Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 1'Ê ADARA 2008'AN

1 Adar 2008

 

DI DÎROKÊ DE OPERASYONA HERÎ ŞERPEZE; 125 LEŞKER HATIN KUŞTIN

 

Ji çapemenî û rayagiştî re;

 

Di operasyona di navbera 20-29’ê sibatê de ku li hember qada Zapê lidarket de, li hember artêşa tirk li her qadê bi berxwedaniyeke mezin bersiv hate dayîn û di lêkdanan de herî kêm 125 leşker hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Artêşa tirk di vê operasyonê de bi têkçûyîneke mezin re rû bi rû ma. Artêşa tirk bi piştgiriya çapemeniyê û bi hevgirtinên navneteweyî, di dîroka xwe de herî zêde û bi gurahî teknîk bikaraniye û li hember vîna gerîla ya pola, operasyon bi hûsraneke mezin bi encam bûye. Artêşa tirk li qada Zapê, gotin di cî de di çiravê de çikiyaye.

Artêşa tirk qadên Çiya Reş, Şikefta Birîndaran û Çemço ku girêdayî Zapê ne û navenda fermandariya gerîlayan hedef girtiye, bes nikaribûye bikeve tu qadên gerîlayên me.

Operasyona ku li dar ketiye, di dîroka artêşa tirk de operasyona herî rezîl, şerpeze û bêencam e. Di dema vekişînê û pevçûnan de şerên dijwar qewimîne, 125 leşker hatine kuştin, bi sedan leşker birîndar bûne, firokeyeke bi tîpa kobra hatiye xistin, şeş çekên ferdî yên melez, du MP5 çekên giran, sê telefonên berîkan, gelek alav û mûhîmatên leşkerî jî hatine desteserkirin.

Wekî din ji destpêka operasyonê hetanî dawîn, bi tevahî 9 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dane û gihîştine şehadetê.

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê