|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 30'YÊ ADARA 2008'AN |
DI ÇALAKIYÊN LI AMED Û
ÇIYAYÊ CUDÎ DE, 6 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Di 28’ê adarê de ji hêla hêzên taybet ên artêşa tirk ve, li hember
qadên Pirêjman, Gorse û Şehîd Zinar ku girêdayî herêma Şehîd Remzî
ya Eyaleta Amedê ne operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de
milekî operasyonê dikeve bin kontrola gerîlayên me û ji hêla
gerîlayên me ve di 29’ê adarê de êvarî saet di 5.00’an de, li Girê
Zinar çalakiyek li dar dikeve. Di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin têne
kuştin û 3 leşker jî birîndar dibin. Piştî çalakiyê heman şevê
dijmin bi piştgiriya firokeyên kobrayan bi firokeyên skorskyan mirî
û birîndarên xwe radikin û xwe ji qadê bi paş ve vedikişînin.
2- Di 29’ê adarê de ji hêla artêşa tirk ve li hember çiyayê
Cudî operasyon hatiye lidar xistin. Di dema operasyonê de, hêzên
gerîlayên me li hember yekîneyeke dijmin ku li qada Çele Rêşê bi cî
bûne, bi şev saet di 1.30’an de çalakiyeke xweberdanê(sızma) hatiye
lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin têne kuştin û piştî
çalakiyê roja din bi roj hêzên dijmin xwe ji qadê vedikişînin.
3- Ji hêla artêşa tirk ve li girên di navbera gundên Şîve Sor
û Besta Belaka ku girêdayî navçeya Silopiya Şirnexê ne, sê tanq
hatine bi cî kirin û bi heman rengî Tengava Deriyê Spî ku di navbera
qadên Deriyê Gabar û Besta ku girêdayî çiyayê Gabarê ne, hêzên
dijmin mayînde bi cî bûne.
4- Di 28’ê adarê de ji hêla artêşa tirk ve li hember Eyaleta
Zagrosê êrîşeke hewayî hatibû lidar xistin. Der barê vê êrîşa hewayî
de ji hêla rayedarên Serfermandariya tirk ve bi senaryoyên şer ên
derewîn tê îdeakirin ku keşf hatine kirin û di bombebaranan de 15
gerîlayên me şehîd ketine. Nûçeyên bi vî rengî derew in, ji hêla
mesayên şer ên taybet têne amadekirin ve bi armanca meşandina şerê
psîkolojîk têne belavkirin.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|