Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ HPG'Ê DR. BAHOZ ERDAL

15 Mijdar 2007

 

 

Em di wê hêzê de ne ku dikarin zêdetir zirar bidene û hemû hesabên heyî serûbin bikin!

 

Di daxuyaniyên TC’ê de, tê diyarkirin ku li dij PKK’ê Emerîka hinek alîkariyan dide. Wekî din daxuyaniyên wekî “PKK dijminê hevbeş e” tê gotin. Dîsa di demên dawîn de li ser Herêmên Parastina Medya firînên balafirên keşfê bi navê “şopandina germ” tê kirin. Hûn van nirxandin û daxuyaniyan çawa dinirxînin?


- Heta duh jî bi mehan hikûmeta artêşa tirk, bi piştgiriya çapemeniyê, digotin ku em bi piştgiriya Emerika li ser piyan disekinin, hinek alîkariyan digirin û bi taybet bi kamyonan çekan digirin. Niha, ev derew û dirûtiyên wan, bi awayekî zelal derketiye holê. Hal ew e ku yên ku bêyî piştgirî, alîkariya çekan, îstîxbarat û erêkirina Emerîka nikarin gav bavêjin TC’ye. Der barê pêvajoya 20 salan a şer de, Emerîka bi piştgirîdayîna Tirkiyê, polîtîkayeke çewt şopand. Divê ev polîtîkaya ku tê pêk anîn neyê dubarekirin. Ev di wateya giştî de, wê zirar bide aramiya li herêmê û ji aramiya Iraqê re xizmet neke. Wê ev pirsgirêka kurd kûrtir bike. Ev bi rojan e ku balafirên keşfê yên Emerîka li Herêmên Parastina Medyayê difirin divê bên kişandin û Emerîka neyê lîstika ku Tirkiye dixwaze ew bikin aliyekî şer. Em dibêjin ku divê ev neyên vê lîstikê.


Divê ev bi girîngî bê zanîn. Em ne dijminê tu dewlet û gelî ne. Em tenê azadiya gelê xwe dixwazin. Em jî fena gelên din di nav aştiyê de jiyaneke bi rûmet dixwazin. Encax bi derveyî hiştina PKK’ê, tunehesibandin, hewldana tesfiyekirin û hedef girtina tevgera me, wê li Rojhilata Navîn tu hesap negire û nikare bigire. Wê ev zirar bide her kesî. Bila baş bê zanîn ku derdorên ku hebûna me hedef digirin û di wê baweriyê de ne ku zirar bidine me, em di wê hêzê de ne ku dikarin zêdetir zirar bidene wan û hemû hesabên wan serûbin bikin.

 

Di demên dawîn de berdevkên kurd ên başûrî banga agirbesteke yekalî dikin û didin diyarkirin ku ev rewş zirar dide gelê kurd û herêmê. Hûn vanan çawa dinirxînin?

Ji hêla her kesî ve tê zanîn ku, ji hêla tevgera me ve ji 1’ê cotmeha 2006’an û vir ve agirbesteke yekalî hate îlankirin. Encax li hember vê yekê dewleta tirk û artêşa tirk hem bersiveke erênî neda hem jî vê wekî firsend nirxan û hewl da bi operasyonan me tune bike. Me jî di her firsendê de da diyarkirin ku, “Em alîgirên çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd in” Digel ku di warê leşkerî de em di rewşa parastina rewa de bûn, artêşa tirk bi sed hezaran leşker, tanq, top û balafirî Kurdistanê ji nû ve dagir kir. Operasyonên bi armanca tunekirinê lidar xist. Niha jî bangên çekberdanê û seknandina şer li me kirin. Ev bang bê wate ne û hêleke wan a ku bê fêmkirin nîn e. Hal ev e ku ji bona rê li ber çareseriyeke aştiyane ya siyasî vebe, bi qasî me tu kes ked nedaye û fedekarî nekiriye. Û wekî tê zanîn tu kes heta roja îroyîn vê nekiriye. Encax aşkere ye ku, agirbesteke yekalî têrî nake. Artêşa tirk Kurdistanê dagir kiriye û di rewşa êrîşê de ye. Ev êrîşên bi armanca tunekirinê lidar dikevin û operasyonên heyî, sedemên bingehîn ên pevçûnan in. Ku bal kişandibe, ciyên ku pevçûn dertên, ne bajar û gund in; pevçûn li Cudî, Gabar, Mûnzûr û li Oramara ye. Yanî çiyayên herî asê yên Kurdistanê ne. Yanî ciyên bingehîn ên yekîneyên gerîla ne. Artêşa tirk operasyonên ku bi hezaran leşker beşdar dibin, li dij gerîlayên me yên ku di rewşa parastina rewa de ne li dar dixe. Li hember vê rewşê, em jî xwe diparêzin. Ji ber vê yekê, yên ku şer ferz dike, pevçûnan kûrtir dike û di vê yekê de israr dike ne em in ku ev bang li me tê kirin. Ev bangên heyî hem ji berjewendiyên netewî re xizmet nake, hem hêz dide polîtîkayên êrîşane yên Tirkiyê hem jî baweriyeke wisa çêdike ku fena bi van çewsandinan encam hatiye girtin.
Divê ev neyê jibîr kirin ku, ku hêza têkoşînê û berxwedaniyê ya PKK’ê nînbûna; ev têkoşîna me Tirkiyê zeîf nekirina, nedana sekinandinê, teng nekirina, ma wê ew qas destkeftî li başûrê Kurdistanê pêk bihatana? Ma wê dewleta tirk çawa hiştina ku ev destkeftî henas bigirin? Ma wê bidana jiyandinê?


Divê gelê me baş bizanibe ku, hedefa dewleta tirk ne tenê PKK’ye, hemû kurd in. Ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyeke netewî heye.

 

Wekî tê zanîn di çapemeniya tirk de hinek generalên teqawid kirinên xwe şaş dibînin, hinek jî şovenîzmê û faşîzmê gûr dikin û xwe wekî lehengên şer raber dikin. Di nav vanan de bi taybet yên fena Orhan Pamûkoglu serî dikşîne û bi nêzîkatiyên xwe şer geştir dike. Divê ev çawa bê bidestgirtin û armanca van daxuyaniyan çi ne?

Wekî tê zanîn ji ber ku Cem Ersever got; “Ev kar bi şer nabe” hate kuştin. Niha jî yên ku gotinên wisa dibêjin, di 23’ê salên şer de aqilmendî kirine, birêvebirine û berpirsên bingehînin. Ji vê hêlê de girîng e. Dibe ku ji ber pêwîstiya berpirsyariya xwe van daxuyaniyan didin. Encax, di hêleke din ve hinek generalên ku nêzîkatiyên şoven-faşîst gûrtir dikin hene. Yên mîna Orhan Pamûkoglu, “bi zihniyete enwerî” artêşê û leşkeran ber bi şer ve kaşan dikin. Ger ku vanan bi şer tevgera me bikaribûna tune bikin, wê di demên xwe de vê bi hêsanî bikirana. Ji ber ku wê demê di serî de Emerîka, Ewropa û hemû dewletên herêmê û kurdên başûrî destek didan. Di hundir de hevgirtinek hebû. Wê demê dikaribûn tefsiye bikin. Halbûkî ew derfetên wê demê ku îro tu yek ji wan nîn in; wê çawa bikaribin bi şer û rêbazên leşkerî çareser bikin, nayê fêmkirinê. Van derdoran tenê bi mêrantî û lehengiyeke erzan debara xwe dikin. Divê gelê Tirkiyê vê baş bizanibe ku, ew fermandarên ku wekî efsane nîşan didin, bi armanca tevdana şerekî psîkolojîk e. Di şerên borî de, Pamûkoglu yek ji fermandarên herî ne serkeftîbû. Fena keriyan leşkeran dajot şer. Jiyana leşkeran nedifikirî, li ber wan nediket û yek ji wan fermandaran bû ku herî zêde windahiyan daye. Ev û yên fena wî tenê armanca wan ev e ku şer gûrtir bikin, bi vê ve girêdayî rantxurî bikin û sûcên ku kirine biveşêrin. Nexwe ne tiştek din e.
 

 

 
   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)