|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 1'Ê GULANA 2008'AN |
ENCAMA ŞERÊ LI BEJAHIYA
ÇEWLIKÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 27'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
tirk a faşîst ve li hember qada Şehîd Mazlûma Dara Hênê ya Çewlikê
operasyon hatibû destpêkirin û di operasyonê de di nav de leşkerê
payebilind jî sê leşker hatibûn kuştin. Di berdewamiya operasyonê de
hêzên gerîlayên me 28'ê nîsanê êvarî saet 6.30'an de êrîş birine ser
yekîneyeke dijmin û di çalakiyê de yek ji wan çawişê pispor bi
tevahî 3 leşker hatine kuştin, 3 cahş û 2 leşker birîndar bûne.
Piştî çalakiyê ji hêla 4 firokeyên kobra ve qad hatiye
bombebarankirin. Heman rojê bi şev saet 1.30'an de di navbera hêzên
gerîlayên me û dijmin de li berwarên Mergê şer qewimiye. Di şer de
der barê windahiyên dijmin de agahî bi dest neketine, bes di şer de
gerîlayên me yên bi navê Şahîn Sêrt (Abdulmenaf Balta) û Çiyazan
Marînos (Faîk Aydin) gihîştine şehadetê.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|