|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
HPG; NAVÊ EGÎDBÛYÎNÊ YE!
Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî re;
Di
têkoşîna azadiya gelê Kurdistan de, dîroka 21-28’an xwedî ciyekî
watedar e. Ji ber vê yekê jî, wekî hefteya lehengiyê tê pîrozkirin.
Agirê Newrozê ku li Zîndana Amedê ji hêla Mazlûm Doxan ve hate
vêxistin, îro veguheziye meşa milyonan. Li kêleka Zîndana Amedê
pîrozkirina Newrozê bi milyonan, gihîştina serkeftinê ya rêheval
Mazlûm Doxan e.
Digel her cure êrîşên dijmin, berxwedaniya
gelê me ku di Newrozê de hate nîşandin û sekna bi biryar, di
têkoşîna azadiyê de rûpeleke nûpûnû vekiriye. Li hember xwenîşandana
apocîtiya rastiya gel a bi heybet ku hate raberkirin, girîng e ku
rast bê nêzîkbûn.
Di pêşengiya PKK’ê de, em serîrakirina bi
heybet a meşa gelê xwe silav dikin. Em wekî HPG, di fahma hişmendiya
berpirsyarî û bicîanîna pêwîstiyan de bibiryar in. Di çarçoveya
tevgera li dij sînor de, ku gerîlayên me yên leheng dijminê gelê
kurd têk birin, em di wê biryarîbûn û hêzê de ne ku digel hemû
êrîşan dijmin, gelê xwe biparêzin.
Rihê berxwedaniyê ku li Zapê hate raberkirin,
ji coşa Newroza milyonan re bûye wesîle. Dijminê ku li hember gerîla
têk çû, êrîşî gelê me yê sivîl û bê parastin kiriye. Dîsa yê ku têk
çûye dijmin e û yê ku bi ser ketiye gel e.
Di encama operasyonên li bakurên Kudistanê li
dar ketin de, di 12’ê adarê de di serî de Endamê Konseya Leşkerî ya
HPG’ê Kûrtay Faraşîn, neh gerîlayên me bûne sembola rihê
berxwedaniyê. Ew di rê û kevneşopiya mazlûman, egîdan de rê girtin.
Li hember bi hezaran leşker û teknîka dijmin, heta kêliya dawîn li
ber xwe dan. Ew moral, coş û berxwedaniya milyonan a di Newrozê de,
berxwedaniya Zapê gihandin Botanê.
Ya ku dijmin qebûl nekir, biryarî û
berxwedaniya gel û gerîlayan ku bi dijmin dane tamijandin. Bi ketina
sala 2008’an re, êrîşên dijmin hatin şikestin û ev bi Newrozê re bi
zêdetir têk çûn. Bêguman, dibe ku heman êrîş bi pêş bikevin. Bes
gerîla û hêza gelê me, di wê hêzê de ye ku di warê moral, motîvasyon,
înîsiyatîf, biryarîbûn û asta amadekariyê de êrîşên dijmin
bipijiqînin.
Em wekî HPG, di vê bingehê de hefteya
lehengiyê pîroz dikin. Di rêça rêheval Egîd de ku fermandarê bijarte
yê rihê 15’ê Tebaxê ye, bi egîdbûyînê pêvajoyê pêşwazî dikin. Kûrtay
Faraşîn û rêhevalên wî, di vê xetê de bûne xeleka dawîn. HPG, navê
egîdbûyînê ye. HPG ku di fermandariya manevî ya rêheval Egîd de
têkoşîna xwe birêve dibe, di hişmendiya peywir û berpirsyariyên xwe
de ye.
Em di pêvajoyeke ku di şertên azad de bi Rêber
Apo re, vê rastiyê veguhezînin biryarîbûna serkeftinê. Tu hêz nikare
vê meşa azadiyê asteng bike. Di serî de di şexsê rêheval Mazlûm û
Egîd de, emê şopdarê sozên ku me daye hemû şehîdan û gelê me yê
leheng bin.
Rêheval Mazlûm û Egîd mînaka kevneşopiya
berxwedaniya apocî ne, çavkana bawerî, hişmend û liberxwedayînê ne.
HPG ku ji van çavkanan hêz digire, wê bi artêşa xwe ya leheng ber bi
serkeftinê ve here.
Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ya di navbera
21-28’ê adarê de, careke din şehîdên xwe bibîrtînin. HPG ku sala
2008’an bi berxwedaniyê pêşwazî kir, wê hemû êrîşan bipijiqîne.
Careke din em didin zanîn ku emê layîqî serokatî, gel û şehîdan bin
û di serî de li hember rêheval Mazlûm û Egîd û li ber hemû şehîdan
bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Bimre nokerî, îxanet û radestî!
Bijî xeta berxwedaniyê ya HPG’ê ya bi
Mazlûm û Egîdan!
Bijî Rêber Apo!
|
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê |
|