| |
LI KATO MARÎNOS SERGOVENDA MEŞA
AZADIYÊ |
Di
yekê gulana sala 1998’an de Rêber Apo,
ji bona aştî bê wekî erkeke dîrokî
peywireke mezin hilgirt ser milê xwe.
Daxuyanî û biryara agirbesta yekalî da.
Gerîla jî wek şagirtên li hember
mamosteyên xwe, yekser ev biryar bi cî
anîn û ji derveyî parastina xwe ya rewa,
bêyî ku çalakiyên leşkerî bikin, em
ketin tabatiyê. Li ser vê bingehê û bi
talîmata Biryargeha Navendî ya Eyaletê,
em ji herêma Gulpinarê ber bi Kato ve
vekişiyan. Bi vî awayî di navbeyna du
roj û şevekê de em gihîştin Kato Marînos.
Lê vê carê ne yekîneya me tenê bû. Kato
wek cihekî rizgarkirî dihat dîtin û ji
hevalan tijî bûbû. Ew cara yekem bû ku
li zozanan ew qas heval bi hev re diman.
Hema dikarim bêjim hejmara hevalan bi
qasî 150’î kesî hebû. Bi giştî, qasî du
yekîniyan bi tevger bûn. Cardin hêzên
biryargeha eyaletê bûn. Di nav van hêzan
de jî, yên YAJK’ê û yên lojîstîkê hebûn.
Lewra jî tu bi kîjan milî ve biçûnayî tu
leqayî hin hevalan dihatî.
Di vê navberê de, hevalekî ku nû tevlî
bûbû bi awayekî matmayî pirsek ji nav
dilê xwe avête derve û got: “Ya ma qey
heval wisa gelek in” Hevalekî lê
vegerand û got: “Ev lê lê ye hîna te
lolo neditiye. Ka tu here başûr, wê demê
tu çi bijî.” Lê dîsa jî wî hevalî di ber
xwe de diaxivî û wiha digot: “Bi xwedê
em ew qas bin kesek wê bi me nikaribe”
Hevalekî ji bo wî bersiv da û got: “Na
em çiqas bin jî, divê dîsa jî em xwedî
tedbîr bin û her tim hişyar bin”
Lê wî hevalî gera xwe dewam kir. Di nava
hevalan de, bi kêfxweşî çû cem hevalek
din û sohbet kir.
Jiyan bê rawestan didomiya. Li ser axê,
moriyên reş û zer di nava pêşbirkê de
bûn. Qûtê zivistanê li ber deriyên
qulmoriyên xwe, komek dasî berhev
kiribûn û yeko yeko dikşandin binê erdê…
Ji derveyî hevalên ku ewlekarî digirtin,
tevahî hevalên din wek moristanê xebatê
berhevkirina qutê zivistanê dikirin. Bi
giştî liv û lebatek bê rawestan hebû.
Dem dema “sererastkirinan” bû.Çûn û
hatin bê rawestan bû, di kîjan saetê de
wê mêvan werin, wê ji ku derê werin ne
diyar bû. Lewra diviya bû ku em her tim
amadebin ji bona pêşwaziya mêvanan. Li
kêleka vê, hevalan biryara haziriya
şahiyekê dabûn. Hema bi lez hevalan dest
bi haziriyan kirin. Bi şevê dengê têlên
tembûra heval Sînan dihat (kurê Hozan
Comert bû) her wiha dengê stranên
hevalên keç, di nava van zinar û latan
de hildikişiya azman. Gelek heval di
nava amedekariyên de bûn. Dihat gotin,
wê îro saet di nehê şevê de şahî dest pê
bike. Hevalên xort riyên xwe kurt
kiribûn, hinekan jî simbêl li ser lêvan
de berda bûn. Hevalên keç jî keziyê xwe
yên hûnandî û biskê ku xelekî kiribûn û
di ser piştê de berdabûn.
