|
Erdal
Dêrik
Ji dûr ve, ji milê qibleyê ve lê temaşe bike. Tu yê wê demê
pozbilindahiya rêzeçiyayê Katoyê bibînî.
Wekî dîwarê Seda Çînê bi nav û deng,
wêneyê xwe di bîbikên çavan de çêdeke,
mîna ku bêje ez im şahidê şerên mezin,
werin nava min bikolin, hûnê hestiyê
berî hezaran salan bibînin.
Ez di heyamekê de ew qas zindî û law bûm. Bedew û spehî
bûm. Lê xirecira şerên bêeman, dêmê rûyê
min kirêt kirin, ava di nava min de
digeriya ziwa û miçikandin. Niha, nû bi
nû xwedanê min ê rast hatine, zar û
zêçên min hatine, gerîlayên min ê nûjen
hatine. Ji nû ve bi xwêdana eniyê, bi
xwîna dilan, kirêtiya hezarê salan û
navê lanetê dişon û paqij dikin. Ez bi
sebra Eyûb li hêviya wan bûm. Ji ber ku
min dizanî keç û lawên ku bi ava hundirê
min ê zelal mezin bûne wê xwedanê soza
xwe bin û di dawiya dawiyê de hêviya min
pêk bînin. Gerîla ref bi ref hatin..hatin..û..
hatin…
Bi giştî ev rêzeçiya, ji neh Katoyan pêk tê. Navê her yekî
jî, ji yê dinê cuda ye. Her navek jî li
gorî eşîr, gund û mezrayên li der û dorê
hatine bi nav kirin. Her wiha, ger em
serê Katoyê ji rojhilat bigirin dest, wê
destpêka xwe ji seranserî ava Zapê ku ji
Colemêrgê derdikeve an go Katoyê Bayê
dawiya vê rêzeçiyayî ye, li kêleka
navçeya Perwarî ku girêdayî Sêrtê ye
diqede.
Li milê din ê Katoyê Bayê, Çiyayê Simbil û Semedar bi çavên
şil li rûyê Katoyê dinêrin. Dixwazin
destê xwe bigihînin hev du, di navbera
wan de Geliyê Zapê û Ava Zê heye. Çiyayê
Simbil jî weke birayê biçûk ê Cîlo ye.
Niha jî ger em van rêzeçiyayan bi nivîskî binîn ziman, wê
rêza wan li dû hev wiha werin rêzkirin:
Katoyê Bayê, Katoyê Begîrê, Katoyê
Qewalê, Katoya Navîn, Kato Marînos, Kato
Jîrkan, Kato Xelîlan, Katoyê Dawîn û
Katoyê Biçûk e.
Ev navên ku li paş Kato hatine bikaranîn, bi giştî navê
gund, eşîran, dîsa hindek ji wan di dema
Îskenderê Mezin de, hindek ji wan jî li
gorî cî û mezinbûna xwe hatine
binavkirin.
Belê rêzeçiyayên Katoyê, wekî govenda devzarê destê hev
girtine û xwe dihejînin xuya dikin.
Herêma ku ev rêzeçiya di nav de derbas
dibin, di warê çînî de bi giştî di bin
bandora eşîrtiyê de ne. Hîna jî ev yek,
li wê herêmê serdest e. Ji xwe di
heyamên berê de, li ser van erdnîgariyan
Konfederalîzma Eşîran li
dar bû. Bi wateyeke din, bi kominî jiyan
kirine.
Hin ji navên van eşîran; Jîrkan, Gewdan, Mamxuran, Graviyan,
Xelîlan û hwd. Gelê wê herêmê, bi giştî
debara xwe li ser pez û dewaran dikin.
Ji ber ku erdnîgariya wê hişk e. Pêwîst
e çandinî encax di cihên kûr û germ de
dikare çêbibe.
Ev herêm tu caran yek ser neketiye bin destê kesên biyanî
de. Heta sed sala 20. û şûn ve, îcar
dewletê bi rêbazên cuda cuda destê
hukumraniya xwe têxistiye nava herêmê.
Kincên orjînal ên vê herêmê yê zilam; şal, şapik û kefiyê
bi ertûşkî hatî girêdane. Yên dayîk û
jinan jî fîstan û xeftanê bi içik in.
Tiştê balkêş li vê deverê kevneşopiyên ermeniyan jî hîna
zindî dijîn. Ev yek jî dide nîşan ku
jiyaneke hevpar bi mozaîkeke çandî ya
têkel hatiye jiyîn.
Navê gelek gundên li vê herêmê bi “nis” diqedin.
