|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 28'Ê MIJDARA 2007'AN |
LI EYALETA AMEDÊ LI SÊ QADAN
OPERASYON!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Di 27'ê mijdarê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li qada Şehîd
Remzî ku li Eyaleta Amedê ye operasyoneke bi daketinên firokeyên
kobrayan hatiye destpêkirin û hê jî berdewam dike. Dîsa heman rojê
li Dara Hênê ku girêdayî Eyaleta Amedê ye jî, operasyoneke ku hê jî
didome destpêkiriye.
Wekî din, ev deh roj in, operasyona ku li qada Şehîd Kendal
destpêkiribû hê jî didome.
2- Duh êvarî qada Xakurkê ku girêdayî Herêmên Parastina
Medyayê ye, ji hêla artêşa tirk ve bi havan û obûsan hatiye lêdan.
Di encama lêdanê tu windahiya gerîlayên me çênebûye.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|