Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

18 Çile 2008

 

DIVÊ CIWANÊN KURD JI REWŞA LEŞKERÊ DÎL REMEZAN YÛCE ENCAMAN DERXIN Û NEÇIN LEŞKERIYÊ!

 

Ji gelê me û rayagiştî re;

 

Di rojên dawîn de ku pêvajoya darizandina 8 leşkerên ku ji hêla me ve di pevçûna Oramarê de dîl hatibûn girtin û di vê çarçoveyê nîqaşên ku têne kirin rastiya dernabirin û têne beravajîkirine.

Qexedebûna li ser çapemeniyê, daxwaza girtina muxabetê û pêşketinên mîna angaştnameyên 800 rûpelî veguheziye lîncê û di şexsê 8 leşkerî de li holê ye ku ji bona hemû leşkeran hişyarî û tehdîdek e. Ji bona bi armanca piştrastkirina van angaştan, angaştên ku di çapemeniyê de cî digirin, bi tevahî beravajiyê rastiyê ne.

Destpêkê mîna ku di angaşnameyê de dibûhure, di dema pevçûna Oramarê de ne du roj berî wê û ne jî tu demê, der barê mijarê de bi cîhazan hevdîtin nehatiye kirin. Û di rastiyê de leşkerên ku bi hêzên me re şer kirine, ev 8 leşkerên ku dîl hatine girtine. Fena ku tê angaştkirin tu kes bi dil radest nebûye, şer lidar ketiye û piştî ku cebilxaneyên wan qediyaya radest bûne. Û yê ku destpêkê radest bûye, yê ku rê li ber radestbûna leşkeran vekiriye ne Remezan Yûce ye. Di pevçûnê de çawişê pispor Halîs Tan bi leşkerên gel xwe radest bûye.

Remezan Yûceyê ku di nav leşkerên dîlgirtî de ye û gelek caran navê wî dibûhure, di nav heşt leşkeran de yê ku herî zêde şerkiriye ye. Di ser de jî di nav şer de ji destê xwe birîndar bûye û nikaribûye çek bikarbîne. Remezan Yûce di nav leşkerên dîl de tenê yê birîndar bûye û tenê ji ber ku kurd de bi van angaştan re rû bi rû maye. Mîna ku di angaştnameyê de xuya dike, yên ku di bûyerê de reviyane hatine xelatkirin, yên mîna Remezan Yûce û tenê yê ku şer kiriye jî tê darizandin.

Delîlên ku van angaştên di çapemeniyê û di angaştnameyê de birizîne û xisûsên ku me diyar kiriye biselmîne, di derbirînên kasetên leşkerên dîl de hene. Ku pêwîst bike, wê vanan ji rayagiştî re bê daxuyandin.

Artêşa tirk ku li Oramarê derbeyeke mezin xwar, avêtina berpirsyariya têkçûyînê ser çend leşkeran ne exlaqî ye. Ku di vê mijarê de li berpirsyarek bê gerandin, ew jî general û Îlker Başbûg e.

Ne mûmkûn e ku bûyereke bi vî rengî ya ku li Tirkiyê hatiye jiyandin, li tu devera dinê mirov rast bê. Tu welat, hêz û artêş, ji ber ku leşkerên wan pevçûne û nemirine nadarizîne.

Li hember ewlekarî û lînckirina leşkeran, em di wê fahmê de ne ku em xwedî berpirsyariyeke exlaqî ne. Encax bi şertê ku hêzên ku ew girtine, wê bi nêzîkatiyeke nebaş re rû bi rû nemînin û ewlekariye canê wan di bin misogeriyê de be, soz hatine dane, ji ber vê yekê hatine radestkirin.

Ji ber hinceta vê pêşketinê em bang li ciwanên kurd dikin. Fena ku di mînaka Remezan Yûce de tê xuyakirin ku, digel ku tu diçî leşkeriyê û li hember gelê xwe şer dikî jî, ev têrî yên ku xwedî vê zihniyetê ne nake. Bi qesta “Çima namirin?” hatine darizandinê. Tenê kurdbûyîn, ji bona tewanbarkirinê têrî dikin. Divê ciwanên me nekevin vê dafikê, li hember gelê xwe û li hember xwe nekevin rewşa şerkirinê û ji ber vê jî neçin leşkeriyê.

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG'Ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê