Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

25 Mart 2008

 

TOLGIRTINA ŞEHADETÊN DAWÎN, JI BO ME MESELEYEKE RÛMETÊ YE!
 

Ji gelê me yê welatparêz û ji rayagiştî ya demokratîk re;

 

Li hember berxwedaniya gelê me, ku dewlet û artêşa tirk nikaribûn xwe ragirin, bi daxwazên dijminane bi ser serokatî, tevgera azadiyê û gelê me ve çûne, her diçe bi konsepteke tunekirin û tesfiyekirinê bi awayekî hovane vê bi pêş dixin.

Di vê pêvajoyê de, dewlet û artêşa tirk, bêyî ku tu zagonek nas bike, bi şerekî dij exlaqî hewl dide ku gelê me ji holê rake û tevgera azadiya gelê kurd tesfiye bike û îradeyîbûna kurdê azad ji holê rake. Vê yekê wekî armanceke stratejîk dane pêşiya xwe û îlana şerekî tevahî kirine.

Di meha sibatê de, operasyona li dij Herêmên Parastina Medya ku bi armanca Kurdistanê dagir bikin lidar ketibû de, artêşa tirk bi hezîmeteke mezin re rû bi rû ma û ji bona ku vê binketin û lêdana xwarî biveşêre, li bakurê Kurdistanê êrîşên mezin lidar xistin û hewl didin ku bi vê yekê prestîj qezenc bikin.

Ev êrîş, netehemûlkirina berxwedaniya berz a gel û gerîla ye. Mînaka herî berbiçav, gelê me yên ku li qadan bi sedhezaran li derdora serokatiya xwe bi meşa azadiyê qîriyan, dijminê gelê kurd xwe ranegirt û bi piştgiriya noker û îxanetkaran êrîş birin ser hêzên me yên Bestayê. Di 12’ê adarê de endamên çeteyên JÎTEM’ê û bi dijminên wekî Hazim Babat û Yasîn Benek ku ev bîst sal in hem ji gelê me re hem jî ji tevgera me re aşkere dijminahî dikin jî cî girtine û bi armanca jiholêrakirinê êrîşeke mezin birine Geliyê Hêzil ku li herêma Bestayê ye.

Li hember vê operasyonê neh hevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Li hember van êrîşên dijmin, di serî de endamê konseya leşkerî yê HPG’ê rêheval Kurtay Faraşîn û heşt gerîlayên me ku bi rih û milîtantiya apocî bersiv dane, em sersaxî ji gelê xwe re dixwazin. Hemû hevalên me yên ku gihîştine şehadetê, digel hemû êrîşan dane nîşankirin ku bi rihê apocî wê hemû hewldanên tunekirin û radestbûnê vala bêne derxistin.

Reheval Kûrtay Faraşîn ku endama konseya leşkerî ya HPG’ê bû, di sala 1991’ê de di ser qada Xakurkê de bi komek ciwanan re beşdarî refê gerîla dibe û piştî ku li qada serokatî perwerde dibîne û di demeke kurt de, li gelek qadên têkoşînê berpirsyariyên girîng girtiye. Rêheval Kurtay, li qada Heftanînê demeke dirêj di asta kordîne de peywir birêve biriye û li Botanê bi salan di asta rêveberiya biryargehê de cî girtiye. Rêheval Kûrtay Faraşîn bi azwerî û biryarîbûneke mezin berpirsyariyên xwe aniye cî û bûye derbirîna lûtkeya milîtanî û feraseta berpirsyariyê ya apocîtiyê û her dem ji rêhevalên xwe re bûye kana bawerî û moralê. Rêheval Kûrtay li hemberî êrîşên dijmin xwedî sekneke îradî bû û li hemberî tesfiyekariya hundirîn, bi şêwaza xwe ya tûj a parastvaniya xetê û kesayetiya xwe ya têkoşer bûye mînak. Bi nêzîkatiyên xwe yên germ û bawerîdayînê, rêheval Kûrtay di dilê gelê kurd de ciyê xwe yê herî pîroz girt. Herî dawîn di berxwedaniya şehadetên Bestayê de, bêyî ku metirsî û teredûtek çêbibe, rêheval Kûrtay bû derbirîna lûtkeya berxwedaniya lehengiyê.

Divê baş bê zanîn ku, van êrîşên ku bi armanca şikandina vîna gel û hêzên me lidar dikevin, rewşa ku hatiye hêsa me fena aşût her diçe mezin dibe û nayê sekinandin. Di vê bingehê de êrîşên li hemberî gel û hêzên me çêbûne û ev êrîşên ku bûne sedema şehadetan, çi dibe bila bibe wê bersiv nemîne. Ev şehadetên ku bi pêş ketin, wekî pêwîstiya rastiyeke ku em zêdetir li şehadetan xwedî derên û tola hevalên xwe bigirin. Wekî HPG, ji hêla me de, tola şehadetên dawîn girtin, bûye meseleyeke rûmetê û wê tu kes ne di wê fikrê de be ku wê ji wan re bimîne.

Ji ber vê yekê gelê me yê ku Newrozê kirin xwedîderketina serokatiyê û veguhezandin cejna azadiyê, em silav dikin û berxwedaniya gelê xwe pîroz dikin.

Ev tevgera serhildanê ku ji Amedê destpêkiriye û veguheziye deryaya Kurdistanê, em hêvî dikin ku bibe wesîleya meşeke serkeftî ya azadiyê. Teqez e ku di serî de gelê me yê Kamişlo, Wan, Colemêrg, Sêrt û Geverê gelê kurd û ciwan, bi bedelên mezin, îlana vîna xwe, ji hêla serokatî û azadiyê ve nîşan dan.

Di vê berxwedaniya bi heybet de, ji malbatên mirovên me yên sivîl re sersaxî dixwazin û didin zanîn ku wê ev êşa wan bê bersiv nemîne û wê ev pêla me ya tolgirtinê, bibe bersiveke herî mezin.

Ji ber vê yekê, ciwanên kurd hêza herî lebat a têkoşînê ne, li gorî nav û dengê xwe bi lehengî li qadan liber xwe dane silav dikin û ji niha û şûn ve ji bona erkeke mezintir bilîzin, banga beşdariya refên gerîlayan li ciwanan dikin.

Wekî HPG ji her demê bêtir di vê têkoşîna her diçe sotîner dibe de, wekî her demê ji niha û şûn ve jî emê parastina gelê xwe wekî peywireke bingehîn bizanibin û xweziyên dijmin di qirikê de bihêlin. Tolgirtina hemû şehîdên xwe wekî deynekî rûmetê dihesibînin û didin zanîn ku wê bersiva wê jî bê dayîn.
 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê