|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 15'Ê GULANA 2008'AN |
LI HEMBER QADÊN XAKURKÊ
Û XINÊRÊ ÊRÎŞA HEWANAN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di navbera 13-14'ê gulanê de ji hêla
yekîneyên artêşa faşîst a tirk û ya îranî ve, li hember qadên
Xakurkê û Xinêrê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ne, bi awayekî
hevbeş êrîşên hewanan hatiye lidar xistin. Der barê êrîşê agahiyeke
zelal bi dest neketiye, bes di rojên pêş de emê agahiyên berfireh ji
gelê xwe re ragihînin.
2- Ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ê
tirk ve, li qereqolên Rûbarok, Bêsosin û Mûsekayê ku girêdayî
Şemzînanê ne, teqwiyeya leşkerî û ya cebilxaneyî tê kirin.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|