|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 7'Ê BERFANBAR 2007'AN |
ENCAMA ŞERÊ KU DI 24'Ê
MIJDARÊ DE LI GABARÊ ÇÊBÛYE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 24'ê mijdarê de ji hêla
artêşa tirk ve li hember qada Findikê ku girêdayî Gabarê ye
operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de bi şev saet di
12.30'an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de
şer qewimiye, leşkerên ku hejmara wan nehatiye diyarkirin hatine
kuştin û di şer de gerîlayeke me ya bi navê Têkoşîn
Gabar (Hediye Kurhan) û gerîlayekî me yî bi navê Lîdar Urfa (Mehmet Emîn Yildirıim)
jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.
2- Di 4'ê berfanbarê de ji hêla
artêşa tirk ve li hember bejahiya navçeya Çelê ku li ser Colemêrgê
ye operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de li qada Xarkê di
navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de şer derketiye û di vî
şerî de leşkerek hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
|
 |
TÊKOŞÎN GABAR
HEDIYE KURHAN
1980 / SÊRT
MEHMET
HUSNIYE
1999 |
|
 |
LÎDAR URFA
MEHMET EMÎN YILDIRIM
1978 / BOZOVA-RIHA
ALIYE
MUSTAFA
2002 |
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|