|
|
DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 24'Ê MIJDARA 2007'AN |
LI EYALETA AMEDÊ PEVÇÛN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
23'ê mijdarê de ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li hember qada
Şehîd Brûsk ku li Eyaleta Amedê ye operasyon hatiye destpêkirin.
Heman rojê danê êvarî saet di 7'an de di navbera hêzên gerîlayên me
û leşkerên artêşê de pevçûn derketiye. Piştî pevçûnê ji hêla
firokeyên kobra ve qad heta danê sibeyî hatiye bombebarankirin. Danê
sibeyî saet saet di 7'an de careke din di navbera gerîlayên me û
leşkerên artêşa dagirker de pevçûn derketiye û di vê pevçûnê 2
leşker hatine kuştin û leşkerên ku hejmara wan diyar nebûye jî
birîndar bûne.
|
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|