|
Aras Hêzil
Demeke
kin maye ku ez berê xwe bidim serê çiya
û dest bi jiyaneke nû bikim an go ez ji
nû ve ber bi zayîneke nû ve rê bigirim.
Wê demê pêdiviyên ku ez li pişt xwe
bihêlim an jî ew tovê ku ez di nava xaka
bîranînan de biçînim, wê çi be?
Rojek ber bi êvarê bangî çend hevalên
xwe yên ku zarokatiyê bi hev re
jiyankiribûn kir. Ber bi dawiya gund ve
çûn, li serê girekî bilind berê xwe dan
bilindahiya çiyayê Cudî. Henasên kûr
dikşandin, ji bihna bayê ji bakur pêl bi
pêl dibihîstin. Koma hevalan bi baldarî
li benda lawikê şepal man, lê ji meraqan
xwe negirtin, xwestin pirsiyar bikin û
dema jê re gotin: “De ka bêje, em hevalê
hev in, em amade ne bi hemû derd û
pisgirêkan parve bikin, ma çi bi serê te
hatiye, em hîsdikin ku him tu xemgînî,
him jî kêfxweşî. Ma qey tu û hinek
pevçûne? Yan te tiştên nebaş bihîstine,
yan jî tu evîndar bûyî?
“Rast e” ji nişka ve axîneke kûr kişand
û bersiv da, keser bi keser hesretên di
nava agirê sebrê de heliyan anîn ser
lêvan, dost û hevalên xwe hemû bi
matmayî, bi dil germî bala xwe danê ser.
Êdî beşoşk kete ser hinarokê rûyê wî, bi
wan çavê bêguneh, berê xwe da çiyayê
Cudî û got; “Erê” ez di nav evîndariyeke
mezin de dijîm, ji bo wê ez nizanim çawa
destpê bikim. Hûn dizanin em her roj
dihatin dawiya gundê me, seranserê girê
bilind. Dema ku me çiyayê Cudî temaşe
dikir, car caran birûsk jê radibûn; me
digot ev dengê ewra ye û ew çirûsk
dilopên baranê ne! Na na; ew ne dengê
birûskê ye, ew dengê çeka keç û xortên
kurdan e û li serê çiyayan li hember
neyaran şer dikin. Ew birûsk gulene, ne
beledîne, ew dengê şer e, pêkanîna
xeyalên azadiyê ye, ne dengê ewran e. Ev
dengê em dibihîzin dengê rastiyê ye.
Rastiya gelê kurd, yanê rastiya me ye.
Êdî dem ne dema xewê ye, ew dem hatiye
ku em ji nav xewê derbikevin, em li xwe
bigerin! Ger azadî nebe; emê çawa nav li
jiyanê bikin? Belê îro em di nava
dergûşek ji çar dîwaran ve hatî
dorpeçkirin de mezinbûne. Lê temaşekin,
çiyayê Kurdistanê bûye dergûşa hezaran
keç û xortan! Her kêliyek ji temenê wan
tejî wate û xweşikbûnê tijî ye, pêwîst e
em bizanin ku me jiyanek gelek windayî
jiyan kiriye, temenê me her dem bû
qurbanê wan xeyalên ku di nav pencê
dîrokê de riziya ne. Hûn dizanin ku em
zarok bûn heya niha di nava dibistanan
de ji bona me bi zimanê zikmakî bi kurdî
axaftin, meş çil û lîstok jî qedexe bû.
Her dem çavên me li ber dîwarê welatê
xelkê ma ye, her dem me xwe wek mirovê
tazî hîs dikir.
Belê hevalno!
Ez hêvîdar im hûn rast têbigihêjin, berê
min li rêwîtiyeke dûr e. Gotinek kurda
heye; “Dema ku tu verxikî berdî, berê
xwe dide hêlîna xwe” yanî ciyê zayîna me,
ciyê destpêkirina jiyana me, ew warên ku
ji zayîna dayîka pîroz re dergûştiyekê
kiriye. Ger em kor nebin, emê ji vir û
şûn de bizanin ku hêlîna me li ku ye û
emê berê xwe bidin cî û warên xwe, ew jî
çiyayê bedew û bilind yên Kurdistanê ye.
Ew cihê ku emê lê azad bifirin, ew cihê
ku emê bi kenê xwe şab in. Belê rêşepalê
dilê min, dema ku codkarekî feqîr bi
mehan, bi salan li ber çandînî de yan
darekî yan jî daristanekî zehmetî û zorî
dibîne, derbas dike, dema ku hilbirînê
berhev bike wê şabibe. Lê heta temenê me
yê vî emrî gelek rojên bêwate derbas
bûn. Lê ez bawer im ku emê cihê rûmeta
xwe nasbikin, wê her kêliyek xwedî
nirxekî gelek mezin be. Heta ku mirov
nebe tovê azadiyê nikare azadiyê bibîne
û hîs bike.
Belê dibe ku tiştê ez bêjim gelek bin.
Lê ger em ber bi çiya ve hilkişin, wê
hîn bi nirxtir be. Dibêjin “Çiya bi çiya
nagîhîjin hev, lê mirov digîhîjin hev”
Hêviyek min ew e ku em di welatek azad
de hev bibînin, bi dengek azad banî hev
bikin, bi kenek azad bi hev re şabibin.
