Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 

 

 

DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

20 Sibat 2008

 

JI CERDEVANAN RE BANGA DAWÎN: DI ŞERÊ QIRÊJ Ê KU ARTÊŞA TIRK BIRÊVE DIBE DE KU CÎ BÊ GIRTIN, WÊ BI TAYBET HEDEF BÊNE GIRTIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

Ligel êrîşên hewayî yên artêşa tirk li hember Qadên Parastina Medya, amadekariyên operasyona bejahî jî têne kirin.

Dewleta tirk ku hejmara leşkerî yên li başûrê Kurdistanê zêde dike; di çarçoveya operasyoneke bejahî de hêzên li Bamernê, Kanîmasî, Amediye û Şeladizê amade dike.

Bi vê ve girêdayî sewqiyatên herêmên Colemêrg, Şirnex û Sêrt bal dikşîne. Digel tank, top û firokeyan, hêzên leşkerî têne zêdekirin.

Di civînên li Sêrt, Şirnex û Colemêrgê de, daxwaza ku cerdevan jî di operasyonê de cî bigirin hatiye kirin. Polîtîkayên dewleta tirk ku cerdevanan di şer de bikartînin hê jî didome. Di civînên bi vî rengî de, helwesta cerdevanan girîng e.

Wekî tevger polîtîkayên me yên li hember cerdevanan tê zanîn. Pêwîstiya di şer de cînegirtina cerdevanan gelek caran hate ziman. Di vê hêlê de zagonên efûyê hate derxistin.

Li ser bangên serokatiya me, ji bona di şer de em cerdevanan hedef negirin û ji şer dûr bihêlin, gelek xebat hatin birêvebirin. Di salên borî de me hewl da ku em cerdevanan hedef negirin. Bes di qonaxa ku em hatine de, ku cerdevan beşdarî operasyonan bibin, aşkereye ku wê bibin hedefa me.

Li hember başûrê Kurdistanê êrîşeke bejahî de, ku cerdevan cî bigirin, wê hedef bêne girtin. Bi qasî ku berpirsê vê dewleta tirk be, cerdevanên ku beşdarî operasyonan bibin jî berpirs in.

Bi taybet serokcerdevanên ku cerdavanan teşwîqî beşdariya operasyonan bikin, wê di serî de hedef bêne girtin. Em naxwazin ku tu cerdevan bimirin. Bila malbatên wan êş nekşînin. Bes ku beşdarî operasyonan bibin, em didin diyarkirin ku li hember cerdevanên ku beşdarî operasyonan dibin, emê bi hişkî bersiv bidin.

Divê tu kurd nebe navgîna lîstoka dewleta tirk. Wateya pêkhatina operasyona bejahî, mirina bi hezaran leşkerî ye. Divê cerdevan jî vê rastiyê bibînin û tevlî vê lîstika qirêj nebin.

Bi banga serokatiya me re cerdevanên ku hatine efûkirin, wê bikevin rewşeke sûcdariyê. Ji ber vê yekê jî aşkereye ku bersiva sûcdaran jî wê bi hişkî bê dayîn.

Divê cerdavanên kurdan vê bizanibin ku, dewleta tirk ev 30 sal e ku encam negirtiye. Dewleta tirk, bi sedhezar leşker, balafir, top û firokeyan, operasyonên bêhejmar kir. Baş e, ma encam girtin? Na! Baş tê zanîn ku wê dîsa encam neyê girtin. Wê demê hûnê çima bimirin? Çima zarokên we sêwî bimînin. Dewleta tirk bi artêşa xwe re, dîsa dikaribe were bila were. Hûn cî negirin. Li gundê xwe li cem malbata xwe bimînin. Li hember bangên dewleta tirk ku beşdariya cerdevanan a operasyonê dikin, ku cerdevan li hember van şantaj û pêkûtiyan serê xwe bitewînin, em didin zanîn ku divê li encamên wê jî razîbin.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

 

     

HPG ARŞÎV

 

 

 

 

DAXUYANIYÊN BIRYARGEHA NAVENDÎ

 

DAXUYANIYÊN HPG-BÎM'Ê