| |
Hinek derdor bi teqîna Enqerê
gurên ku postên miyan li xwe
kirine dixwazin bi me bidine
dotin |
Kaosa
civakî her diçe kûrtir dibe û di nava vê
tevliheviyê de bi mantixî tevgerîn jî
carinan kêm dibe. Pêvajo tê şolîkirin û
rojev tê berevajîkirin. Ev 15 sal in di
şexsê serokatiya me de ji bona
pirsgirêka kurd bi riyên bê şer çareser
bibe, hemû rêbaz hatin ceribandin û hemû
gav hatin avêtin. Bi taybet bi pêvajoya
Îmraliyê re ev hewldan di asta herî
bilind de hate nîşandayîn. Lê bi
operasyon û jahrîkirina serokatiya me
bersiv hate dayîn. Li hember vê yekê,
kesê xwedî wijdan wê bibîne ku, ji bilî
koletî û qirkirina kurdan tu rê nehatiye
hiştin. Genarelên faşîst û nîjadperest
ên mîna Bûyûkanit û Başbûg di her
fersendê de dijminahiya li hember kurdan
raber dikin. Başbûg di gotina xwe de
mîna kesekî ku di ber goristanê de
derbas bibe û difîkîne, dibêje heta
nefera dawîn emê kurdan biqedînin.
Rastiyek heye ku li Tirkiyê vîneke
siyasî nîn e û hemû biryar di erêkirina
artêşê de derbas dibe. Yên din ji bilî
pêlîstokan wêdetir erkên wan nîn e. Ev
du roj in çalakiya ku li Enqerê lidar
ketiye tê nîqaşkirin. Her alî, kes,
rêxistin û sazî bi yek dengî rewşê
şermezar dikin û artêş li ser vê yekê
asûn û pozîsyona xwe zexmtir dike û
dixwazin di binhişê civakê de, mîna ku
yên mezlûm ew in û yên têne eciqandin ew
in bidin bicîkirin.
Belê em wekî tevger her dem diyar dikin
ku şerê ku em lidar dixin de heta dawîn
li gorî pîvanên navnetewî tevbigerin.
Pratîka me ya dehan salan vê rastiyê
diselmîne. Lê kes şerê qirêj ên ku
artêşa tirk dimeşîne naxwaze bibîne.
Piştî teqîna li Ulûsê hewayeke wisa tê
xwestin bê afirandin ku; mîna ku dewleta
TC’ê aştiyê dixwaze, bi riyên demokratîk
dixwaze pirsgirêkan çareser bike û di
ser de jî hinek derdor vê rewşê dixwazin
provake bikin. Waxîn û axîn tê kirin,
mîna ku nebihîstine pêvajoyeke nû
nehatiye îlankirin, mîna ku artêş sonda
qirkirina kurdan nedaye, mîna ku kurd wê
xwe neparêzên û koletiyê qebûl bikin, bi
wîlewîlan xwe li nezaniyê datînin.
Zemîneke wisa tê afirandin ku, sibêroj
her çalakiyeke di di çarçoveya parastina
rewa de bi şermazeriyan re rû bi rû
bimîne. Lê komkûjiyên ku dewleta TC'ê
dike, operasyonên ku li dar dixin re
bertekek çênabe.
Çalakiya ku hatiye li dar xistin, wisa
dixuye ku bi armanca di dilê Bûyûkanêtê
faşîst de hatina teqandin. Lewma
çalakiyeke bi plan e û li ser gelek
detayan hatiye rawestîn. Wê demê ev
dertê holê ku, li hember van pêkanînên
dewleta dagirker û faşîzane, wê hinek
derên bixwazin bombe di dilê wî de
biteqînin. Divê ev peyam baş vê fêmkirin.
Bi armanca provakasyonê ye tê gotin, ma
provakatorên mezin, ne ev artêş û
hikûmet e. Yên ku operasyon li ser
operasyonan li dar dixin ne ew in, yên
ku di şexsê serokatiya me de gelê me
jahrî ne dikin ne ew in?
Gotinek heye, tu çi biçînî tu yê wê biçinî.
Ku tu rabî sonda qirkirina gelekî di her
axaftin û tevgerên xwe de binî ziman, wê
demê hinek jî derên û wê bersivek bidine
te. Mirov miraq dike, gelo ew bombe di
dilê Bûyûkanit de teqiyana, wê şîrove bi
çi rengî bûna? Wê demê jî wê hinek
derdor û sazî bigotana ev provakasyone.
Kî an kê ev çalakî lidar xistiye em
nizanin, lê her kesê ku li hember vî
gelî xwe deyndar dibîne, bêyî ku zirar
bide sivîlan, divê hedefên leşkerî,
bûrokrat, kes û şexsiyetên ku li ser
xwîna gelan polîtîka dikin hesap
bipirsin û di dilê wan de biteqin. Ev
mafekî herî însanî û rewa ye. Pêwîst e
li gorî vê rastiyê bê tevgerandin.
Hatiye rewşeke wisa her kes xwe mûxatab
îlan kiriye. Mafekî axaftinê hebe, ev jî yên zarokên çiyayî
ne. Nexwe mafê tu kesî
tuneye ku vê rastiyê berevajî bike û vê
têkoşîna gelan a pîroz bêmaf nîşan bide.
|