|
|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG'Ê |
DEWLETA TIRK BI NÛÇEYÊN BEROVAJÎKIRINÊ, HEWL DIDE
HEZÎMETA XWE YA LI ZAPÊ BIVEŞÊRE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
navbera rojên 20-29’ê sibatê de ji hêla artêşa tirk ve bi piştgiriya
hêzên navneteweyî li qada Zapê ku li Herêmên Parastina Medya ye,
operasyonek li dar ketibû. Di destpêka operasyonê de li hember
berxwedanî û lehengiya gerîlayên me, piştî ku artêşa tirk lêdanên
mezin xwar û kete rewşeke şerpeze, ji neçarî xwe ji qada Zapê
vekişand.
Di şerên qewimî de, li gorî derfetên heyî, li hember propagandayên
şerên taybet ên artêş û çapemeniya tirk, me gelê xwe ji pêşketinan
agahdar kirin. Di dema şer de jî, ji nûçegihanên rojnameya Washinton
Postê ku xwe gihandibûn qadên şer, berxwedaniya destanî ya gerîlayên
me ji dinyayê re hate ragihandin. Piştre qenalên tv’yan jî li qadên
ku di dest gerîlayên me de dîmen kişandin û hevpeyvînan kirin.
Li gorî nêzîkatiya me ya îdeolojîk û
berpirsyariya me ya gel, em hemû hevalên xwe yên ku şehîd dikevin
îlan dikin. Di nava şer de, di çarçoveya derfetan de ji bona
gerîlayên me yên şehîd toren hatiye lidar xistin û li goristanên ku
li qadên me ne hatine definkirin. Ev merasîmên ku li dar ketine, hem
ji hêla me ve hatiye ragihandin hem jî ji hêla rojnemevanên serbixwe
ve hatiye şopandin û li rayagiştî ya cîhanê hatiye belavkirin. Her
çiqas digel kêm derfetan me hemû şehîdên xwe li alan nepêça be jî,
ev berzbûna şehadetan tu carî kêm nake.
Çapemeniya tirk van dîmenan berevajî dike,
hewl dide ku şerpezebûn û perîşaniya artêşê bincil bike û dema ku vê
yekê dike jî, exlaqê çapemeniyê tune dihesibîne. Ev nûçeyên ku
çapemeniya tirk dike, li dij exlaq û mirovantiyê ne. Di merasîma
cenazeyên pênc hevalên me yên şehîd de, rojnameya Washington Post jî
amede bû û şahidî kiriye.
Çapemeniya tirk goristana ku bi salane hevalên
me yên şehîd lê tê definkirin, hemûyan wekî ku di operasyona Zapê de
şehîd ketine nîşan dide. Hal ew e ku goristanên me ji gel re
vekirîne û di şerên ku bi salane didome de ev goristan pêk hatine.
Ev ji hêla gelê herêmê ve baş tê zanîn. Em hewl didin hevalên me yên
ku di şerê ev 20 salî de şehîd ketine, di çarçoveya derfetan de li
van goristanan bicivînin.
Divê gelê me vê baş bizanibe ku, me heta roja
îroyîn şehîdên xwe ji rayagiştî veneşartiye. Em bang dikin ku
rayagiştî bila werin li Herêmên Parastina Medya û rastiyan di cî de
bibînin.
|
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê |
|