Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 8'Ê ADARA 2008'AN

8 Adar 2008

 

DI WERZA ZIVISTANÊ DE DEWREYA ŞERVANÊN NÛ MEZÛN BÛN!

 

Piştî berxwedaniya Zapê li çar aliyê Kurdistanê 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ku bi coşeke mezin li qadan tê pîrozkirin, li Herêmên Parastina Medya mezûniyeta 100 şervanên nû pêk hat. Şervanên nû ku bi navê Devreya Şehîd Delîla ya Dewreya Şervanên Nû ku ev çar meh in perwerdeya leşkerî û bîrdozî didîtin, bi coşek û moraleke mezin dîplomayên xwe girtin.

Di torena ku li dar ket de bi beşdariya gelek şervan û fermandaran, bi coşa berxwedaniya Zapê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo û Şehîd Namirin” hatin qîrandin.

Di torenê de yek ji fermandarên me yên HPG’ê Koçer Urfa axavî û da zanîn ku, ev beşdarbûn li hember operasyona Zapê bersiva ciwanên kurd e û ev biryariya biryarîbûn û xeta berxwedaniyê nîşan dide. Koçer Urfa wiha axaftina xwe domand: “Her beşdarbûnek nû ya gerîla, bersivek e ji sîstema înkarok û tuneker re. Di demeke ku dijmin hewl dide bi rêbazên şerê taybet û dij-propagadanyan ciwanan ji cewherê xwe dûr bixîne, beşdariya sed hevalî, berdewamiya xeta PKK’ê diselmîne û ev sekn misogeriya serkeftinê ye. PKK ciwan dest pê kir û digel hemû êrîşan ciwan didomîne. Di werza zivistanê de ew qas beşdarî, nîşaneya ku di werzên pêş de wê çiqas beşdarbûn çêbibine. Em encax bi artêşeke mezintir a gerîla ji dijmin re bibin bersiv û Kurdistaneke Otonom a Demokratîk ava bikin. Ku li her derî 8’ê Adarê bi rihê berxwedanî tê pîrozkirin, di dewrê de nîvê hevalan jin in, ev nimûneya ku hişmendiya welatparêzî ya gel, hêviya azadiyê ya jinê, tevgeriya ciwanan û berxwedaniya bi rûmet a gel hevbeş bûye ye. Bi vî rih û coşê girêdana xwe ya şehîdan nû dikin û em bawer dikin wê hevalên ku mezûn bûne bi rihê berxwedaniya Zapê, li yekîneyên xwe yên nû têkoşînê bilindtir bikin.”

Piştî ku sererastkirinên şervanan çêbû, her gerîlayek çûn qadên cuda cuda, da ku beşdarî yekîneyên xwe bibin.

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê