|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 8'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI GABAR Û OREMARÊ
ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 7’ê
avrêlê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ve li hember qada Oramarê
ku girêdayî Geverê ye operasyonek hatiye lidar xistin. Di operasyonê
de ji hêla gerîlayên me ve hêzên dijmin ku li Girê Gepara Jêr bi cî
bûne piştî nîvroj saet di 3.30’yan de hedef hatine girtin û di
çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
2- Di 5’ê
avrêlê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ve li hember gundê Berê
Mirê ku li çiyayê Gabarê ye, operasyonek hatiye destpêkirin û di
çarçoveya operasyonê de li gundê Berê Mırê qereqoleke seyar hatiye
çêkirin. Di operasyonê de dema ku leşkerên ku bi piştgiriyê ji
Tugaya Dara dikevin rê, ji hêla hêzên gerîlayên me yên YJA STAR’ê ve
hedef têne girtin û di lêdanê de 3 leşker têne kuştin û 3 leşker jî
birîndar dibin. Operasyona li qadê hê jî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|