|
Erdal Dêrik
Di
mangeya me ya ku nivî ji kevir û
herî, nivî din jî ji bi kîsên
axê hatibûn lêkirin de
rûniştibûm. Pênc roj berê, piştî
sermayeke tund û dijwar, bi
barîna berfê xwezaya vê xakê
rengê xwe guherand, li derveyî
sînga tahtên bilind û nivî qurnê
daran, her der weke kefenê
mirinê an jî weke cilên bûkan
spî bû.
Erê berfa yekem bû. Lê zû erdê
girt. Her wiha piştî barîna şev
û rojêkê, li erdê bi qasî
bejnekê bilind bû. Niha jî piştî
çend rojên xweşî û bi tav, hîna
jî li derve bi qasî çongek berf
maye.
Belê!
Ev ciyê me wekî mezrayeke ku li
paleke beroj e, di her rojên
xweşî ên zivistanê de, her roj
bi hilatina tîrêjên rojê ku ji
pişt lûtkeyên Çarçela derdikevin,
çerxa jiyanê li nava mezraya me
ya biçûk de digerîne. Hetanî
danê esirî em bi tîna rojê şa
dibin û xwe germ dikin. Wê demê
roj xatirê xwe ji bo demekê
dixwaze. Êvar û tarî jî silavên
hatinê li me dike.
A niha piştî ku roj çû ava, hêdî
hêdî bandora berfa çileyî xwe
davêje nava mangeya me ya ku bi
naylon pêçayî ye. Ji dûr ve wekî
avahiyeke camê diçûrise. Vê yekê
jî ez mecbûr kirim, ez agirekî
bi êzingên hişk di sobê de
pêxînim, da ku ez bikaribim
karekî bikin.
Piştî ku min agirê sobê gûr kir,
min dest bi xwendina pirtûkek
kir. Piştî xwendina deh rûpelan,
bala min ji ser pirtûkê çû û
Kato hate bîra min. Wê demê
rûpelên pirtûkê bûne mêrgê
zozanan, xetên nivîsê jî bûne
robarên herikî.
Piştre bihar, havîn û payîzê
Katoyê hate bîra min. Wê demê
min fêm kir ku karekî min
derbasî sala xwe ya nehemîn
dibe. Hebû min nekariye heta vê
rojê pêk bînin.
Jixwe ji zû ve min dixwest ez
binivîsim. Lê her car nivîsa min
nîvçe û qetqetî dima. Bêyî ku ez
bikevin hincet û sedeman vê carê
biryara min bi hêz e.
Ev nîvîs ne tenê daxwaz û
hestekî dilê min e. Ji ber ku
Kato rastiyeke û hatiye
jiyankirin û weke deynekî li ser
milê xwe dibînim. Ji bo ku rastî
di tarîtiyê de winda nebe, bila
bibe hêza nivîsê.
Herî kêm ezê wan hevalên şehîd
bibîrbînim. Şehîdên Katoyê
–Sînan, Xişman, Najîn û Zinarîn-
bi bîst û sê hevalên xwe re canê
xwe kirin pira derbasbûna
azadiyê û bi xwîna xwe çerxa
jiyana birûmet gerandin.
Li ser vê yekê min pênûsa xwe ya
zirav û lênûska xwe ya spî û
xetxetî danî pêşiya xwe û min
nivîsand.
*****
Di mangeyê de ez û yekî din
hebûn. Lê ez jî bi xwe bûm. Ji
ber ku bi fizîkî hevalek din li
cem min tunebû. Lewra ez bûme
dido. Li jiyana xwe û li Katoyê
vegeriyam.
Yekî pirs kir, yê din jî bersiv
da;
- Ma tê bîra te Kato Marînos?
Wê demê min xwe dît û nedît. Ez
bi qasî sî hezar û sî rojî paş
ve vegeriyam.
14’ê rezbera 1998’an û bi
dengekî hêdî ji nava lêvên min
derket.
Kato….Kato….Kato….
Êêhh!!.. Erê baş tê bîra min. Ez
li wir bûm….
WÊ BIDOME
<<nivîsên
din>>
|