Kurdî   |   Tirkî   |Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 24'Ê GULANA 2008'AN

24 Gulan 2008

 

 

 

JI BONA BÎRANÎNA ENDAMÊ KONSEYA LEŞKERÎ YÊ HPG'Ê ŞEHÎD ADIL AMED ÇALAKİYÊN MISÎLEMEYÎ!

 

Ji çapemenî û rayagiştî re;

 

1- Di 21’ê gulanê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve bi şev saet di 10.00’an de li hember Midûriyeta Navenda Ewlekariyê, Qeymeqamî û Qereqola Polêsan a navçeya Adakliya bajarê Çewlikê çalakiyeke serdegirtinê hatiye lidar xistin. Di dema serdegirtinê de maşîneke leşkerî ku di navbera Midûriyeta Ewlekariyê û Qereqola Polêsan digere hedef hatiye girtin û 5 leşkerên tê de hatine kuşti. Leşkerên ku mirine piştre bi firokeyên skorskyan rakirina nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê. Wekî din di avahiyên Midûriyeta Ewlekariyê, Qeymeqamî, Qerekola Polêsan û saziyên din ên dewletê de xisareke madî pêk hatiye. Di van avahiyan de kuştî û birîndarên dijmin çêbûne, bes agahiyeke zelal bi deste neketiye û operasyona ku piştî çalakiyê destpê kiriye hê jî didome.

 

2- Di 21’ê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê tirk ve li hember gundê Deştê ku girêdayî Yayladereya Çewlikê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Bi şev saet di 12.00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û dijmin de şer qewimiye, bes der barê şer de agahiyeke zelal neketiye dest me. Wekî din ji 4’ê gulanê vir ve tevahiya Eyaleta Erziromê ji hêla dijmin bi firokeyên kobra, tanq û topan tê bombekirin.

 

3- Di 23’yê gulanê ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê tirk ve li hember qada Kursê Kiçê ku girêdayî çiyayê Cudî ye operasyonek hatiye lidar xistin. Hêzên gerîlayên me bi şev saet di 7.30’an de li hember yekîneyeke dijmin ku li girekî bi cî bûye çalakî li dar xistine û di çalakiyê de 2 çeper hedef hatine girtin û bi dest ketine. Di çalakiyê de 6 leşkerên li çeperan hatine kuştin û 4 leşker jî bi birîndarî xelas bûne.

 

 

- Di 22’yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê tirk ve li hember qada Kato Xelîla ku girêdayî Çatakê ye operasyonek hatiye lidar xistin. Ji hêla gerîlayên me ve ber bi danê êvarî li hember yekîneyeke dijmin ku li qada Kanî Zevkê bi cî bûne çalakiyeke xweberdanê (sizma) hatiye li dar xistin, bes der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Piştî çalakiyê operasyon berfirehtir bûye.

Di berdewamiya operasyonê de di 23’yê gulanê de hêzên gerîlayên me milekî operasyonê dişopînin û bi roj saet di 2.00’yan de bi awayekî bi bandor li dijmin didin. Di çalakiyê de 5 leşker têne kuştin û 8 leşker jî birîndar dibin. Şerê ku diqewime hetanî 3,yê şevê didome û di şer de gerîlayekî me yê bi navê Bawer Nisêbîn (Xeyrettîn Tan) şehîd dikeve.

 

5- Di 22’yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê tirk ve li hember qada Kela Aşilme ku girêdayî çiyayê Gabarê ye operasyonek hatiye lidar xistin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me êvarî saet di 7’an de li hember yekîneyeke dijmin ku li girekî bi cî bûye çalakî li dar xistine. Di çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye dest me. Dijmin piştre mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorskyan ji qada şer derxistine.

 

 

6- Di 24’ê gulanê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember trêneke bar ku ji Elezîzê diçe Wanê bi roj saet di 10.20’an de çalakiyek sabotajî li dar xistine. Di çalakiyê de 4 vagon hatine rûxandin û 2 vagon jî qelibîne û alavên tê de jî hatine texrîpkirin.

 

7- Di 12’ê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê tirk ve li hember bejahiya Hozatê ku navçeya Dersîmê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û dijmin de şer derketiye û di vî şerî de gerîlayekî me yê bi navê Sadik (Yaser Oso) gihîştiye şehadetê.

 

8- Ji hêla yekîneyên artêşa tirk ve, Girê Vacîp ku li sînorê qada Heftanînê ye û zivistana borî hatibû berdan, ji nû ve hatiye girtin.

 

9- Di 23’yê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa tirk ve gundên Perex, Erê, Derê Şişê, Şeranış, Mergê Şişê û Şeşdarê ku girêdayî Heftanînê ne, eletexmînê hatine bombebarankirin. Qadên ku hatine bombebarankirin, ji ber qadên ku sivîl lê jiyan dikin, ev di nav gel de bûye sedema tirseke mezin.

 

SADIK
YASER OSO
1982 / RAKKA - KOBANÎ
ÛVEYDE
SALÎH
2002
BAWER NISÊBÎN
HAYRETTÎİN TAN
1978 / NISÊBÎN
HEDIYE
M. EMÎN
2003


 

 

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê

 

 

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» ARŞÎVA NÛÇEYÊN BÎM'Ê

» BIRYARGEHA NAVENDÎ

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

» ENDAMTIYA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

                       HPG ARŞÎV

 

 

 

 
 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê