Kurdî   |   Tirkî   | Farisî | Îngilîzî | Erebî | Elmanî
 
 
 
   

 

DAXUYANIYA HPG-NRÇ'Ê YA 5'Ê MIJDARA 2007'AN

5 Mijdar 2007

 

DI DEMEKE KU BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN EMERÎKA LI HERÊMÊN PARASTINA MEDYA DIFIRIYAN;
DI OPERASYONÊN DAWÎN DE BI TEVAHÎ 16 LEŞKER HATIN KUŞTIN!

 

Ji rayagiştî û çapemeniyê re;

 

1- Ji 3’yê cotmehê vir ve balafirên keşfê yên Emerîkayê li ser qadên Haftanîn, Metîna, Zap, Çemço û Xakurkê ye ku li Herêmên Parastina Medya bê navber difirin.

 

2- Operasyona ku ji hêla artêşa tirk a dagirker ve di 24’ê cotmehê de li Bestaya Şirnexê destpêkiribû û di 28’ê cotmehê de hatiye berfirehkirin û qadên Çaqçaqo, Girê Sor, Deriyê Qaçê, Kaplanê, Girê Rijdê, Deryan, Hîryan, Avyan û Serkê Mıhemedê Oso girtibû berxwe. Di 29-30-31’ê mehê de di navbera hêzên gerîlayê me û artêşa dagirke a tirk de şer qewimiye û di şer de yek onbaşî bi tevahî 3 leşker hatine kuştin û hinek leşkerên ku hejmara wan ne diyar e birîndar bûne.

Di 3’yê mijdarê de jî li qada Kanîbotkê bi roj saet 11’an de şer derketiye û di vî şerî de 5 leşkerên tirk hatine kuştin. Operasyona ku bi neçarî di 4’ê mijdarê de bi neçarî bi paş ve vekişiye de bi tevahî 8 leşker hatine kuştin.

 

3- Di 1’ê mijdarê de ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li hember qada Apê Mûsa ku li Eyaleta Amedê ye operasyon destpêkiriye. Heman rojê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de bi roj saet di 11.15’an de pevçûn derketiye û leşkerek hatiye kuştin. Heman rojê bi roj saet di 3’yan de pevçûnek din dertê û di vê pevçûnê de 4 leşker hatine kuştin û yek ji wan giran gelek leşker jî birîndar bûne. Operasyona navborî hê jî didome.

 

4- Di 1’ê mijdarê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li qada Şehîd Felat ku girêdayî Gabarê ye operasyon destpêkiriye û di 3’yê mijdarê de danê sibeyî saet di 4’an de pevçûn derketiye û 3 leşkerên tirk hatine kuştin.

 

5- Ji 2’yê mijdarê vir ve, ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li Varto û Melezgirta Mûşê, li Karayaziya Erziromê û li Kizilkaya û Karliovaya Çewlikê operasyon hatiye destpêkirin. Heman rojê li qada Karliovaya Çewlikê şer qewimiye Û di şer de gerîlayekî me yê bi navê Kadîr Usta (Gayyaz Koyutûrk) ku bi eslê xwe ereb e, bi lehengî li ber xwe daye û şehîd ketiye. Operasyona navborî hê jî didome.

 

KADÎR USTA
GAYYAZ KOYUTÛRK
1974 /Bajarokê Kuzeytepe-ANTAKYA
SELMA
ÎSA
1995


 

NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê

   
     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MENÛ

MAL
NIVÎSÊN ROJEVÎ
ŞEHÎDÊN ME
HPG
MÛZÎK
WÊNE
ARŞÎVA NÛÇEYAN
TÊKILÎ
ALA HPG
ALA YJA - STAR

 

ÎRTÎBAT

RAGIHANDIN

(Der barê HPG'ê de - Der barê malperê de - Agahiyên Giştî - Nûçe)