Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

27 Nîsan 2008

 

DI ŞEXSÊ FERMANDARÊ MEZIN RÊHEVAL ADIL DE, EM SOZA XWÎNA ŞEHÎDAN LI ERDÊ NEHIŞTINÊ, DI BINGEHA HESAP PIRSÎNÊ DE DIDIN!

 

Ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistan û rayagiştî re;

 

Di dîroka mirovantiyê de gelan, di oxira têkoşîna azadiyê de bi berhemên lehengiyên mezin ên bi heybet, hebûna xwe domandine. Di dinyaya me ya îroyîn de, li hember hemû qirêjî, kolekirin û pêkûtiyên sîsteman, vê mîrateya têkoşîna azadiyê ya jiyaneke bi rûmet û rastîn, ji hêla kesayetiyên leheng ve bi pêş ve hatiye birin û derxistine lûtkeya herî jor.

Gelê kurd jî di pêşengiya PKK’ê de, bi têkoşîna xwe ya jiyana azad û bi rûmet, di nava gelên ku têkoşîna azadiyê bi berxwedaniyên destanî birêve dibin de, bi vî awayî rastiya demê qebas kirine û kevneşopiya berxwedaniyê derxistine holê. Di nava pêşketinên dîrokê ya tevgera azadiyê de, her dem rêhevalên fedayî bi xweseriyên xwe yên bi esl ên ku bûne gavên dîrokî, di dîroka berxwedaniya me de şopên ku neyên jibîrkirinê hiştine hene.

Ji derketina tevgera me de, di pêşketina têkoşîna çekdarî de, Botan şahidiya berxwedaniyên bêemsal kiriye. Botan ku dilê Kurdistanê ye, hem bi xweşikiyên xwe yên erdnîgarî hem jî bi lehengiyên xwe yên ku di dinyayê de nehatiye dîtin, vê erka xwe didomîne. Botana ku warê Agîdan, Erdalan, Silavan, Kendalan û Sorxwînan e, çanda berxwedaniya ku azadiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn diparêze berdewam dike. Îro jî rêheval Gulbahar û Kûrtay vê kevneşopa biesl derxistine lûtkeya herî jorîn.

Pêngava 1’ê Hezîranê ku bû pêngava azadiyê, gelek nirxên mezin li hev civiyan û qezencên mezin bi dest ketin. Li hember van pêşketinan dewlet û artêşa tirk vê hezm nekirin û bi êrîşên bê perva ketin nava hewldanên berterafkirina qonaxa ku pirsgirêka azadiyê xwe gihandiyê. Digel hemû hewldanên serokatî û tevgera me ku ew qas gavên çareseriyê hatin avêtin û fedekarî hatin nîşandan, dewleta tirk di zihniyeta xwe ya înkarok û tuneker de israr kir. Wekî nîşaneya berbiçav a vê zihniyetê, di destpêka sala 2007’an de bi jehrîkirina serokatiya me, bi operasyonên bakurê Kurdistanê li hember gerîlayên me û bi vê ve girêdayî li Qadên Parastina Medya bi hedefgirtina navenda rêxistina me bersiv hate dayîn. Dewleta tirk ku bi nêzîkatiyeke stratejîk konsepta tunekirin û tesfiyekirinê diyar kirine, encax piştî ku li hember berxwedaniya hêzên gerîlayên me têk çûn, dewlet û artêşa tirk di qonaxa qeyrana siyasî, aborî û leşkerî de jî di pêkanînên xwe de israr dike. Artêşa tirk ku xwe qanî kiribû ku di sala 2007’an de encameke teqez bi dest bixe, ji ber hêrsa encam negirtinê, bi taqtik û tarzên derveyî mirovantiyê êrîşên xwe bêperva domand. Di vê bingehê de di serî giranî dan tevgera psîkolojîk û bikaranîna teknîka giran, pê re bi îstîxbaratan êrîş birin navendên komûtayên me û hewl dan ku yekîneyên me yên biçûk ji hêza lêdanê bixînin û marjînal bikin. Xeleka bingehîn a êrîşên dijmin, bûye qada Gabarê. Hemû êrîşên ku dijmin li hember Gabarê bi pêş xist, bi berxwedaniya bi heybet a hêzên gerîlayên me vala hate derxistin. Li hember van êrîşên dijmin, di 4’ê berfanbara 2007’an de hevala Gulbahar jî di nav de şehadeta hevalan pêk hatiye. Di vî şerî de Endamê Konseya Komûta ya Leşkerî Adil Amed (Ramazan Aybi) birîndar ketibû û ev demeke digel hemû tedaviyan, hevalê me gihîştiye şehadetê. Ji ber zirûfên zivistanê, derfet çênbûn qadê re, lewma hê nû şehadate hevalê Adil gihîşt dest me. Ev demeke dirêj, dermankirina hevalê Adil li qada lê ye pêk dihat, bes digel hemû derfetên rêxistina hatin seferberkirinê jî, şehadeta hevalê Adil pêk hatiye.

