Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR'Ê

28 Adar 2008

 

GIRÊDANA RÊHEVAL EGÎD, BI ARTÊŞBÛNA BÊRÎTANBÛYÎNÊ BERSIV HATE DAYÎN!

 

Ji gelê welatparêz ê Kurdistan û rayagiştî re;

 

Li Kurdistanê gavên azadiyê bi ked, fedakarî û bedelên mezin hatiye afirandin. Hefteya lehengiyê ku bi van bedelan bi heybet bûye, di têkoşîna azadiyê de rêheval Egîd bûye rêgeha me ya bingehîn. Bi wesîleya salvegera şehadetê, li hember bîranîna milîtan û fermandarê mezin rêheval Egîd, wekî hêzên YJA STAR'ê bi rêzdarê bejna xwe ditewînin û em dixwazin bidin diyarkirin girêdana bi artêşbûna Bêrîtanbûyînê bersiv hate dayîn.

Egîdbûyîn, bi qasî ku rihê mezin ê azadiyê û biryarîbûnê, çalakiyeke jiyanê ya mezin a ku nebe nabe bû. Gerîlatiya ku bûyê hêviya azadiya gel û rûmeta gel e, di şert û mercên herî dijwar de, çeperên azadiyê hatiye qezenckirin. Em wekî YJA STAR ku bi dil, mejî û vîneke mezin di xeta Egîd de dimeşin, emê bibin misogeriya têkoşîna azadiyê.

YJA STAR ku hêza fedaî ya serokatî, gel, jin û têkoşîna azadiyê ye, di xeta Egîd de, di wê hêz û baweriyê de ye ku di rêça Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Gûlbaharan û Ekînan de têkoşînê bilind bike.

  Bi îdeaya Egîdbûnê de, di xeta Bêrîtanê de kûrbûn, ji bona ku êrîşên li hember serokatî, gel û jinê berteraf bikin û gihîştina stêrka azadiya me û di pêşerojên azad de gihîştina hev, ji mere rêgeza bingehîn e.

Em bedela azadiyê careke din bi rêheval Egîd û bi hezaran şehîdên azadiyê ku her yek ji wan bûne bîrdarî tacîdar dikin.

Di vê bingehê de em di vê îdeayê de ne ku, tola şehîdên Besta û Newrozê û ew destên ku li dayîkên me dane bişikînin. Emê bi rûmetê hebin û bi vê rûmetê meşa xwe bi pêş bixin û serkeftinê misoger bikin.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû keçan dikin ku, ji bona ku li warê Egîdan û Bêrîtanan têkoşînê bilind bikin beşdarî gerîla bibin.
 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê