|
Erdal
Dêrik
Yekîneya
me bi qasî şêt kesan bû, du tîpên lawan
yek jî yê hevalê keç bû, me li Bestayê
debara jiyana xwe ji xwezayê dikir; giya,
pincar, kereng û nêçîra lawirên kovî. Ji
ber ku dijmin riyên erzaqan birîbûn.
Polîtîka ev bû ku; ”avê biçikîne, masî
sax bigre” Lê ev tu caran nedibû asteng
li pêşiya coş û kefxweşiya yekîniyê.
Gerîla ji vê yekê tu xeman nake. Dayîka
me ya ax û bihar bi me re ye, berketa wê
ya xwezayî têra gerîla dike û zêde ye jî.
Gava ku bîr û bawerî hebe, her tişt
hesan dibe. Qet tune be emê li şûna avê
xwêdanê xwe vexwin, bila xwarina zikê me
jî bibe ax, ne xem e. Belê pêşiyên me
gotine; “Bi pirsê mirov diçe xursê û tu
caran riya ava herikî nayê bendavkirin”
û ev di rastiyê de jî wisa ye.
Ji bo rêwîtiya li pişta Kêla Memê û
Qilabanê, ji pişta xwe riya çend rojan
me têra yekîniyê pêwîstî peydakirin û
amedekariya rêwîtiya Feraşîn û Kato
destpêkir.
Fermanek hat. Ji bona meşê her kes çentê
xwe baş girê dabû. Hinek hevalan,
goreyên xwe kişandibûn ser şalan,
hinekan jî kefiyên xwe wek ertûşiyan
girêdabûn, hindekan jî zendik rakiribûn
jor. Ev kefxweşiyeke bêhempa di nava
hevalan de afirandibû. Piştî em ketin
rêzê, hejmar hate girtin. Meş û rêwîtiya
me dest pêkir. Wê demê hevalekî ji bona
min got; “Emê meşa Mao bikin” Li hember
vê qerfiyê em hemû keniyan.
A niha emê lingê xwe ji nava daristan û
teraşan bavêjin, li nav gunî û mêrgê ku
zikê berfê qelişandine bimeşin. Pê re
bayekî, li rûyê me dixist û taveke nerm
hebû û bi vê berfa keviyan pê şadibûn,
rûbarê ava berfa diheliyan û lîlavên
gelek xwezayî û heybet çêdibûn.
Şert û mercê zozanan û jiyana li zozanan
ne wekî yê daristanan bûn. Çêkirina
çayek bi serê xwe serkeftinek bû, bi
gunî û qirşikan agir dihat pêxistin,
hela hela pêwîst e ku bê dû be. Ev
cefayeke mezin dixwest. Bi taybetî dema
ku hişyarî ji bo dû dihat, wê demê heçkû
tu di nava êrîşa qereqolekê de yî, lewra
jî hevalê ku piranî di nava pratîka
zozanan de bi ezmûn bûn, bi agir re
mijûl dibûn.
Li pêşiya me wê car caran çemê har û
serxweşbûyî, ku ji berfa heliyayî
pêkhatine re rû bi rû dimînin. Bejna
hêlizan bilind bûne û li ser axê bi panî
belav bûne. Ew qas gur bûne ku, heta
şûtikê bilind jî bûne.
Meşa me didome, ji bona ku qutbenek
çênebe, heval bi baldar in. Çekê hindek
hevalan giran ên mîna BKC û B-7 an go
RPG hebûn. Lewra hevalê din jî bi wan re
dibûn alîkar. Çaydanka reş jî li pişta
çentê hevalên lojîstîkvan e û mîna çirka
saetekê geh diçe çep dibe geh rast dibe.
Coşa me pir bilind bû. Carnan ser
reşahiya erdê re dimeşiyan, carnan jî li
ser keviyê berfê me xwe xiş dikir û bi
qîra bang dikirin ûûû!!!! Heçkû
difiriyan, heval li ser hev kom dibûn.
Wê demê lêv bi bask dibûn û ev dîmena
heyî di bin hiş de ji bona ku careke din
derneyê dihate nîgarkirin.
Fermandarê yekîneyê hevalê Eşref, wekî
rêzika trênê yekîneyê dikşand. Hemû
hevalan jî wek malikê trênê li pey diçûn
û bi vî awayî me xwe gihande rawestgeha
bêhvedanê. Li rawestgehê tevahî heval
belav bûn. Ji bona ku bikaribin qirşikên
hişk û guniyên ziwa kom bikin, ta ku em
ji bo xwe çayekê çêbikin û bi vî awayî
westandina xwe bibûrînin. Çêkirina çayê
dibû pêşbirk nava mangan de, kî zû çaya
xwe bikelandina ew jêhatî dihate dîtin.
Di pratîkên wisa de her tim hevalê
leşker sipêrtî berî her kesî çayê
dikeland. Em hemû dibûn hesûdê
jêhatîbûna hevalê Leşker. -Hevalê Leşker
di payîza wê salê de tevlî karwanê
şehîdan bû- A niha piştî me ava zozana
kire çay, hinavên me germ bûn, westandin
li milekî ma û niha jî emê xwe bavêjin
Feraşînê. Ji bona Feraşînê şevek me maye,
lê em bi derbasbûna şevan nahisin. Şevek
li ber 365 şevan nabe tiştek. Em li ber
ava ku ji Warê Kurdo, ku ji kaniya wê
aveke sar û diranan ditevizîne diherike.
Ava ku har bûye bi pêlên xwe, rê nedida
ku mirov bi tena serê xwe li avê bide.
Ji ber vê jî pêwîst bû ku pênc an şeş
heval, mil bi mil mîna xetekê, yek jî li
paş hemûyan bi hev re lingê xwe davêtin.
Bi hemû hevalan re kelecanek bê tarîf
hebû û ji qîrên hevalan ev diyar dibû.
Ji ber ku ne tiştek hesan bû, bi avên
wisa gur de derbasbûyîn. Bi xwe her
xetereyan dianî. Ji wê ya û şûn de emê
nema heya derengiya payîzê, nema rengê
darê berû û sivoriyan bibînin. Hîna ji
bona ku em bikevin tarîtiya şevê, du
saetê me maye, li pêşiya me ve berpalek
beroj derket ku pelê rêbaza xwe bi erdê
ve pankirin e, nêrînên wan jî berê xwe
dane ezman. Bi nîv ewran ve diyar e, emê
li vê derê bêhnvedanek kurt bidin û ta
ku em tama devê xwe jî ji rêbaza miz
bidin. Hêdî hêdî şevê li hawîdorê, xwe
bi tarîtiyê dipêçand. Li aliyekî heyv di
roja xwe sisêyan de ye. Emê rêwîtiya
şevê bi sitêrkan re bibûrînin. Car caran
biriqandinên stêrkan di nava gola avê de
leylanan çêdikir. Hîna jî bayek nerm li
ruyê me dida, ji dûr ve rohaniya
qereqolan dixuye.Kî dizane, belkî ev
qereqol bibin nîşana me ya pêşerojê.
Belê me saetên şevên kurt qulibandin û
bi berbanga wê şevê re, tîrêjan li ser
derbendê Feraşînê li me hilat.
Feraşînê, sed hezar car waxx! Ezê te
çawa bidim nasîn, bi kîjan zimanî te
bilêv bikim. Tenê ez bêjim tu wek navê
xwe yî, ew ava te li me hemû hevalan
helal be. Lewra jî ezê behsa çar
kaniyokê te bikim ku di bin çavkaniya
çemê Xabûrê, xwe wekî keziyekê hûnandî,
bi ser deşta Feraşînê de berdidin û
jiyanê li dora xwe diafirînin.
Hevalê ku hawîrdor nas dikirin, bîranînê
xwe digotin; ”min li vê ciyî, wisa kir,
te jî wisa kir û hwd.” hevalê ku
nasnedikirin jî carnan bi pirs, carnan
jî pirsên di hişê xwe de digotin. Gelo
çiqas maye, emê kengî bigihîjin nuqtê.
Piştî em ber tehtekî rawestiyan, me
bêhnek kişand. Li derdorê nîvroj bû. Li
asîmanan di şûna rengê şîn, ewrê reş
hêdî hêdî, gav bi gav veduguheztin.
Baran hûr hûr dest bi barînê kir. Bi
peşkên destpêkê yên baranê re, me dest
bi meşa xwe kir. Dengê ewr û brûskan wek
topê giran li perdeyê guhê me diketin.
Her ku baran xurt dibû, me jî dilezand.
Her tiştê me şilopilo bûbû hetanî korika
me. Vê carê rawestgeha trêna me li
gundekî ku hatiye kuçkirin û bûye xirbe,
ancax ew gund me biparêzê ji baranê. Em
di şiveriyeke ku di nava hêliz û
mendikan de winda bûye, me xwe gihand ew
gundê kavil bûye. Hêliz û mendik, hindek
tiştên spî ku di bin de kumê xwe dane
serê xwe û wekî sîwanan vekirine, bi
dengekî beledî û brûskan diveciniqîn
raberî me dikir. Hevalek ku ew berê
nedîtibûn bi meraqdarî pirs kir. Heval
ev çi ne? Yek ji hevalê me ku gelek ji
qerfiyan hez dikir, ”ev goştê xwezayê
ye, ma we nedîtiye, tahma wan gelek xweş
e, ku em gihîştin nuqtê, ku me di nava
rûn de sor kir wê demê tuyê vê çêja
bihûstî fêm bikî”
Belê ew tiştê ku ez bahs dikim “qîwark
an li hinek herêman dibêjin Kerok”
Pêşbirka qîvarkan destpêkir, ka wê kî ya
herî mezin bibîne? Wê rojê me têrî xwe
qîwarkan berhev kir û piştî meşeke kurt
em gihîştin gund. De vêca bila hevalên
fedekar di nava xirbeyan de daran
kombikin. Lê ev li gorî qirşik û guniyan
pir hesan bû. Hinek hevalan dar anîn û
hinek heval jî bi vêxistina amadekarî û
tiştên dîtir kirin. Hevalên ku di meşê
de westiyabûn jî, ketibûn xeweke şêrîn.
Bêguman çîroka meşê dewam hê jî berdewam
bû. Ji nişka ve dengê xuşîniya bêtalan
hat. Xuyaye hevalên li van deran
dixwazin têkilî deynin û xwestin
pêwendiyê bi me re çêkin. Belê rast e,
qodê ku tê bangkirin, koda heval Eşref
bû.
Bi dengê Derya! Derya! deng bi bêtêlê
ket. ev deng bi têzizê ket. Piştî rewş
pirsînê, hevalên hêla dîtir gotin ku;
“Dijmin li hêla Beytûlşebabê
amadekariyên operasyonê dike”
Axfitina bêtêlê kir ku em hemû guhên xwe
qîç bikin. Me di dilê xwe de digot; em
dema vî tiştî bû. Lê heval Eşref wek ku
tiştek nabûye, bi xwînsarî got; “ka em
çayek dîn jî vexwin, êdî dijmin bêminete”
Ev helwesta hevalê Eşref kir ku hestên
me berztir bibin û ketin nava tevgerê.
Piştî me bêhna xwe da û me xewa xwe girt;
cardin ferman hat da ku em derbasî
tevgerê bibin. Belê emê vê carê
bêrawestan xwe li Katoyê bidin.
Ava Feraşînê pir zelal bû, bi rihetî
mirov masiyên di tê de bêyî ku melevanî
bikî ji dûr ve didît. Carek din me bi
destê hev girt û em ji avê derbas bûn.
Mêrgên li derdora avê kulîlkên xwe
xemilandibûn, her ku em derbasî Katoyê
dibûn, coşa dilê me derdiket asta herî
berz. Çend dolik, çend girik me
qulibandin, tenê keviyek maye emê xwe
bigihînin Çelecengê, lê ew rûyê Kato bi
xwe Ye, a niha sed metre maye, pêncî
çend gav qediya!
Wey xwedê ev çi ye? Kalha xwezayî li
pêşberî me ye, zinarê berezîvî
diteyîsînin, berfa çalan jî, nexşeya
Katoyê çîz kiriye, tîrêjê rojê xwe li
deriyên wê dide, li ezmana parçeyê ewran
xwe bi ser Katoyê zîz dikin. Her ku roj
diçû ava, ewran jî rengê cuda digirtin,
geh sor dibe, gih şîn, gih spî; mor bûn,
belekî jî şensê me bû. Me xwe gihanda vê
dîmena xweşik, em li wir kom bûn, hindek
piya, hindek jî rûniştî, wêne ser
wêneyên me girtin, wî demê me xwe di
dilê Katoyê de dît, bi qulibandina rojê,
bi xatirê xwe re em jî qulibîn milê
Katoyê, emê şeva xwe di hebêza hesreta
xewê de derbas bikin….
wê bidome...
|