Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 29'Ê SIBATA 2008'AN

29 Sibat 2008

 

LI HEMBER BERXWEDANIYA GERÎLAYÊN ME ARTÊŞA TIRK PATIKA XWE XURAND Û BI LEZ Û BEZ XWE BI PAŞ VE VEKIŞIYA!

 

Ji çapemenî û rayagiştî re;

 

Operasyona bejahî ku di 20’ê sibata 2008’an de destpêkiribû, di roja xwe ye nehemîn de bi encam bû. Artêşa tirk ku bi hemû hêzên xwe yên bejahî û hewayî hewl da herêma Zapê bi dest bixe, bes li hember berxwedaniya gerîlayên me, bêyî du kîlometir bikeve Qadên Parastina Medya, bi xwarina lêdanên giran, bi neçarî û qaşo veşartî vekişiya.

Herî dawîn di 26’ê sibatê de saet di navbera 17.00-18.00’an de yekîneyeke artêşa tirk di navbera Çemço û Zagrosê de li girê doçka ku girêdayî gundê Şamkê ye, ji hêla gerîlayên me ve ketin kemînê û 3 leşker hatin kuştin. Heman rojê saat di 11.00’ê şevê de jî li girê Şîrîn jî di encama êrîşa gerîlayên me de bi zelalî 15 leşker hatin kuştin.

Di roja xwe ya 7’an de bi tevahî 108 leşkerên tirk hatin kuştin, firokeyeke bi tîpa kobra hate xistin. Li gorî agahiyên rayaderên hikûmeta Kurdistana Başûr di carekê de 81 termên leşkeran ji deriyê Xabûrê hatiye derbaskirin.

Herî dawîn artêşa tirk ku ji hêla hêzên me yên Zap û Zagrosê ve hatibûn dorpêçkirin di dema xwevekişandinê de, bi êrîşa gerîlayên me re rû bi rû man û duh danê sibeyî saat 4.00’an de 12 leşker hatin kuştin.
Artêşa tirk ku hê jî hinek herêmên stratejîk bombebaran dike, li herêmên Haftanîn û Xakûrkê leşkeran dicivîne.
 

 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê