikaribin mafê xwe yê
jiyanê bijîn û tavahiya texrîbatan ji
holê werin rakirin. Li ber çava ye ew
qas şerên ku têne lidarxistin bandorek
gelek mezin li ser xweza û mirovatiyê
dide çêkirin. Mînak; dema ku zarokek tê
dinyayê mîna nîv mirovî ye, wek her kesî
nikare jiyan bike, lê ji bona ku ew
zarok bikaribe mîna her kesî jiyan bike,
li mefê xwe yê jiyanê digere. Mîna;
“Ugur Kaymaz” Muhamed Dura û hemû zarokê
ku li peytexta Kurdistanê Amed hatin
qetilkirin. Ma qeyî van zarokan nikanîn
mîna hevalên xwe yên dîn bijîn, bi
zimanê xwe biaxivin, binivîsînin û bang
bikin.
Erê, em rêberê xwe dixwazin, çawa mirov
bê hewa nikare jiyan bike em jî bê
rêberê xwe nikarin jiyan bikin. Dema ku
rêberê me ne azad û ne li gel gelê xwe
be, wê demê em jî mafê xwe yê jiyanê
nabînin û nikarin bijîn. Yanî mirov çawa
nikaribe bê hewa jiyan bike, em jî bê
Rêber APO nikarin jiyan bikin.
Bi qîrînên zarokan, hêviyên şehîdan,
bengawaziya dayikan, dîlgirtina rêberan,
hişt ku di hinav û hundirê min de kîn û
nefretek mezin were çêkirin û şêwaza min
a tekoşînê hîn mezintir bilind dibe, ta
ku intîqama wan rabikim.
|