Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 

 

 

Ji dengê berxwedaniyê re

Jiyan Şer

Em di pêvajoyeke bi êş û xemgîn de dijîn. Em di pêvajoyeke hebûn û tûnebûnê de dijîn. Em di pêvajoyeke şerê berxwedaniyê de dijîn. Dilê me bi rojê re diçe û tê. Her roj ku derbas dibe, êşên me mezin dibe. Êdî hênaseke ku em digirin û didin jî, ew qas ne hêsan e, zoriyeke mezin diafirîn e. Hestên me, ramanên me û gotinên me dibêjin Roj, berxwedan û serkeftin. Weke din tu gotin wateya xwe nade. Em di her berbanga sibê de hestên xwe diherikînin ji Rojê re. Em bi rojê re dijîn û bi rojê re tevdigerin.
Di van rojên biharê de dengê berxwedana lehengan bilind dibin, dengê abîdeyên çiya digîjin Rojê. Di çiyayê Kurdistanê de wek tîrêj dişewitînin çeperên komplogeran. Wek stêrk diqetînin tarîtiya kûr û silav didin ji Rojê re, hemêz dikin bi hesreta azweriya azadiyê. Wek heyvê ronahiyê didin ji tarîtiyê re. Dilê wan diherike wek çemê Dîcle, ramanên wan wek teyrên baz difire di ezmanê şîn de, gotina wan a destpekê û ya dawî jî dibe; “Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe”

Ji Botanê heta Dersîmê, ji Erziromê heta Amedê li her deverên lûtkeyên çiya de dengên lehengan digîhîjin hev. Wek soza xwe, gotinên xwe yên dawî de jî dibêjin “Berxwedan” û silav dikin hemû têkoşer.
Ma tu kes dikare dengê çiya û lehengan qut bike? Ma tu kes dikare gelê têkoşînvan, gelê berxwedêr bêdeng bike? Hemû mirov, zarok, ciwan, jin, zilam, ixtiyar, bi yek deng û yek gotinê, dengê lehengan pêşwazî dikin. Pêvajoya berxwedanê, pêvajoya serkeftinê, pêvajoya bi serok re jiyan kirinê ye. Hemû liv û tevger vê yekê destnîşan dikin.

Em jî wek têkoşereke rêxistinê dixwazin bi nivîsê ve dengê xwe bigîhînim we. Dixwazim ji hemû endamên beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê de ye re, silav û girêdana xwe bilêv bikim, hest û ramanê xwe bi wan re parve bikim. Hêvî û bendewariyên xwe bigîhînim çalakgeran. Tu kes nikare hêviyên me qut bike! Tu kes nikare dest ji roja me re dirêj bike! Ev mejiyên ku vê yekê dihizire, emê belovajî bikin. Ev hestên ku ew qas qirêj diherike, emê bifetisînin. Ev planên ku serokatî jahr dike, emê tune bikin!. Ew dixwazin dest direjî jiyana me bikin, emê jî destpekê jiyana wan a qirêj hilweşînin! Ew dixwazin hêviyên me ji holê rakin, emê xeyal û bendewariyên wan ê tarî biperçiqînin! Çimkî serokatî hêvî, bawerî, azadî û jiyana me ye. Ev nêzîkatî pir sînoran derbas dike. Sînorê herî biçûk ê tehemûlê jî nahêle. Ji bo wê em niha pir bi hêrs in û pir bi hestên dijwar ve tije ne.

Di vê pêvajoyê de zêde gotin pêwîst nake. Ji bo wê ez jî dirêj nakim. Lê bizanibin ku dengê berxwedaniyê li kûr bilind bibe, hest û ramanê gerîla jî di wir de diherike. Gerîla jî vê jiyan dike û ev dibe yekbûna dengê çalakgeran. Yekbûna rihê tevgera azadiyê. Yekbûna hemû têkoşeran. Yekbûna rih û çalakiya PKK’ê û xeta Apocî. Bi vê ve ez wek têkoşereke YJA STAR we hemû silav dikin û heta gihandina rojên azad û pêşerojeke bi serokatî re…

 

VEGERE RÛPELA DESTPÊKÊ
       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RÊBER APO