Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DANEZANA CIVÎNA KONSEYA LEŞKERÎ YA HPG'Ê

7 Çile 2008

 

LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BIRYARIYA ME YA TÊKOŞÎNA BERXWEDANIYÊ GIHÎŞT ASTA HERÎ JOR!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

Wekî tevger û gel ku di vê pêvajoya dîrokî û qrîtîk de derbas dibin, di navbera rojên 24-30.12.2007’an de, Civîna Konseya Leşkerî ya Berfireh a HPG’ê bi beşdariya hemû endamên konseyê li dar ket.

Di civîna ku li dar ketiye de, tespîtên ku ev pêvajoya ku em tê re dibûhûrin dîrokî ye, bi qasî ku xetereyên cuda di nav xwe de dihewîne, ew qas jî derfetên serkeftinê çêbûne û ji bona vê jî ji her demê bêtir derfet bi pêş ketine. Der barê êrîşên di sala 2007’an de li hember tevgera me, wekî parçeyek konsepta navneteweyî û wekî berdewamiya wê hate nirxandin. Dîsa hewl dan ku tesfiyeya tevger û gelê me bikin, starta vê di 2007’an de dan û di sala 2008’an de jî hate berdewamkirin. HPG ku parastvanê destkeftiyên azadî û demokrasiyê yê gel û tevgera me ye, dîsa li hember êrîşên li Kurdistanê wekî hêzeke girîng a berxwedaniyê ye, hate diyarkirin ku li hember êrîşên mûhtemel pêşengê berxwedaniyê ye.

Li hember agirbesta ku ji hêla tevgera me ve bi pêş ket otorîteya leşkerî û siyasî ya tirk; bi konsepta jahrkirina Rêber Apo, êrîşên li pey hev li hember saziyên siyasî yên kurd domand û hewl da ku tevgera me tesfiye û bêbandor bike û bi vê re li Bakurê Kurdistanê bi operasyonan çûn ser gerîlayên me. Di vê bingehê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi tedbîrên ewlekariyê kirin qada şer û “Qadên Ewlekariyê” îlan kirin. Civaka Tirkiyê bi polîtîkayên nîjadperest û netewperest, bi taybet bi hewldanên çapemeniyê, bûne parçeyek şerê qirêj û gelê me yê welatparêz bi êrîşên lîncê re rû bi rû hate hiştin. Ev êrîş herî dawîn bi êrîşên hewayî yên li dij Qadên Parêstinê yê Medyayê bilindtir kirin.

AKP û artêşa tirk, ji bo tunekirinê lihev kirine. Di sala 2007'an de AKP û artêş ji bo tasfikirina Tevgera Azadiya Kurd, hevkarî kirine û ji ber vê jî, di hilbijartinan de AKP ji nû ve kirine hikumet û bi vê yekê jî derketiye holê ku, wê AKP tevî artêşê di hewldana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de cih bigire. Sedema zêdebûna êrîşan jî, encama vê îtîfaka artêş û hikumeta AKP'ê ye.

Hêzên gerîlayên me ku di sala 2007’an de bêyî ku rawestin di nava berxwedaniyê de bûn, îsal jî armancên tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan vala hate derxistin. Careke din bi têkoşîna gerîlayên me, saleke din a hêzên înkarok û tuneker winda kirine û bi destkeftiyên gelê me bi encam bûye. Bi taybet jî çalakiya Gabar û Oramarê ku mohra xwe li sala 2007’an xist, ji gotinên wekî; “PKK li ber qedandinê ye, gerîla belav dibe” re bû bersivek û bi qedandina vê pêvajoyê re, di wateya berxwedaniyê de bû derbirîna destpêkirina pêvajoyeke nû. Di encamê de bi kampanyaya “Êdî Bes e!” ku gelê me da destpêkirin, bi berxwedaniya gerîlayên me hêz girt û roj bi roj mezin bû. Di nava vê salê de digel dayîna bedelan berxwedanên ku pêş ketin, li gelek derdoran da famkirin ku gelê kurd û gerîla bi operasyonan naqede û mîna berê pirsgirêk bi van rêbazan nayê çareserkirin. Di civîna me de bi van êrîşên dawîn re, dîsa di demên dawîn de bi zagonên poşmaniyê û qezenckirina civakê, mîna ku tê îdeakirin ku gerîla ji hev belav bûye û tevgera me bi paş ketiye, beravajî vê yekê ev bûye wesîleya mezinbûna biryarîbûn û hêrsa gerîlayên me.

Di civîna me de digel nirxandinên ku di sala 2007’an de pêşketinên leşkerî û siyasî ku asta serkeftin û destkeftiyan bilind bûye, ligel vê jî kêmasî û şaşî jî hatine nirxandin, ji van encam hatine derxistin û di vê çarçoveyê de biryarîbûna der barê ketina sala 2008’an de wê bi çi amadekarî û nêzîkatiyan pêşwazî bê kirin derkete holê. Di berxwedaniya me ya sala 2008’an de, di civîna ku me li dar xist de, planên stratejîk yên leşkerî û têkoşînî ku bi pêş bikevin hatin kirin û hate hedefkirin ku wê di wateya bîrdozî û rêxistinî de bikevin nava pêngavekê û di vî warî de asta çawaniyê bilind bikin. Di vê çarçoveyê de moral û motîvasyona gerîla bi amadekariyan re bikin yek û pêvajoya pêş xwe êrîşan bi paş ve bipijiqînin, ji bona ku careke din ev êrîş û komplo ku ranebin piya parçe bikin, di civîna me de yek ji xisûsên girîng ku derkete pêş bû.

Wekî din ku di civîna me de êrîşên ku di sala 2008’an de bi pêş bikevin, biryarîbûna têkoşîna berxwedaniyê derê asta herî jor, divê ciwanên kurd di têkoşînê de refên xwe bigrin û em bang dikin ku beşdarî gerîlayên ku parastvanê nirxên azadiyên gelê me ne bibin.

 

KONSEYA LEŞKERÎ YA HPG'Ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê