|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 16'Ê GULANA 2008'AN |
LI HEMBER LEŞKERÊN KU
LI QADA KIRÊ KORA IXDIRÊ DERKETINE OPERASYONÊ ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Di 14'ê gulanê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst a tirk ve li
hember qada Kirê Kor ku girêdayî bajarê Ixdırê ye operasyonek hatiye
lidar xistin. Li hember milekî operasyonê hêzên gerîlayên me danê
êvarî saet di 6.15'an de çalakî li dar xistine û di çalakiyê de 2
leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Operasyon di 15'ê
gulanê de bêyî ku encamek bigire bi dawî bûye.
2- Di navbera 13-14'ê gulanê de ji hêla
artêşa tirk û îranî ve li hember qadên Xakurkê û Xinêrê ku li Qadên
Parastina Medyayê ne, êrîşeke hevbeş a hawan avêtinê de, gundên
Kendakole, Musleke, Bermeze û Ermuşê hedef hatine girtin.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|