Dibêjin ku, “nis” navê jineke
ermenî ye. Qutnis, Kutranis, Toranis,
Peyanis, Omyanis û bi dehan gundên din
bi vî awayî hene. Kevneşopiya wan hîna
jî weke dêr û çîrokên wan li ser zimanê
gel in. Lê piştî ku dewleta tirk dest bi
qirkirina ermeniyan kir, êdî li vê
herêmê mirov pir kêm rastî wan tê.
Dîsa rêzeçiyayên Katoyê di aliyê jeo-polîtîk ve ciyekî xwe
yî girîng dilîze. Di navbera her Kato û
yê din de tengav hene û ev tengav
navbera katoyan qut dike û di navbera
bakur û başûr de dibe rêbihêrk. Di van
tengavan de robarên ku xwe ji zozanan
berdidin, bê navber diherikin. Di nava
katoyan de riyên piyade û riyên lawiran
jî hene. Lê çûn û hatina wan cefayek
mezin dixwaze. Ji van riyan re dibêjin “derî”
Hinek ji van tengav û deriyan; Tengava
Bayê, Deriyê Qaçê, Deriyê Berana, Deriyê
Moxil, Deriyê Kewê û Deriyê Zêr e.
Xwezaya Katoyê li derveyî hindek darên qaçê, ji hemû darên
din bê nisîb mane. Lewra jiyan di nava
Katoyê de, bi darên qaçê û guniyan debar
dibe.
Ger kesê ku Katoyê nas nake, meşên şevê pir zehmet dibe.
Wey li halê nenasan! Kato di hundirê xwe
de wekî bajarekî xirabe ye. Jixwe hindek
dever hene jê re dibêjin, Xirab Bajêr.
Şikeftên Katoyê piranî xwezayî ne û
gelek in. Kevirên wê jî tûj û berezîv
in. Di gelek ciyên Katoyê de, berf tu
carî nahele û xelas nabe. Berfa salê, di
ser a sala dinê de dibare. Wekî Keviya
Pîr a ku li ser Cîlo ye, di hindek ciyan
de golên biçûk ji hêlînên berfê çêdibin.
Li ciyê ku Kato ji zozanan vediqete an jî digihîje hev,
robarên avê û kaniyên sar xwe berdidin û
ev yek jî debara jiyanê li Katoyê hêsan
dike.
Em an go gerîla bi noşîncanî vê avê vedixwin û pêşkêşî
mêvanê xwe dikin.
Zivistanên Katoyê bi giştî dirêj in. Herî kêm şeş mehan
didome. Lewra Kato bi spîtahiya berfa
şeş-heft mehan forsa xwe davêje.
Berî ku ji bîr bikin, pêwîst e ez bahsa lawirên Katoyê
bikim. Pezê Kovî û bi taybetî jî hirçên
Katoyê bi nav û deng in. Tev jî di
şikeft û kendavên asê de xwe diparêzin.
A niha piştî vê kurte nasînê, hêj mirov fêr dibe û wate
dide. Ka çima? Ji ber ku artêşa Îskender
nedikaribûye van rêzeçiyayan derbas bibe
û asê bûye. Piştî şerên dijwar, niha jî
bermahiyên şerên wan deman, li naverastê
tên pêşberî mirov. Kozikên ji kevirên
mezin lêkirî, şahidiya şerên bêhempa
dikin.
Ger tê gotin Kurdistan welatekî ku şer li ser bûye, Kato jî
vê yekê pişt rast dike. Vê xaka pîroz
pêvajoyên cengên giran bihûrandine.
Demdirêj bû û ajot. Wekî pêşbirka siwarê hespê Kimêt û
siwarê mihîna Kihêl. Bi sal û sed salan
ajot vê pêşbirkê û hîna jî Kato weke xwe
radiweste û meydan dixwîne û ji neyaran
re bûye wekî kelemeke kor, weke diriyeke
tûj.
Kato tirsa xwe têxistiye nava dilê contirkan jî. Bi zimanê
koremarê bi wan re diaxive. Roj li wan
kiriye şev. Lewra jî navê Çiyayên Tarî
lêkirine.
Berevajî vê yekê, çawa teyr çêjikên xwe xwedî dike,
diparêze û bi firê dixe; îro jî Kato
gerîlayên xwe hemêz dike, wan diparêze û
fêrî jiyana çiya dike.
Ger ez bêjim Kato ev tenê ye, wê pênûsa min qebûl neke. Wê
dilê min rihet nebe. Lewra ezê çîroka
Katoyê û zarokên wê yên gerîla bihûnim.
Wê bidome…
<<nivîsên
berê>>
|