|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 25'Ê MIJDARA 2007'AN |
KU BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN EMERÎKAYÊ
LI HERÊMÊN PARASTINA MEDYA DIFIRIN, ARTÊŞA TIRK JÎ HAVAN Û OBÛSAN
DAVÊJE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 4'ê mijdarê de di operasyona
artêşa dagirker a tirk de ku li derdora Newala Cehenemê ku di
navbera Kerborana Mêrdînê û navçeya Şirnexê Hezexê de dimîne de, di
navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de şer qewimîbû.
Di şer de hevalên me yên bi navê Boran Bagok (Serdar Demîr) û Çekdar Serdar (Mehmet Selîm
Kurt) şehîd ketine.
2- Ev sê rojên dawîn, ji hêla balafirên
keşfê yên Emerîkayê li Hêrêmên Parastina Medya firîn têne kirin.
3- Ji hêla artêşa dagirker a tirk ve,
ji qadên Çelê, Serê Sêvê û Deştanê ji 22'yê mijdarê heta 25'ê
mijdarê, bi havan û obûsan tê lêdan. Di encama avêtina havan û
obûsan de, tu zirareke gerîlayên me çênebûne, bes zevî û baxçeyên
gundiyan ziyan dîtine.
|
 |
BORAN BAGOK
SERDAR DEMÎR
1985 / EDENA
SEVÊ
HAZNÎ
2003
|
|
 |
ÇEKDAR SERDAR
MEHMET SELÎM KURT
1978 / KERBORAN - MÊRDÎN
NAFIYE
EMÎN
2001
|
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|