Ji ber ku di nava piratîkê de zû bi zû
derfetê çêkirina şahiya çênedibû, lewra
hemû heval di meraqa destpêkirina şahiyê
de bûn. Jixwe tu carî coş ji hevalan kêm
nedibû. Ji ber ku tevahiya hevalan ji
nava coşa şer hatibûn. Lê vê carê dîmenê
şahiyê cudabû…
Saet ber bi nehan ve, piştî hemû hevalan
ciyê xwe girtin, pêşkêşvan derketin
pêşberî hevalan. Şahî bi sehneyek kurt
ku li ser rêwitiya hevalan hatibû
amadekirin dest pê kir. Di dema rêwitiyê
de hevala Zinarîn ku şehîd ket û beşdarî
karwana şehîdan bû, hate bibîranîn.
Deqeyek rêz hate girtin û soza girêdana
şehîdan hate dubarekirin.
Sehneya ku hatî pêşkêşkirin pir balkêş
bû, li ser meşa hevalan hate rawestîn û
bûyerên ku di serê hevalan de derbas
bûbûn, mijara skeçan bû. Koma hevalan
dikeve kemînê, hevalên keç destpêkê
rastî kemînê tên. Şerekî demkurt tê
jiyandin, ji nişka ve hevalên keç
dikevin kemînê. Piştî lêkdanê hevala
Zinarîn bi giranî birîndar dikeve. Berek
guleya ‘G-3’ ya bêbext, xwe davêje
hinavê heval û heya nava parsûyên wê bi
cî dibe. Wê demê heval ew bi dilsarike
mezin ji ciyê lêkdanê dûr dixînin. Lê
mala felekê xirab e, birîn gelek kûr e,
heçkû li kezebê ketiye, her ku diçe
rengê rûyê heval zeratî digire. Lê
Zinarîn şagirta Rêber APO û Zîlanan bû,
rihê Zîlanan di hindirê Zinarîn de xwe
her zindî û nû dike.
Berî ku hevala Zinarîn şehîd bikeve vê
dibêje; “Hevalno birîna min gelek kûr û
xedar e, hûn biçin xwe xilas bikin” Lê
belê dilê hevalan nikarî vê yekê rake,
lewre jî jê re dibêjin: “Na heval em
nikarin te li vir bihêlin û biçin, emê
te xilas bikin”
Jixwe kizînî bi dilê hevalan ketibû,
gotinên heval Zinarîn jî ev kizînî
dijwartir dikir. Firmêskê êş û
liberketinê diherikî ser rûçikê wan
hevalan û bi dengekî lêvlerizî ji xwe re
digotin; “Na Zinarîn na, hê gelek zûye”
Li ser rûyê Zinarîn xwêdanek sar
dibiriqî ji êş û çîkên birînê, xwe
kişandibû hev, her tişt diçû li ber
deriyê bêveger, lê hîna jî di nava çavên
wê de hêvî dirijiya. Lewre jî bi
dudiliyekê gotina xwe ya dawîn dibêje:
“Hevalno, birîna min kûr e, ez naxwazim
birîna min bibe sedema tu birînin dîtir,
lê viya baş bizanin ku ezê nehêlim
birîna min kêfxweşiyê bide dijmin, lewre
jî ez ji we lava dikim biçin, ez a di
hundirê we de baş dizanim, dizanim dilê
we disoje, lê hûn dibînin derfetê
xelasiyê tunene, biçin û silavên min li
tevahiya hevalan bikin, Bijî Serok APO”
Piştî ku heval mecbûr man û hinekî ji
hevala Zinarîn dûr dikevin, ji nişka ve,
dengê gumîniyekê tê. Hevala Zinarîn,
narîncoka(bombe) xwe di bedena xwe de
diteqîne.
Ax Zinarîn ax…
Qey te dizanî evê werê serê te, lewma tu
di meşê de ew qas biken bûyî, dengê kenê
te wek dengê bîksiyê bû hevala min!
Belê ev şano û kurte sehneya hatî
çêkirin li pêşiya hevalan piştî çar
rojan ji şahiyê bû rastî. Zinarîn ew
Zinarîn bû ku rastiya peyvê li Kato
Marînos kire piratîk û nehişt ku dijmin
bi birîndarî wê dîl bigre û kêfa dijmin
xweş nekir.
wê bidome...
|