|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê GULANA 2008'AN |
AGAHIYÊN BERFIREH ÊN
SERDEGIRTINA QEREQOLA BEZELÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 8'ê gulanê de ji hêla hêzên
gerîlayên me ve Qereqola Bezelê û derdora wê hatiye dorpêçkirin. Di
9'ê gulanê de jî, ji bona bîranîna şehîdên baharê û Endamê Konseya
Leşkerî yê HPG'ê Adil Amed li hember qereqola Bezelê ku 100 ji wan
qomando bi tevahî 250 leşker lê ne, êvarî saet di 6.30'an de hedef
hatiye girtin û çalakiyeke di salên dawîn da ya herî mezin hatiye
lidar xistin. Di çalakiyê de beşek mezin qereqol ji holê tê rakirin,
4 avahiyên qereqolê, cebilxane û 7 kon şewitîne. Di cebilxaneya ku
şewat girtiye de, heta danê sibeyî teqîn pêk hatine. Wekî din 6
maşînên leşkerî û dozerek jî, ku li hewşa qereqolê bûne jî bi tevahî
ji holê hatine rakirin.
Di kêliyên ku çalakî li dar dikeve, di heman demê de girê qereqolê û
girê Sîlo ji hêla gerîlayên me ve hedef tê girtin û gelek çeperên
dijmin ji holê tê rakirin. Di çalakiyê de bi dîtina çav hatiye
tespîtkirin ku 29 leşker hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.
Piştî serdegirtinê dijminê ku nikare di bejahiyê de mûdaxale bike,
bi obûs û balafirên şer qadê bombebaran dike.
Di çalakiyê de gerîlayên me yên bi navê Zagros û Masîro şehîd ketine
û gerîlayek me jî bi sivikî birîndar dibe. Der barê agahiyên hevalên
me yên şehîd de, emê sibeyî daxuyanî bidin gelê xwe.
2- Duh bi şev saat di 9.30'an de ji
hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve li nêzî gundê Zînewa ku
girêdayî Çiyayê Spî ye û hêzên gerîlayên me lê nîn in, hatiye
bombebarankirin. Di êrîşa hewayî de mal û zeviyên gundiyan zirar
dîtine.
3- Di 8'ê gulanê de du gundiyên ji
Zaxoyê ku yek ji wan ji eşîra Micolî Adil Xwestî û ji eşîra Sindî
Selîm Bercef, dema ku li qada Sinaht nêçîrvanî dikin, ji hêla
leşkerên tirk ên li ser sînor in hatine kuştin. Bi mebesta ku her du
gerîla ne, cenazeyên wan birine navenda Şirnexê û piştre dîsa li
qada Sinahtê cenezayan avêtine erazî.
|
Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HPG'ê |
|