Niha xortê dilbikel ber bi dayikê ve
diçe. Lê beriya ku lawik bêje, dayika
dil bi êş ku her tiştî hîs dike ji kurê
xwe re dibêje; “Kurê min ez dizanim tu
ne li ser xwe yî, vê demê wek pezê kovî
li te hatiye, dizanim çawa çûk ji qefesê
difire û careke din nazivire, tu jî li
ber singa min derketî û li riyek dirêj
diponijî, dibêjin ku “dilê dayikê li ser
kur e, yê kur jî li ser kevir e.” Na
dayê! ew hevok bêzariyê ji qedera me re
hûnandiye. Ji ber ku em bindest in, her
dem me giliyê xwe ji qederê re kiriye.
Dilê min ne ser kevir e, dilê min ser
çiya ye, li ser welatê bindest e. Ger ez
welatê xwe nasnekim, tu her dem li min
bigerî, ezê jî li te. Te ez bi şîrê
pêsîra xwe mezin kir, te kedeke mezin li
ber min de da. Lê niha jî ezê ji pêsîra
çiyayê bilind ji çemê Dîcle û Xabûra ava
zimzimê re bijîm. Çi tu li min bigerê çi
jî ez li te bigerim, bila wan rondikê te
bibin tovê hêvî û serfiraziyê. Heger
hesret neba wê bêrîkirin jî neba.
Xwesteka min ji te dayê; tu tilîliyan
bidî ji bo awaza rêwîtiya min. Ew êş û
azarê xwe bike hevokê bêrîkirinên
azadiyê, strana rêwîtiya min bibêje bi
dengê xwe yê dîrokî û bi kenê ser rûyê
xwe ve bi kêfxweşî min rêke. Ji bo min
her tiştek niha girîng e, ji bo ku ez
niha dikevim nav rêwîtiya xeyalên xwe,
ber bi çiya ve diçim û di hembêza çiya
de rastiya xwe digerim. Min ji heval û
hogirê xwe re xatir xwest. Ji bo te jî
dixwazim bibim dermanê êşê. Tenê tiştek
maye, ji wê û şûn ve êdî ezê bikevim ser
riya rojê. Belê dayê ezê her hesretekî
ku xeyalê minê sala ye, li ber keviya
çeman biçînim, li ser her pelekî daran û
li ser her rengê gula navê te
binivîsînim, bila diyarîbin ji wan
hêviyê ku tu car mirinê nasnakin.
- Dayik tenê ramûsanek wek hîlala heyvê
li eniya xortê çeleng xist, wek dareke
tîbûyî ser singa xwe hemêz kir û ew
rondikê wek lîlava biharê jê re kirin
xelata rêwîtiyê.
- Roj baş, min dixwest li gel te
goftûgoyeke taybet bikim, lê mixabin tu
îro gelek xemgîn î, gelo ma wê sedem çi
be?
- Nizanim lê îro ez çûme ser kaniyê,
dema ku min ava xwe dagirt û carê avê
danî ser milê xwe, ji nişka ve hate xwar
û şikest, ji ber vê dilê min perçe bû,
êdî hedara min nehat, gelek tişt hatin û
çûn, lê hîna jî bi tirs û guman im.
- Dama lawik êdî êdî ber xwe de wê û
rûxweş bû, keçika rûçik behitî bala xwe
da ser.
- Ew nîşana rêwîtiyê ye, tu dizane azadî
ji zû ve winda ye. Ger mirov lê negere
wê tu car neyê dîtin. Gelek bav û kalê
me rabûn, hê zindî gora xwe bi destê xwe
dikolan, gelek zeriyan keziyê xwe kirin
kêl ji goristane miradan re. Hîna jî
qîrîna zarokên li kolana tê guhên me. Li
vî welatî qeder bûye kefenê xeyalê
mirovan. Tu dizane em di rojekî de
hatine dinyayê, tê bîra te me keleşkof
ji darika çêdikir, berê wê dida çolê û
me digot emê dijmin bikujin. Lê îro roja
rastiyê hatiye, roja ku pêwîst e bizanin
ku em mirovên windayî ne. Rast e tu tovê
heskirina min î, lê dema ku ez bigîhîjim
ser çiyayê Kurdistanê û bibim gerîlayek
an jî şervanekî azad, wê demê dibim
şitlek û ta ku dibim darekî hezkirina
welatekî ku êdî tu car bindestî ne jî.
Dema ku ez hingulîsk bikim pêçê te, tu
bike pêça min, wê demê ezê tenê te nas
bikim û tu yê tenê min nasbikî. Lê dema
ku ez xeleka narîncokê li ser pêça xwe
ve bikim, wê demê ezê welatekî hembêz
bikim û welatek jî wê min hemêz bike.
Gelek xweş e dema ku mirovek ji çend
rengan wênekî çêdike. Belkî jî
pêşengiyekê çêke, lê dema mirovek rih
bike pirwaz û bi xwîna xwe wêneyê
azadiyê çêke hîn xweş û bedewtir e. Tu
dizanî welatê me bi efsûnên roman û
destanê Egîdiyê ve tijî bûne, lê êdî
romana rastiyê destpêkiriye, cihê wê li
ser çiya ye, li wê derê şervanê azadiyê
tu car bihiştê xeyal nakin, di hinava
bihiştê de dijîn.
Wê bidome
|