|
|
FERMANDARIYA SEHEYA ZAGROSÊ YÊ
HPG'Ê |
JI BONA AFIRANDINA
SERKEFTINÊ, CIWAN BER BI
ÇIYÊ VE!
Ji ciwanên Gever, Şemzînan, Çelê û Esendereyê
re;
Ji
ciwanên gelê Colemêrg, Gever, Şemzînan, Çelê û Esendereyê re, ku bi
salane bi tevgera azadîxwaz re di demên germ de û digel hemû
çewsandin û polîtîkayên dijmin, di xeta Rêber Apo de bi israr
dimeşin û qet qut nebûne re!
Wekî tê zanîn dijmin bi hewldanên bêbandorkirina Rêber Apo re,
jiholê rakirina gerîla û bi gelek rêbazên şerê taybet tirsandina gel
re ji tevgera azadiyê qutkirinê, kete sala 2008’an û ketin wê şaşiyê
ku wê tevgera azadiyê marjînal bikin. Dijmin bi desteka Îsraîl û
Emerîkayê li hember başûrê Kurdistanê dest bi dagirkirinê kir û bi
berxwedaniya bi heybet a gerîla re ev dagirkirin têk çû. Serhildanên
gelê kurd ku bi 15’ê sibatê destpêkirin û bi Newrozê tacîdar bûn, ev
planên dijmin ên qirêj û xayîntî vala hate derxistin.
Em wekî tevger, ji bona vê salê erka sala serkeftinê didinê. Di
demeke ku em nêzîkî azadiyê dibin û her kes bi layîqî nêzîkî vê erkê
bibe, wê serkeftin mûmkûn bibe.
Em berxwedaniya serhildanên Newrozê ku gelê me yê li Colemêrg, Gever
û Şemzînanê nîşan dan silav dikin û ji malbata Îkbal Yaşar û
Fahrettîn Şadal re û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Bi taybet
berxwedaniya ciwan û jinan a li hember tanq, top û copên dijmin,
têrî xwe watedar e. Encax em di qonaxa ku gihîştinê de, ji bona ku
em teqez bigihên encameke teqez û di demên wisa de bersiva pêwîst
bidin, divê em bi awayekî girseyî beşdarî refên gerîla bibin.
Generalekî faşîst ê tirk bixwe jî ji bona Colemêrgê nirxandina,
“Mîna berê ji PKK’ê re destek nîn e” dike û vê kêmbûna beşdariya
gerîla re têkildar dikin. Dema bi deh hezaran berê xwe bidin çiya
hatiye û ji dijmin re dema bersivdayîna pêwîst derbas bûye. Hûn wekî
ciwanên Colemêrgî, çawa hûnê ji AKP’ê bendewar bin? Di ciyekî de ku
ciwanên Çelê di rêza herî pêş de li nasnameya kurd xwedî derdiketin,
kêm beşdarbûna refên gerîla wê çawa bê îfadekirin? Ev sekn wê dijmin
bixe nava hêviyan. Ma dema li hember her cure lîstikên şerê taybet,
li hember pêkanînên ku ciwan û jinan yoz dikin û sîxuriyê ferz dikin
derketinê nehatiye? Di van rojên ku em arîfeya serkeftinê jiyan
dikin de, divê her ciwanên kurd beşdariya gerîla wekî peywireke
bingehîn bide pêşiya xwe û bi kampanyaya Êdî Bes e re vê derxin
lûtkeya herî bilind. Wê ciwan bi derketina çiya re, êdî ji dijmin û
nokerên wî re ku jiyaneke bê serokatî didin ferzkirinê re bêjin Êdî
Bes e! û wê bêje jî.
HPG’ya ku wê hejmara xwe bigihîne 50 hezarî 100 hezarî, wê bibe
temînata serkeftinê û artêşeke gerîla ya wisa jî tu hêz nikare têk
bibe. Em dikarin encax bi vî awayî dijmin tengav bikin. Her ciwanên
ku ji xwe dibêje welatparêz im, divê bi dirûşmeya “Ya bi serokatî re
jiyaneke azad, yan jî qet” derê çiyayê azadiyê, ber bi milîtanbûyînê
ve here û helwesta xwe bi awayekî hişk nîşanî dijmin bide. Êdî tenê
wekî welatparêz mayîn têr nake. Roj roja di xeta milîtaniya Rêber
Apo de bûyîn e.
Bi beşdariya bi sedan bi hezaran keç û xortî ya sehaya Zagrosê, wê
azadiya Kurdistan û ya Rêber Apo bi xwe re bîne. Ciyê ku ji yên milê
me dişikînin û bêrûmetiyê li me ferz dikin hesap pirsînê, lûtkeyên
çiyayên Zagrosê ye. Em bang li ciwan û xortan dikin ku bi dirûşmeya
“Ji bona afirandina serkeftinê, ciwan ber bi çiya ve!” beşdarî
çiyayê Zagrosê dikin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdanê. Ev çiyayên
ku hûn dibînin, li her çeperê hêzên gerîlayên me bi cî bûne. Di vê
wateyê de, ku em berê xwe bidin qibleya xwe ya azadiyê, hûnê
bikaribin di demeke nêz de xwe bigihînin gerîlayan.
ıblemiz olan dağlara dönük, en kısa zamanda gerilla güçleriyle
buluşabilirsiniz.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|