Azadî rastiyeke ku bi bedelên mezin tê bidestxistin. Di vê oxirê de wateya têkoşînkirinê, tê wateya bi qasî azadiyê jiyankirin û şerkirin û di vê oxirê de gelek fedekariyên mezin kirine. Di vê wateyê de, di têkoşîna azadiyê de bi hezaran mînakên lehengiyê yên bêemsal hene. Ji van yek jî, fermandarê mînak, lehengê kedê yê têkoşîna me, hevalê Adil e ku navê xwe di dîrokê de nivîsandiye. Rêheval Adil Amed (Ramazan Aybi) di sala 1987’an de ji çiyayê Cudî beşdarî partiyê bûye û di têkoşîna xwe 21 salî de, di demên şer ên herî germ, di serî de li Botanê, li Zagros û Behdînanê di şer de pêşengî kiriye. Hevalê Adil ku di emrekî biçûk de di nava tevgera me de ciyê xwe girtiye, li cem serokatî du car perwerde dîtiye, bi potansiyela xwe heyî re vê kiriye yek û di warê berpirsyarî hilgirtinê de bi sekna xwe ya hêvîdar her dem ji bendewariyan re di asta herî jor de bûye bersiv. Di têkoşîna xwe ji bîst salî zêdetir de, hevalê Adil di asta meclîs û konseyê de peywir birêve biriye û herî dawîn li Botanê Fermandariya Eyaletê û endamê Konseya Komûta ya Leşkerî yê HPG’ê birêve dibir. Di têkoşîna me ya çekdarî de ku salên 90’an mohra xwe lê daye, hevalê Adil di 93’yan de di serdegirtina qereqola Marînos, di çalakiya Serxetê ya 94’an, di çalakiya Kirya Reş a 96’an, di serdegirtina Kato ya 98’an û herî dawîn di sala 2007’an de di çalakiyên Gabarê de di asta kordîne de cî girtiye û her dem li rêza pêş erka xwe lîstiye. Di şert û mercên herî dijwar de îmza avêtiye gelek berxwedaniyên lehengiyê. Hevalê Amed bi qasî ku di şer de di asta rêbertiyê de beşdar bûye, di warê bîrdozî û rêxistinî de jî xwedî sekneke têkoşerê xetê bû. Digel hemû ferzkirinên derveyî xetê û tesfiyekaran, di nava têkoşîneke bi bandor de li hember wan sekinî.
Hevalê Adil li zirûfê ku lê bû, di hemû xebatan de di pêş de rol digirt û her dem ji şervanan re dibû kana hêza moralî. Zirûfê ku hevalê Adil lê bû, her kes xwe di ewlehiyê de hîs dikir û ciyê ew lê bû dihate wateya di herî sotîneriya şer de bi wêrekî tevgerînê. Bi tarza komûtayê û pisporiya di taktîkên gerîlatiyê de, gelek êrîşên berfireh ên dijmin vala derxistiye û di pêşketin û pisporbûna gerîla de bûye xwedî erkeke diyarker. Li hember êrîşên dijmin, ji plansaziyek bigire heta derbaskirina pratîkî, bi awayekî jidil û fedekar û pirhil bixwe cî digirte.

Digel ku ev sed sal in hêzên desthilatdar hewl didin dîrokê li derdora xwe de bizivirîn û li gorî xwe binivîsin jî, lê şehîdên azadiyê bi vê têkoşîna xwe ya pîroz, di binhişan de cî girtine û wê digel her cure êrîşê jî ji binhişan neyên maliştinê. Vaye ji bona vê hevalê Adil mînakeke. Di vê wateyê de şehîdên me ev bêwatebûna ku li ser mirovantiyê hatiye ferzkirinê qebûl nekirine û bûne nirxên herî dînamîk û mayinde yê dîrokî.

Wekî HPG, ji ber van taybetiyan, em dizanin ku em di van riyên zor, dijwar û pirdijmin a têkoşîna PKK’ê de derbas dibin. Her milîtanê ku serî li vê riyê daniye, bi hişmendiya van zoriyan daye ber çav û di her cure zirûfî de têkoşînê hemêz kirine û beşdar bûne. Em didin zanîn ku, emê bi tevahî bi armanca azadiyê ya ku di şexs de bi yekîtiya zanebûn û hestan hatiye afirandinê, bi hezkirina gel û gelan, bi hêza yekbûna bi serokatî re, têkoşîna xwe ji niha û şûn ve birêve bibin. Di dîroka têkoşîna me de, rastiyên şehadetê ji mazlûman, egîdan, gulbaharan, kurtayan û adilan xwe gihandiye roja îroyîn, bi rastî jî lehengiyeke wisa hatiye afirandin ku ev wê tu carî li hember zilmê serî netewîne û di riya jiyana azad de ji tu kesî re rê nede. Her şehîdek me, riyên herî zor ên têkoşînê di pêş de çûne û qebas kirine, bi mejî û dilê xwe têkoşîna me ronî kirine û her yek ji wan bûne mînaka lehengiyê. Hevala Zîlan berî çalakiya xwe ya fedayî di nameya xwe de wiha digot; “Wê çavên min li paş nemînin” Zîra hemû şehîdên me bûne îfadeya lûtkeyî ya vê sekna mezin. Bi qasî ku tola şehadetan deynê stûyê me ye, ev rastiya diyalektîka têkoşîna me ye. Ev diyalektîkeke, bi her ê bi axê re bûne yek re yekbûn, armanc, xeyal, taybetiyên kesayetiyê, azweriyên azadiyê û pê re yekbûn ên şehîdên me veguheztina pêngaveke pratîkê ye.

Ev enerjiya ku maneviyat, girêdana rêhevaltiyê û hêrsa li hember dijmin derxistiye holê, mûtevazîtiya rêhevaltiyê ku ber bi avakirineke azad û bi wate dibe bixwe ye. Em wekî hêzên HPG’ê, biryarîbûna bilindkirina têkoşînê diyar dikin û ji niha û şûn ve wê pratîka me bi awayê ku em ji hevalê Adil hîn bûne, di xeta serokatî ya jiyan û şer de bi pêş ve here û rastiya şehadeta hemû hevalan emê veguhezînin rastiya tolhildanê. Tola hevalên xwe girtin wekî deynê rûmetê dihesibînin û em ji nû ve soza teqez bersivdayînê nû dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku, gelê me yê welatparêz çawa ku li şehîdên xwe xwedî derdiketin, wê ji niha û şûn ve jî xwedî derên. Di serî ji malbata hevalê Adil Amed û gelê Kurdistan re, ji ber ev fermandarê me yê mezin û egîd şehîd ketiye, sersaxî dixwazin. Fermandar Adil Amed ku bi awayekî bêdawîn û bêsînor girêdayî gelê xwe bû û ji gelê xwe hez dikir, em dizanin ku wê gelê me yê welatpêz bi çalakiyên xwe bibin bersiv û berxwedaniyên mezin raber bikin.

Hevale Adil ku di emrekî biçûk de beşdarî refên gerîla bû û di nava têkoşînê de mezin bûbû. Em bang li hemû ciwanan dikin ku, bi rihê adilan, bi girêdana serokatî, asta çalakiyên xwe bilind bikin û berê xwe bidin çiyayên azadiyê.

Em wekî hêzên HPG’ê diyar dikin ku, emê têkoşîna hevalê Adil ku ji ciyê hiştiye bidomînin û di bingeha ku em pêwîstiyên rêhevaltiyê bînin cî, emê bi hemû azwerî, girêdan û biryarîbûnê tola hemû hevalên xwe bigirin û di şexsê fermandarê mezin rêheval Adil de, em soza xwîna şehîdan li erdê nehiştinê, di bingeha hesap pirsînê de didin.

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê

     
 

 
ADIL AMED
RAMAZAN AYBÎ
1972 / SILOPÎ
HALÎME
HACI TAHÎR
1987
KONSEYA KOMÛTA YA LEŞKERÎ YA HPG'Ê

     WÊNEYÊN RÊHEVAL ADIL AMED