Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 

Şehîdên gulanê bêmirin in!

Rûbar Andok

Ku xweza xwe bi rengê şînî xemilandiye, pê re jî berxwedaniyên pîroz ên ku ji me re bûne rêgeha jiyanê bibîrtînin. Pir ne dûr bû, di rojeke mîna îro de, di 18’ê gulanê de di ser qetilkirina rêberê nemir Heqî Qarer re 30 sal bihûrî. Em di şexsê rêheval Heqî Qarer de, bejna xwe li ber şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînin. Di rojeke wisa de, Rêber Apo ku bi deh hezaran artêşa şehîdan afirand û gelê me gihandina serkeftina azadî û demokrasiyê, silav dikin.

30 sal bihûrî. Di her kêliya têkoşîna me ew rênîşander bûn ji bona me. Ev erka hanê hê jî bi hemû sotîneriya xwe didome. Di nava vî 30 salî de li Kurdistanê pêşketinên dîrokî çêbûn. Ji dîroka koletî û tunebûnê re rawest e hate gotin û pê re jî dîroka azadî û demokrasiyê hate destpêkirin. Di her roja meha gulanê de, bi xwîna dehan şehîdan şanenav hate avêtin. Di wan demên herî tarî de, şehîdên me wekî çirûskek, di bingeheke îradeya azad û netewî de zayîn û vejînê ji nû ve afirandin. Gelekî ku ji bona azadiya bi heyecan û coşeke pîroz xwe ji fedakirinê re da razandin û di vê oxirê de bi hezaran keç û xortên xwe tevlî karwana nemiran kir.

Di vê pêvajoyê de Heqiyan, Xelîlan, Salihan û Cumayan di xeta PKK’ê û di rastiya serokatiyê de bûn şehîdên vejînê. Bûn çirûskên azadiya gelê kurd. Bi vî awayî vejîn û avakirina PKK’ê pêk anîn. Di demeke ku her kes ketibû nava şerê, “metirsiya emê çi bibin, wê çi bibe” de, ew bûn bîrdariyên fedekarî û wêrekiyê. Bi vî awayî bûn sembola despêkirina dîroka azadî û dawîlêanîna dîroka koletiyê. Mazlûm, Ferhad, Xeyrî, Kemal bûn afirînerê berxwedaniya zîndanan. Dîsa afirînerê pêngava lehengiyê ya 15’ê Tebaxê, Bêrîtan, Egîd û Erdal, bi vegotina serokatiyê; bûn sembola lehengiya netewî ya kurd. Di demeke ku rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê, li bajar, gund, bajarok, li qereçan, li çiya û deştan zilmê û taritiyê belav dikirin, wan bi guleyên gerîlayan roniyê belav kirin.

Belê berxwedaniya Mazlûman a zîndana Amedê, herikî ber bi çiya ve û wekî gerîla xwe tanzîm kir. Ev jî bi xwe re têkçûyîna rejîma faşîst anî. Ev bi xwe re her cure tunehesibandin, radestgirtin û îxanetê parçe kir û vejîna netewî ya kurd derxistin holê.

Em di roja îroyîn de niha baştir wate didin wan rojan û dema em xwe di ber çav re derbas dikin, çi bê kirin wê kêm be. Ev ji bona her qadro, xebatkar, welatparêz û gel mijareke ku di her kêliya jiyanê de em ji xwe re bikin rêgeh e. Ev pêşdîtin û biryarîbûna ku 30 sal berê hatiye nîşandan, îro jî ji bona me mînak e.

Di nava van salan de, ji hêla Rêber Apo û tevgera me ve, ji bona yekîtiyeke aştiyane û demokratîk, her cure gav hatin avêtin. Di vê oxirê de, di şexsê Heqî Qeraran de xwedî li mîrasa Denîzan, Îbrahîman, Mahîran û daxwazên cîhaneke azad di bingeha sosyalîzmê de.

Serokatiya me di şert û mercên herî dijwar û dijmirovî yê Îmraliyê de ji bona xeta çareseriya demokratîk bi ser bikeve, berxwedaniyeke pîroz nîşanda. Bi sebir û bi bergirî vê heta roja me ya îroyîn berdewam kir. Lê qonaxa ku em gihîştinê, baş hate selmandin ku, hêzên şerxwaz û yên ku bi zihniyeta enwerîzmê tevdigerin; tunekirin û ji holê rakirina kurdan dane ber çav û planên qirkirina kurdan dikin. Vê yekê jî her di daxuyanî û operasyonên ku lidar dixin de nîşan didin û ya herî girîng jî bi jahrkirina mîmarê jiyana azad a Rêber Apo de kêrê gihandin hestî.

Ev rastiyeke jênavegere ku, ji 18’ê gulanê vir ve, emê bikevin pêvajoyeke têkoşîneke dijwar. Mîna ku Rêber Apo diyar dike ku; Kurdistan di bin dagerkeriya leşkerî de ye, mêtîngeriya siyasî heye û di warê aborî de rûxandin, talan, mêtandin û birçî hiştin heye. Dîsa qirkirina çandî ji destpêka komarê her û her berdewam kiriye. Piştî ku rewş ev e, ref ew qas diyar e, ji bilî berxwedaniyeke bi rûmet tiştek di dest de namîne. Ji vê rojê şûn ve bila tu kes ji me biratî û ji bona aştiyê gavavêtinê hêvî neke. Mahra ku bi hezaran salan hatiye birîn, êdî wê betal bibe û pêvajoya betalkirinê destpêkiriye.

Di vî warî de barê herî mezin dikeve ser milên gerîla. Ji ber vê divê em hêza xwe mezin bikin. Her keç û xortên kurd, ji bona deynên xwe li hemberî dîrokê bidin, li çiyayê azadiyê refên xwe bigirin. Mifta serkeftinê ev e ku her qadro, xebatkar, sempatîzan û welatparêzek baş xeta serokatî û şehîdan fêm bike. Ji bilî her cure rê, wê riya koletiyê li ber me veke.

Di meheka wisa pîroz de, em dîsa careke din li ber bîranîna rêheval Heqî Qarer û hemû şehîdên leheng bejna xwe ditewînin û soza pêkanîna xwestekên wan didin.
 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO