Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'Ê

30 Mijdar 2007

 

 

DIGEL KU ARTÊŞA TIRK XWE JI DERDORÊN SÎNOR DIKŞÎNE, PÊŞMERGE HÊ JÎ SEKNA XWE YA HEYÎ DIPARÊZIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

Di nava meha borî de artêşa tirk li bakurê Kurdistanê di serî de li Amed û Dersîmê operasyonên xwe bênavber domand. Artêşa tirk ji biharê de leşkerên ku li sînor bi cî kiribû, ev du hefteyên dawîn e bi paş ve kişandiye. Hêzên ku li seranserê sînorên qadên Haftanîn, Metîna, Zap, Zagros û Xakurkê hatibûn bi cî kirinê bi paş ve hatine kişandin. Îhtîmala êrîşa hewayî ya li hember başûrê Kurdistanê hê jî berdewam dike, bi navber jî bi tanq û topan tê lêdan.

 

Bi hemû leza xwe berdewamkirina propagandayên operasyona dersînorî a çapemeniya tirk a faşîst, bi pêşketinên leşkerî yên tê jiyandin re di nava nakokiyan de ye. Van nûçeyên ku bi tevahî derew û bi armanca şerê psîkolojîk in, rastiyê îfade nakin. Artêşa tirk ku bi berxwedaniya Gabar û Oramarê lêdaneke giran xwar, ev têkçûyîna xwe hewl dide bi çapemeniya Mehmedok berevajî bike. Operasyonên ku tevahiya salê li dar ketine de, encam nehatiye girtin û li hember dijmin ji ber lêdanên gerîla, planên ku di nava salê de hatine plankirinê pêk nehatine.

 

Ji ber operasyona dersînorî, balkêş e ku hêzên pêşmerge yên ku li qadên Haftanîn, Metîna, Şeladizê, Dêreluk, derdora Xakurkê ku li Herêmên Parastina Medyayê ne û xetên derbasbûnê bi cî bûne xwe bi paş ve venekişandine. Hêzên pêşmergeyan bi baldarî têne şopandin û hewl tê dayîn ku armanca hatina wan bê fêmkirin.

 

Hêzên gerîlayên me mîna her demê, wê ji niha û şûn ve jî sekna xwe ya parastina çalak bidomîne. Gerîla ku xwedî hêza belavkirina hemû êrîşan e, bi awayekî bi rûmet di biryariya berdewamkirina berxwedaniyê de ye.

Bîlançoya şer a meha mijdarê jî wisa ye:

Hejmara operasyonên ku li dar ketine: 24
Pêwendiyên ku hatine jiyandin: 23
Hejmara leşkerên ku hatine kuştin: 42
Hejmara leşkerên birîndar ku tespît bûne : 12
Hejmara maşînên ku jiholê hatine rakirin: 1
Hejmara firokeyên ku lêdan xwarine: 1
Hejmara gerîlayên me yên ku şehîd ketine: 7
 

 
   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)