|
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 22'YÊ SIBATA 2008'AN |
ARTÊŞA TIRK KU DEST BI OPERASYONA
BEJAHÎ KIR LÊDANEKE MEZIN XWAR: LI QADA ÇIYA REŞÊ
22
LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji çapemenî û rayagiştî re;
Di
22’yê sibatê de artêşa tirk ji xeta sînor a Sêvê û Herokol de, di
bejahiyê de kete qada Çiya reş ku girêdayî navçeya Çelê ya ku li ser
Colemêrgê ye. Di ketina qada Çiya Reş de ji hêla gerîlayên me ve
çalakî hatiye lidarxistin û di çalakiyê de 22 leşkerên tirk hatin
kuştin û ji dehan zêdetir jî leşker birîndar bûn. Tevgerîbûna li
qadê hê jî didome.
Dîsa di 21’ê Sibatê de ji hêla balafirên şer
ên artêşa tirk ve saat di navbera 11.45-3.00’yan de li hember
eyaleta Zagros, Behdînan û Zapê êrîşeke gûr a hewayî hate lidar
xistin. Piştî êrîşa hewayî qada heta danê êvarî bi havan, katûşa û
obûsan hate lêdan. Îro jî cî bi cî êrîşa hewayî û avêtina katûşayan
berdewam kir. Di êrîşên hewayî de tu windahiyên gerîlayên me nîn in.
Wekî din tevgeriya leşkerî ya artêşa tirk li
Şemzînanê didome û bi hezaran leşker li qada Gerdiya ku girêdayî
eyaleta Zagrosê ye hatine bicîkirin. Dîsa li heman eyaletê li qada
Bêsosinê operasyoneke bejahî hatiye destpêkirin û hê jî didome.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|