Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 23'Ê NÎSANA 2008'AN

23 Nîsan 2008

 

DI OPERASYONÊN GELIYÊ ZAP Û BÎLÎCANÊ DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Di 20'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa Tirk a faşîst ve li hember qada Şêx Cuma a ku li Bedlîsê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Ji hêla gerîlayên me ve dema ku yekîneyek dijmin ji qereqola Şêx Cuma derdikeve, danê êvarî saet di 6.30'an de hedef tê girtin û di çalakiyê de windahiyên dijmin çêdibin, bes agahiyeke zelal neketiye dest me.

2- Di 22'yê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa Tirk a faşîst ve li hember qereqola Şemzînan û derdora wê operasyonek hatiye destpêkirin û di vê operasyonê de gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin ku li Tepê Şikêra bi cî bûye çalakî lidar xistine, 6 leşker hatine kuştin 6 leşker jî birîndar bûne.

 

3- Di 21'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa Tirk a faşîst ve li qada Tengava Xarta ku girêdayî Geliyê Zapa Zagrosê ye, operasyonek hatiye lidar xistin û di operasyonê de hêzên gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin çalakî lidar xistine, bes der barê mirî û birîndarên leşkeran de agahiyeke zelak bi dest me neketiye.

 

4-Di 22'yê nîsanê de yekîneyên artêşa Tirk a faşîst li qada Bîlîcan û derdora wê operasyon dane destpêkirin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin çalakî li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê